35 partî û tevgerên siyasî, civakî û jinan têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û piştgiriya hêzên QSDˋê li dijî van êrişan daxuyaniyeke nivîsîkî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin di vê pêvajoya heyî de çavê tevahî cîhanê li pêkanîna aştî, xurtkirina nirxên mafên mirovan û misogeriya pergala demokrastîk a pirrengî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasˋê ye. Lê rejîma Tirkiyeyê ji dema hilweşîna rejîma Sûriyeyê bênavber êrişên xwe yên hovane li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û di vî şerî de piştgiriyê dide komên terorîst ên girêdayî xwe ku li dijî herêmê şerekî pêk bînin. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê binesaziyan mîna Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê kontrol bike. Êrişên wiha yên bênavber rewşên guncaw ji bo jinûve DAIŞˋê xwe bi rêxistin bike, ava dikin. Ev yek jî li ser ewlehî û îstîqrara li herêmê û cîhanê xeteriyek e.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku duh balafirên şer ên dewleta Tirk li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê êrişeke hovane pêk anî, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Ev sûcên dewleta Tirk binpêkirinên aşkera yên rêgezên qanûna navneteweyî û mirovî ne.
Rêxistin û partiyên siyasî di daxuyaniya xwe de êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî herêmê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin. Her wiha bang li NYˋyê, Konseya Ewlehiya Navneteweyîû Komkara Erebî hat kirin bi lez tev bigerin û van êrişên dijminane yên ku qanûnên navneteweyî bin pê dikin û îstîqrara herêmê têk dibin, rawestînin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ew li dijî êrişan li kêlek hêzên xwe yên leşkerî ne û bang li gelê herêmê hat kirin ku li dora QSDˋê ku misogeriya pêşeroja gelan e, bicivin. Ji ber ku van hêzan terora DAIŞˋê têk bir û zemînek ji bo avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku mafên tevahî pêkhateyan pêk anî, ava kir.
Partiyên ku daxuyanî dane ev in:
1-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
2-Partiya Kesk a Demokrat
3-Partiya Aştiya Demuqrat a Kurdistanê
4-Partiya Lîberal a Kurdistanê
5-Partiya Komunîst a Kurdistanê
6- Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)
7-Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî
8-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
9- Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê
11- - Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê
12-Partiya Nûjen a Kurdistanê
13-Yekitiya Karkerên Kurdistanê
14-Desteya Nîştimanî ya Erebî (Heyai El Weteniya El Erebiya)
15-Partiya Nûjen û Demokrat a Sûriyeyê
16-Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî Sûrî
17-Partiya Çaksaziyê –Sûriye
18-Partiya Asûrî ya Demokratîk
19-Partiya Biratî ya Kurdistanê
20- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê
21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
22-Kongra Star
23-Partiya Muhafezkaran
24-Partiya Têkoşîna Demokrat
25-Şepêla Pêşeroja Kurdistanê (Ş.P.K)
26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
27-Heyet El Tensîq El Weteniye- Hereket El Texyîr El Demokratî
28-Partiya Yekitiya Suryanî
29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê (P.K.N.K)
30-Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (PDK)
31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî)
32-Şepêla Çep a Şoreşger li Sûriye
33-Partiya Suraya.
34- Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK)
35-Partiya El Weten El Sûrî.