Li Bellinzonayê êrîşên li ser Tişrînê hatin protestokirin
Li bajarê Bellinzona yê Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çalakgerên parastina Bendava Tişrînê hatin protestokirin.
Li bajarê Bellinzona yê Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çalakgerên parastina Bendava Tişrînê hatin protestokirin.
Li bajarê Bellinzona yê Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çalakgerên parastina Bendava Tişrînê hatin protestokirin. Çalakî bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hate lidarxistin û di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” hatin berzkirin.
Piştre endamê DEM-Kurd Ticinoyê Sûat Tûnç, danezana bi Îtalyanî xwend. Tûnç da zanîn ku êrîşên înkar û tunekirinê ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurdistanê bêyî navber berdewam dikin û bang li dewletên Ewropayê kir ku dawiyê li bêdengiya xwe bînin û li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî wê helwesta xwe nîşan bidin.
Sûat Tûnç diyar kir ku ew ê weke welatparêzên li Ewropayê dijîn, li dijî faşîzma ku destkeftiyên gelê Kurd hedef digire, bi awayekî bêyî navber têbikoşin.