BI DÎMEN

Li Draguignanê çalakiya ‘Rojava biparêze’

Kurdistanî û dostên wan li Draguignanê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan li ser banga Civaka Kurd a Demokratîk a Draguignan (DKTM) daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê protesto kirin. Di çalakiyê de alên Rêber Apo, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Rejîma Tirk faşîst e” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di çalakiyê de Kurdistanî û dostên wan ên Fransî bang li hêzên navneteweyî kirin û xwestin li dijî sûcên mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker gavan biavêjin.

Di çalakiyê de li ser navê DKTM’ê Erhan Çelîk daxuyaniya bi zimanê Fransaî xwend û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bendava Tişrînê êrîşî gelê sivîl yê di nobetê de ne kir. Eger bi van êrîşan Bendava Tişrînê hilweşe, wê karesatek mezin bi xwe re bîne. Gelê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan axa xwe diparêzin hedef tên girtin. Ji 8’ê Çileyê û vir de di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de heta bi niha 10 sivîl hatin qetilkirin û bi dehan kes birîndar bûne. Dewleta Tirk a dagirker li herêmê sûcê şer dike. Li gel hemû êrîşan jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe dide û axa xwe diparêze.

Em bang li her kesê dikin ku li kûderê bin bila bibin, li dijî êrîşên li ser Tişrînê bi sirûşmeya ‘Rojava biparêze’ dakevin qadan û bertekên xwe di asta herî bilind de bînin ziman.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.