YPS: Me pêşî li konvoya dijmin girt, polîsek birîndar bû

Milîsên Mehmet Yildirim ên YPS’ê diyar kir ku wan li Êlih Serêgirê bi bombeyan wesayîtên polîsan hedef girtine, polîsek birîndar bû û “nehêlan konvoya dijmin di taxê re derbas bibe”.

ÇALAKIYA YPS’Ê

Milîsên Mehmet Yildirim ên YPS’ê wiha gotin: “Milîsên me li dijî êrîşên ku li hemberî îradeya gelê me tên kirin, di şeva 11 û 12’ê Hezîranê de li Êlih Serêgirê bi bombeyên bi dest hatine çêkirin êrîşî wesayîtên polîsan kirin û polîsek birîndar bûye.

Bi dirûşmeyên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’, me nehêla konvoya dijmin di taxê re derbas bibe.”

YPS’ê destnîşan kir ku ew desteserkirina şaredariyên xwe ya ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ve, qebûl nekin û hişyarî da ‘pêkhateyên faşîst’.