Xwedîderketina li Rêber Apo cîhanî dibe

Têkoşîna gelê Kurd û xwedîderketina mirovahiyê ya li Rêber Apo mutleq dê deriyên Îmraliyê yên kilît li ser kilîtê lê dane, bişkîne. Bi vî rengî ne tenê gelê Kurd û Rojhilata navîn, mirovahî hemû jî dê ji ronahiya vê Rojê sûdê wergire û bigehe jiyana demok

Salên dawî li qada navneteweyî sazî û kesayetên azadiya Rêber Apo dixwazin gelek zêde bûn. Bêguman xwedîderketina li Nelson Mandela jî mezin bû. Ev jî bi bilindbûna têkoşîna li dijî nijadperestiyê pêk hat. Li dijî reşikan nijadperestiya spiyan nehat pejirandin. Aliyek yê xwedîderketina li Mandela jî tevgera xwedîderketin û parastina li reşikan bû. Esas di dinyayê de serkeftina têkoşîna li dijî nijadperestiyê hişt Mandela azad bibe. Mandela bi vî awayî tenê nehiştiye li Başûrê Efrîkayê reşik bibin welatiyên azad û wekhev, her wiha bi têkoşîna xwe derba mezin li nijadperestiyê daye. Tevî azadkirina reşikan, têkoşîna Mandela rolek wiha dîrokî jî lîstiye.

Kampanyaya azadiya Rêber Apo jî 2 aliyên xwe hene. Ya yekê; rêbertiya gelekî li ber qirkirinê dike. Êdî hem gelên Rojhilata Navîn, hem jî mirovahî hemû, ji ber nirxên diparêze, li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xwedî derdikeve. Mirovahî li vê têkoşîna azadiyê xwedî derdikeve. Ji vî alî de mirovahiya demokratîk xwedî li Rêber Apo derdikeve. Li aliyê din di serî de Ereb, milletên li Rojhilata navîn hemû Rêber apo wekî rêberê xwe dibînin. 

Ya duyem, çawa ku wekî rêbertiya gelekî li ber qirkirinê xwedî li Rêber Apo derdikevin, niha di serî de jin, kedkar û li gel civakên bindest mirovahî hemû mîna rêberê rizgariya mirovahiyê xwedî li Rêber Apo derdikeve. Bi taybetî paradîgmaya Rêbertiyê ku li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk danî pêşiya mirovahiyê, ji mirovahiyê hemûyî re wekî îdeolojiya rizgariyê tê dîtin. Di roja me ya îro de kapîtalîzmê, bi endustiryalîzmê û zêhniyeta netew-dewletê mirovahî xistiye nava krîzek kûr. Di vê rewşê de fikrên rêber Apo mîna stêrkan dibiriqin. Jin, kedkar, civakên bindest hemû, dijberên wêrankirina xwezayê her roja din zêdetir fikrên Rêber Apo qebûl dikin û lê xwedî derdikevin. Fikrên Rêber Apo gerdûnî ne, ji hemû pirsgirêkên cîhana me re çareseriyê pêşkêş dike. Vaye ji ber vê sebebê xwedîderketina li Rêbertiyê her ku diçe zêdetir dibe. 

Li Ingilistanê ku welatê sendîkayên kedê ye, pêşengiya kampanyaya ji Rêber Apo re sendîka azadî dikin. Rewşenbîrên demokrat yên bi navûdeng yên dinyayê û siyasetmedar jî di asta pêşeng û aktîv de beşdarî kampanyayê dibin. Gelek şaredariyên demokratîk û sosyalîst yên Îtalyayê jî ji bo azadiya Rêber Apo kar dikin. Demên dawî li Spanyayê jî hin sendîka beşdarî kampanyayê bûn. Li Başûrê Efrîkayê jî hem sendîkayên şopdarên Nelson Mandela, hem jî sendîkayên bi ser partiya komunîst, bi hev re ji bo azadiya rêber Apo kampanya dan destpêkirin. Wan jî daxwaz kir, ev rêbertiya ji bo mirovahî azad û demokratîk bijî nirxên mezin afirandî, bigehe azadiya xwe. Ev xwedîderketin nîşan didin, Rêber Apo ji mirovahiyê re tê çi wateyê û çi îfade dike, li cîhanê hemûyî êdî tê fêmkirin. 

Rêber Apo xirabiyên pergala zilm û zorê ya dewlet-desthilatê li mirovahiyê kirî û dike, danî holê û rêyên çareseriyê nîşan da. Ev dê bibe hêza fikrê ya esasî ya sedsala 21’ê bandor bike û rê nîşan bide. Vê fikrê diyar kir, di bingehê zilm, dagirkerî û hemû xirabiyan de koletiya jinê heye. Ev rastî bûye yek ji şoreşên fikir yên mezin ên dîrokê. Vaye ji ber vê sebebê li her derê xwedîderketina li Rêber Apo her diçe zêdetir dibe. Em ê bibînin, salên pêş jinên li her devera cîhanê wê zêdetir li Rêber Apo xwedî derkevin. Heta dê jin bibin hêza civakî ya herî aktîv û çalak ya kampanya ji Rêber Apo re azadî. 

Kurdên xwediyê Rêbertiyek wiha ne, xwedî çavkaniyek anor û rûmetê ya bêdawî ne. Ev ji bo her Kurdê azadîxwaz rûmet û anor e. Hin derdorên hevkar yên Kurd vê îtîbara Rêbertiyê ya li cîhanê ji nedîtîve tên. Lê gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê ji ber xwediyê rêbertiyek wiha ye, xwe bi rûmet û anor dibîne. Hebûna lîdertî û rêbertiyek Kurd ya mirovahî hemû jê hez dike û xwedî lê derdikeve, di dîrokê de yekem car e. Xwezayî dê Kurd xwedî li vê rêbertiyê derkevin. Hin derdorên Kurd her çiqas ji bo ev rastî li dinyayê neyê dîtin, serî li her rêyê didin jî, nikarin li pêşiya xwedîderketina li Rêber Apo bibin asteng. Rêber Apo îro ne tenê ji bo Kurdan, ji bo mirovahiyê jî bûye Roj û tava ku berê xwe didinê. Roj jî bi bêjingê nayê girtin. Hele rojek wisa be, qet pê nikarin.

Rêber Apo bingehên xwediyên dewletê û desthilatê hejandiye. Kodên wan hemû ji hev derxistî ye. Çareya rizgarbûna ji dewlet, desthilat û her rengê zilmê daye destê gelan. Ji vê sebebê ye, desthilatên dinyayê ji fikrên Rêber Apo ditirsin. Ji ber vê rabûne gardiyantiya vê fikra wiha şoreşger dane dewleta tirk. Jixwe dewleta Tirk ya dixwaze Kurdan qir bike qebûl nake dinya li Rêbertiyê xwedî derbikeve. Sebeba tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ev e. Ev rêbertiya rêya rizgariyê nîşanî gelê Kurd, rojhilata navîn û mirovahiyê dide, zor e ku di heps û zîndanan de bê ragirtin. Têkoşîna gelê Kurd û xwedîderketina mirovahiyê ya li Rêber Apo mutleq dê deriyên Îmraliyê yên kilît li ser kilîtê lê dane, bişkîne. Bi vî rengî ne tenê gelê Kurd û Rojhilata navîn, mirovahî hemû jî dê ji ronahiya vê Rojê sûdê wergire û bigehe jiyana demokratîk. 

Bi hêviya di dema herî nêz de, Rêber Apo bigehe azadiya xwe û hevdîtina bi gelên cîhanê re pêk bîne...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA