Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê derbarê PKK’ê de daxuyanî da

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê, biryara fesixkirinê û bidawîkirina şerê çekdarî ya PKK’ê weke “Ji bo aştî û ewlehiya herêmê û Tirkiyeyê gaveke girîng” nirxand. Ji bo azadiya Rêber Apo jî berpirsyarî avêt ser milê Tirkiyeyê.

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê bersiva nameya Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Gel a Kurd a derbarê biryarên 12’emîn kongreya PKK’ê ya di 12’ê Gulanê de hatibû ragihandin, bi daxuyaniyekê bersivand. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkiliyên stratejîk ên Brîtanya û Tirkiyeyê û hat diyarkirin ku ew geşedanên piştî daxuyaniya 12’ê Gulanê ya PKK’ê ji nêz ve dişopînin û got, "Biryara PKK'ê ya ji bo çekdanîn û fesixkirinê ji bo aştî û ewlehiya herêmê gaveke girîng e. Brîtanya ji bo xebatên kêmkirina pevçûnan û pêşxistina îstiqrara herêmê piştgiriyê dide van hewldanan."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di hevdîtinên vê dawiyê yên wezîrên Brîtanya û rayedarên Tirkiyê de, gelek mijarên cuda ku di nav wan de biryara fesixkirina PKK’ê hatiye destgirtin jî hene.

‘DIVÊ PÎVANÊN SERWERIYA HIQÛQÊ PÊK WERIN’

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat ragihandin ku, dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara daraza Tirk e û got ku cezayên takekesî di çarçoveya hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de tên nirxandin.

Di daxuyaniyê de li ser mijara tayînkirina qeyûman ji bo rêveberiyên herêmî jî hat sekinandin û ev tişt hatin gotin, "Tayînkirina qeyûman ji bo rêveberiyên herêmî pratîkeke îdarî ye ku bi teqdîra Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ye. Lê weke Brîtanyayê em li bendê ne ku hemû pêvajoyên darazê yên têkildarî nûnerên herêmî yên hilbijartî bi awayekî adil, şefaf û li gorî hiqûqê bên meşandin."

EV DAXUYANÎ FIKARAN ÇÊDIKE

Endamê Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd Egît Karataş, ragihand ku wan piştî kongreya PKK'ê yekser nameyeke kodkirî ji Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê re şandine û got, "Di vê nameyê de me pirs kir ku Brîtanya di derbasbûna ji şerê çekdarî ber bi têkoşîneke demokratîk, siyasî û hiqûqî ve wê çi helwest nîşan bide. Her wiha me li ser mijarên wekî 'Mafê Hêviyê' û qeyûmên tên tayînkirin jî pirs kirin."

Karataş, anî ziman ku bersiva ji Brîtanyayê hatî mirovan matmayî nake, lê fikaran çêdike û wiha domand, "Hikûmeta Brîtanyayê diyar kir ku Tirkiye hevalbendeke stratejîk a NATO'yê ye û hewldanên nû yên PKK'ê dikare tevkariyê li aştiya herêmê bike. Lê belê rewşa Abdullah Ocalan weke 'meseleyek navxweyî ya daraza Tirkiyeyê' hate binavkirin. Di rastiyê de ev gotin nîşana rastiyekê ne; azadiya Abdullah Ocalan ji nû ve nirxandina mekanîzmayên darazê yên Tirkiyeyê û pêkanîna ‘mafê hêviyê’ di hiqûqa navneteweyî de hewce dike.”

ERKA ME XWEDÎ DERKETIN E

Egît Karataş, destnîşan kir ku dabînkirina hawirdoreke ku Rêber Apo di nava şart û mercên azad de bijî, ji bo gelên Tirkiye û herêmê mifteya pêvajoya çareseriyê ye. Karataş, da zanîn ku kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo li Brîtanyayê tên meşandin, rastî eleqeyek mezin tê û wiha domand, “Erka herî bingehîn a îro dikeve ser milê gelê Kurd û dostên wan, bi temamî xwedî li vê pêvajoyê derketin û seferberkirina mekanîzmayên heyî yên siyasî, civakî û hiqûqî ye.”

Karataş, bang li civaka navneteweyî jî kir ku piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriya demokratîk.