Tu bi rengekî rast û rasteqîn jiya

Seyît Evran hevrê û mamosteyê min... Gotinên min têra vegotina te nakin. Te mafê jiyana rast û rasteqîn da. Li çiyê bênavber têkoşiya, nivîsand, vegot û hîn kir.

JI BO BÎRANÎNA SEYÎT EVRAN

Hestên min gav bi gav mezin dibin û gav bi gav ber bi ruhê hevrêyekî rasteqîn ve diçin. Ma ne tu bû ku navê xwe ji lîderê raperîneke Kurdan Şêx Seîd wergirt û jiyana xwe ji têkoşîna azadiyê re feda kir? Ma ne tu bû ku di çenteyê xwe de wateya dîrokê hildigirt û gav bi gav li çiyayên Kurdistanê bi kelecan da ser şopa heqîqetê? Eger zimanê dîrokê hebûya wê bênavber qala lêgerîna heqîqetê bikira. Zimanê gotinan hebûya wê bênavber te li rûpelên dîrokê binivîsanda. Zimanê dilê hevrêyên te hebûya wê bênavber qala hesret û hezkirina te bikira. Vê carê nivîs wê nîvco nemîne mamosteyê min. Vê carê wê nivîs qala te bikin. Rê dirêj e, di vê rêyê de rewşeke nediyar nîne. Ev rê bi rastiya lêgerîn û heqîqetê ava dike. Vê carê jî dilê min wê bibe hevrêyê heqîqetê.

Vê carê ez ê qala çîroka kesekî bikim ku ji xaka qedexekirî ji dayik bû. Raperîna bi salan a li Kurdistanê û hişyarbûna gelê Kurd a piştî berxwedanê mîna bihuştê bû. Bi fikir û nêrîna Rêber Apo ji zindana ber bi çiyayên Kurdistanê raperîn û berxwedanekê destpê kir. Dagirker û xiyanetkaran ti carî ev pêngav qebûl nekirin, li her deverê êrîşên faşîst birin ser gelê Kurdistanê û êşên giran didan kişandin. Di salên 1990'î de li gel polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê valakirina gundan, koçberkirina gel a ji cih û warê xwe dihate ferzkirin. Di heman demê de li çiyayên Kurdistanê jî ji Amedê heta Dersimê gerîlayên azadiyê li her qadê belav bûn. Ev çîrok ne tenê çîroka zarokekî ye, çîroka bi hezaran zarokên Kurdistanî ye.

Lice bi hebûn û gerîlayên xwe di dilê dijmin de bû tirseke mezin. Ji ber vê yekê dagirkeran agir berdan Licê, gel da koçberkirin û bi vî rengî êrîş kir. Gerdûn keça malbateke welatparêz bû. Malbata wê ji warê xwe qut nebû û serî li ber dagirkeran netewand. Lê belê zarokeke bêdeng bû ku qet nediaxivî. Ji ber vê yekê her kesî henekê xw epê dikir, kesî hewl nedida wê fêhm bike. Xeyalên wê bi êrîşên dijmin bûbûn mîna kabûsê. ji ber ku tiştek fêhm nedikir, ji jiyanê bêpar mabû. Êdî ji van nêzîkatiyan bêzar bûbû. Heta wê rojê ku lehengên Kurdistanê ji gundê wan derbas bibin û berê xwe bidin mala wan.

BI HEZARAN KURDISTANÎ ALA WE BI RENGEKÎ SERKETÎ HILDIDIN

Li pişt deriyan bi rengekî dizî li heybeta van lehengan temaşe dikir. Dilê wê welê lê dida ku mîna wê ji şûna xwe bifire. Li pêşberî wê gerîlayekî bejin kurt, bi berçav bi kelecan bi bavê wê re bi têgihiştî nîqaş dikir. Gerdûn a bi çûk ji axaftina wî tiştek fêhm nedikir, lê belê hebûna vî gerîlayî dilê wê geş kiribû. Piştî demekê gerîla bang li Gerdûnê dike. Gerdûn jî bi kelecaneke mezin ber bi wî gerîlayî ve diçe. Ev gerîla êdî bi meraq li Gerdûn dipirse. Gerdûn a ku heta wê rojê deng jê dernediket, bi bawerî û hezkirineke ku nekarî pênase bike, bersiv da pirsên vî gerîlayî. Gerîla hingî navê wî gerîlayî hîn bû ku lê guhdarî dikir. Ew gerîla hevalê Seyît Evran bû.

Hevalê Seyît da ser şopa pêşiyên xwe yên asî, li çiyayên Amedê ji bo lêgerîna li heqîqetê bû gerîla û têkoşiya. Piştî axaftinê hevalê Seyît pirtûkek ji çenteyê xwe derxist û da Gerdûnê. Gerdûn jî rahişt wê pirtûkê, hembêz kir û jê bihata wê pirtûk danîbûya ser dilê xwe. Hevalê Seyît piştî ku xatir xwest, rêwîtiya xwe dewam kir Gerdûn jî pirtûk heman rojê xwend û qedand. Hevalê Seyît her ku diçû mala wan pirtûkeke nû dida Gerdûn. Xeyalên Gerdûn ên ku dijmin dagir kiribû, bi hevalê Seyît re êdî bûbûn xeyalên azadiyê. Di ser rojên zarokatiyê yên Gerdûn re meh, sal derbas bûn. Gerdûn mezin bû, bû jineke ciwan û da ser şopa hevalê Seyît.

Belê hevrêyê min û mamosteyê min... Gotinên min têra vegotina te nakin. Te mafê jiyana rast û rasteqîn da. Li çiyê bênavber têkoşiya, nivîsand, vegot û hîn kir. Bi Arjîn Amed, Sarya Onûr û Xelîlê Çiyayî re te da ser şopa heqîqetê. Îro jî bi hezaran zarokên Kurdistanî yên mîna Gerdûn ala we bi rengekî serketÎ hildidin û li ser şopa we dimeşin.