Têkoşîna hevbeş girîng e

Gelê Kurd di hest, fikir, ruh û feraseta siyasî de piranî bûye yek, niha jî dê vê di pratîkê de nîşan bide. Gelê Kurd li her beşa Kurdistanê li dijî dagirkirina Rojava ev helwesta xwe danî holê. Di vê pêngavê de jî wê gelê me hevkariyeke hîn xurttir bike.

Desteya Rêveber a KCK'ê piştî civîna xwe daxuyaniyek da û tê de pêvajo berfireh nirxand. Di çarçoveya tesbîtên daxuyaniyê de li çar beşên Kurdistanê û derveyî welat pêngaveke tekoşînê ya şoreşgerî û demokratîk da destpêkirin. Slogana giştî ya vê pêngavê kû di 12'ê Îlonê de hate ragihandin '' Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye". Gelê Kurd êdî naxwaze bi tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re bijî. Dixwaze vana ji holê rake û azadiya xwe pêk bîne. Ji vî alî de armancên KCK yên vê pêngavê bi temamî hesret û daxwazên gelê Kurd bi xwe ne.

Ji bilî Rojhilatê Kurdistanê, armanca sereke ya vê pêngavê der barê dewleta Tirk ya qirker de ye ku serkêşê dijminatiya Kurdan e. Belkî niha li dijî Rojhilatê Kurdistanê êrişeke dagirkirinê ya yekser a dewleta Tirk tine ye. Lê dewleta Tirk êrişî herêmên tevgera azadiyê ya Rojhilat PJAK-KODAR lê dimîne kir. Ev jî delîleke din a dijminatiya dewleta Tirk ya li dijî Kurdan hemûyan e. Jixwe êrişa dewleta Tirk ya li dijî destkeftiyên gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojava û Şengalê tê wateya êrişa li dijî Rojhilatê Kurdistanê jî. Ji ber ku li van deran armanca tinekirina destkeftiyên Kurdan; li Rojhilatê Kurdistanê jî astengkirina çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Pêngava ku Desteya Rêveber a KCK'ê dayî destpêkirin gelekî giring e. Bi taybet di rewşa şerê 3. yê cîhanê de, tevgera hevbeş ya Kurdên li çar beşên Kurdistanê, Ewrûpa û her devera cîhanê xwediyê nirxekî mezin e. Gelê Kurd di hest, fikir, ruh û feraseta siyasî de piranî bûye yek, niha jî dê vê di pratîkê de nîşan bide. Gelê Kurd li her beşa Kurdistanê li dijî dagirkirina Rojava ev hest û helwesta xwe danî holê. Di vê pêngavê de jî wê gelê me bikeve nava hevkariyeke hîn xurttir. Daxuyaniya KCK'ê ruhê yekîtiya netewî daniye holê. Pêkhatina vê yekê wê ji bo tekoşîna azadiya gelê Kurd rewşek nû biafirîne. Heta ev pêngav dê di warê têkoşîna Kurdan ya hevpar de qonaxek nû bide destpêkirin. Êdî çarenûsa Kurdan pir bi hev ve hatiye girêdan. Serkêşî û pêşengiya dewleta Tirk ya dijminatiya Kurdan ev çarenûs hevbeş kiriye. Di encama polîtîka û pêkanînên salan yên dewleta Tirk de, gelê Kurd ev rastî pir zelal dîtiye. Lewma jî pir giring e ku berê têkoşînê vegere dewleta Tirk ya serkêşê dijminatiya Kurdan. Kurd nikarin çavên xwe bigirin û vê rastiyê nebînin.

Dewleta Tirk polîtîkayek wisa dimeşîne, welatên Ereban ku yekser rû bi rûyê qirkirina dewleta Tirk namînin jî, li dijî Tirkiyê xwe neçar hîs dikin helwesta hevbeş daynin holê. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. Vêca ji bo Kurd li dijî dewleta Tirk helwesta hevbeş nîşan bidin, sed qat zêdetir sebebên xwe hene. Di rewşekê de ku Ereb xwe neçar dibînin helwesta hevbeş nîşan bidin, Kurd vê yekê nekin dê ev bibe xefleteke dîrokî. KCK'ê tam di dema wê de û bi tesbîteke di cih de, pêngavek azadiyê da destpêkirin ku Kurd hemû li dijî dewleta Tirk hevbeş tevbigerin. Ji bo li çar beşên Kurdistanê azadî pêk were, divê tecrîd, faşîzm û dagirkerî bi dawî bibe. Ji vî alî de jî KCK'ê armanc pir sade û zelal danîne holê.

Di serî de dewleta Tirk, dijminên Kurdan dixwazin Kurdan parçe bikin û ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe ji vê rewşa parçeyî sûdê bigirin. Di vê rewşê de ev pêngav zêdetir bi qedir û qîmet dibe. Bi vî rengî dê bibe pêngava xirabkirina lîstika hêzên qirker jî.

Bêguman di serî de dewleta Tirk ya qirker dijminên Kurdan û yên ji yekbûna Kurdan nerazî, dê ji bo pûçkirina vê pêngavê bikevin nava hewldanan. Dê hewl bidin wê hêza siyasî ya ku têkoşîna hevpar a Kurdan derxe holê asteng bikin. Ji vî alî de pir giring e ku pêngav bi awayekî rêxistî hevbeş bibe û bi vî rengî astengan derbas bike.

Li ser vî bingehî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Kurdên li çar beşên Kurdistanê û hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên li derveyî welat. Ev pêngav bi demê nehatiye sînorkirin. Hem pêngavek bi lez û pêwîst e, hem jî divê encamê bigire. Erkeke dîrokî ye ku em bi armancên vê hamleyê ve klît bibin, derfetên têkoşînê hemû ji bo serkeftina pêngavê pêşkêş bikin. Vê pêngavê di dema Corona'yê de dest pê kir. Hêzên desthilat û qirker dê bi bahaneya Corona bixwazin civakîbûn û bibandorbûna pêngavê asteng bikin. Bi taybet jî dewleta Tirk ji pîr û kalan re derketina derve qedexe dike, hewl dide her çalakiya muxalefeta civakî asteng bike. Lê ti karekî xwe û ti karekî xwe yê dagirkirin û qirkirinê ranawestîne. Di vê rewşê de eşkere Corona ji bo astengkirina têkoşîna li dijî faşîzmê tê bikaranîn. Hêzên desthilat, dagirkerên kapîtalîst, AKP-MHP ya faşîst û qirker, Coronayê dikin amûr û sebeba dewama desthilata xwe. Li dijî vê, helwesta gelê Emerîkayê ya li hemberî polîtîkayên rêveberiyê nimûneyek e. Dîsa li gelek welatan di serî de jin û ciwanan tevdîrên xwe girtin, daketin meydanan. Bi vî awayî li dijî bikaranîna Corona ya mîna amûrek dewama desthilat û dagirkirinê ji aliyê desthilatan ve, helwesta xwe ya şoreşger-demokratîk danîne holê. Êdî wezîfeya hêzên şoreşger û demokratîk e ku li gorî dema Corona xwe rêxistin bikin û çalakiyan pêk bînin. Divê destûr nedin û nepejirînin hêzên desthilat Corona ji bo bê-çalakî û bê-tekoşîniyê bikin bingeh û sebeb. Divê bi pêşxistina rêxistin û şêwazê çalakiyê lîstika wan xirab bikin û tekoşînê xurt bikin. Gelê Kurd di nava tekoşîna şoreşger-demokratîk de tecrubeyeke mezin a dehan salî qezenc kiriye. Bi wê hêviyê ku gelê Kurd ji bo têkbirina dijminên xwe di dema Corona de jî tekoşînê bi rêbazên pêwîst û bi bandor bimeşîne, dijiminên xwe bi bin bixe û bigihê serkeftinê.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA