Sûcên şer ên artêşa Tirk meha Hezîranê dewam kirin

Artêşa Tirk a dagirker-qirker li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li tunelên berxwedanê meha Hezîranê 129 caran çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar anî.

SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK

Artêşa Tirk a dagirker-qirker ji êrişa 10'ê Sibata 2021'ê ya li ser Garê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê, li Metîna, Zap û Avaşînê li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bênavber bi kar tîne. Artêşa Tirk a dagirker tenê meha Hezîranê 129 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrişî gerîla kir.

Li gorî daneyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên meha Hezîranê bi vî rengî ne:

30, 31'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî tunelên li Qada Berxwedanê ya li Girê FM'ê 21 caran gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bikaranîn.

29'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 8 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

2 û 3'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 27 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.

2 û 3'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4 û 5'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 13 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.

4'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

6'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 7 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.

7'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.

8'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

9'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

11'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

13 û 14'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê yên Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, carekê jî bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

13 û 16'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

16'ê Hezîranê li herêma Metînayê tunelên li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê bi gazên kîmyewî, 6 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

18 û 19'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

20'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

21 û 23'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

23'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

24'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

24'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

25 û 26'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.