Serfiraziya sala pêncîyemîn li Zapê tê bidestxistin

Bêguman tu dek, dolab, zext, zilm û xapandin wê nikaribe faşîzma AKP û MHP’ê rizgar bike. Tê zanîn sefer li ser Zapê dikare were kirin wê ew ê tu carî bi ser nekevin. Li Zapê bi tenê wê serfiraziya gerîlayên azadiyê heye.

Wekî hemû kesên bihistyar dizanin ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve li Zap û Avaşînê şerekî herî giran ê dîrokê tê jiyîn. Rêveberiya AKP û MHP’ê çeteyên xwe yên faşîst ku di zivistanê de ew amade kirin, wekî ku berê wan bide mirinê, ew ji bo êrişan şandine ser Zap û Avaşînê. Dixwazin li vir gerîlayan têk bibin, vê axa herî dijwar û xweşik a Kurdistanê desteser bikin û dagirkeriyê pêk bînin. Di serî de DYE, Elmanya, Îngîltere hemû dewletên NATO’yê, rêveberiyên PDK û Iraqê jî piştgiriyê didin êrişa dagirker û qirker.

Gelekî zelal e li hemberî vê êrişa dagirker û îmhakirinê gerîlayên HPG û YJA Starê yek ji berxwedana herî mezin û watedar a dîrokê dikin. Gerîla dixwaze serfiraziya sala pêncîyemîn a Tevgera Apoyî li Zapê ya ku diyarê serfiraziyên dîrokî ye, bi dest bixe. Danheviya mezin a çil salan û tecrubeya dîrokî ya par dixwazin di vê berxwedanê de bi kar bînin. Li pişt wê jin û ciwan di serî de gelê Kurd ê li her çar parçeyan û li derveyî welat û piştgiriya şoreşger û demokratên Tirkiyeyê hene.

ŞERÊ DAWÎN

Şer yek ji karê zehmet ê jîndaran e. Ji ber ku li ser xeta kuştin û mirinê ye. Ji bo ku nemire divê bikuje. Tê dîtin ku şerê li Zap û Avaşînê jî gelekî dijwar e. Aliyên şer rewşê wisa îfade dikin. Bêguman ev rewş ji ber rastiya şer e. Lê li aliyê din jî tevî kesên di şer de şer dikin û jiyana xwe ji dest didin, di warê feraset û hêzên ku temsîl dikin, tê wateya man û nemanê. Her kes dibîne ku ev şer şerê dawîn ê faşîzma AKP û MHP’ê ye. Ji bo ku li ser xwe be û temenê xwe dirêj bike, divê teqez di vî şerî de bi ser bikeve. Ji ber ku kesên kor jî dibînin têkçûna wan a li Zapê tê wateya ku li Enqereyê wê têk biçin.

Di heman demê de rewşa berevajî vê jî heye. Faşîzma AKP û MHP’ê heke li Zapê bi ser bikeve wê ev tişt were wateya ku rêveberiya Enqereyê wê bi ser bikeve û wê di encama vî tiştî de we li ser Kurdistan û Erebistanê jî şerê dagirkeriyê bidomîne. Ango wê kesayetiya Tayyip Erdogan bibe Yavûz Selîmekî nû. Jixwe êrişa dagirker di 26’ê Tebaxa 2016’an de bi dagirkeriya Cerablûs û Babê dest pê kir. Bi dagirkeriya qada Dabikê ya ku ji Yavûz Selîm re deriyê Rojhilata Navîn vekir re, dest pê kir. Li kêleka Erdogan Bîden û Barzanî jî hebûn. Niha jî di bi heman kesan dixwaze deriyê Kurdistan û Rojhilata Navîn ji xwe re veke.

Diyar e gerîlayên PKK’ê vê rastiya dîrokî baş dibîne. Nexwe xwedî bîreke xurt a dîrokî ye. Di heman demê de dizanin Zap û Avaşîn di warê erdnîgariyê de ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd û ji bo şerê gerîla jî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji ber vê diyar dikin şerê Zapê ya ku biryargeha gerîlayan e, ji bo wan tê wateya şerê man û nemanê. Li gorî wan kêm zêde wê şerê hebûn û azadiyê ya gelê Kurd wê derbeke giran bixwe. Heke PKK li Zapê têk diçe wê li cihên din jî nikaribe xwe bi cih bike. Dewleta Tirk a ku PKK îmha û tasfiye kiriye, wê bixwaze hemû Kurdbûnê tune bike. Mantiqa qirkirinê ya bi sedan sal in li ser gelê Kurd didome wisa ye. Ji ber wê ew ê piştî PKK’ê dor were ser rêxistinên Kurdan ên din. Li hemberî dewleta Tirk a ku PKK îmha kiriye wê tu rêxistineke Kurdan nikaribe  bisekine. PDK? Cihê wan ji zû ve amade ye. Heke bixwazin wê bibin Tirk û wê li Stenbolê li ser milkên xwe bijîn. Heke bixwazin wê bibin Emerîkayî û li Washîngtonê bijî. Heke bixwazin dikarin vegerin ser eslê xwe û li Îsraîlê bi cih bibin.

Gelo şerê ku bi dehan sal in didome, çawa hate vê astê? Divê nehata vê astê. Di şerê sala 2021’an de li Garê, Metîna, Zap û Avaşînê faşîzma AKP û MHP’ê têk çûbû û îradeya wê şikestibû. Wê zehmet bûya şerekî wisa bikira. Lê di 17’ê Nîsanê dest bi şerekî wisa kir. Çima? Ya yekemîn taktîka dek û dolaban a Erdogan vê carê bi ser neket. Tecrîd û êşkenceya giran a li Îmraliyê ji ber vî tiştî tê kirin. Ya din dibe ku Kurdbûna noker ango daxwaza zêde ya PDK’ê rê li ber vî tiştî vekiribe. Ya sêyemîn jî dibe ku ji ber şerê Ukraynayê ya ku dirêj bûye û negihiştiye tu encamê, êrişeke wisa ava bûye. Ji ber ku şerê Ukraynayê, pêdiviya enerjiyê ya DYE, Elmanya, Îngîltere û welatên Ewropayê gelekî zêdetir kir. Niha jî ev hêz AKP û PDK’ê diajon ser gerîla, bi têkbirina PKK’ê re dixwazin ji bo veguheztina enerjiyê ya qaçax rê ji xwe re vekin. Diyar e li holê toreke mezin a qaçaxvaniyê heye. Çapemenî li ser vî tiştî nasekine û vê qaçaxvaniyê baş analîz nake.

Ji ber van sedeman faşîzma AKP û MHP’ê kete nav şerekî wisa. Jixwe ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne tu rêyeke wê ya din tunebû. Wekî di êrişa Garê de ya di Sibata 2021’an de berê xwe da rewşa wekî qumarê. Di encama şerê şeş salî de, hate asteke wisa. Wekî çareya dawîn jî xwe avêt nav vî karê ku di dîrokê de herî dijwar bû. Bêguman wê şer nîşan bide, ka ew ê ji vê rewşê derkevin an na.

Ev şer wekî çareya bêçariyeke wisa derketiye olê. Di eniyên şer de 24 saetan şer heye. Wekî Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg ku di Sibata 2008’an de artêşa xwe neavêtin nav berfê. Lê wekî 14’ê Gulana 1997’an li benda hewaya germ jî neman. Li girên ku şer didome berf heliyaye yan jî kêm bûye, lê bi şev hewa sar e.

Çeteyên faşîst û dagirker ên AKP û MHP’ê di tariya şevê de bi helîkopteran datînin ser giran. Lê li hemberî wan gerîlayên ku xwe li qadê bi cih kirine û li gorî derfetên xwe amadebûyî hene. Gerîla derdikeve pêşberî van çeteyên faşîst. Li gelek deran şer bi qasî dûrahiya avêtina bombeyan pêk tê. Carinan fuzeyên gerîla ji çeteyên faşîst û dagirker re dibêjin merhaba. Gelek caran bombeyên di erdê de hatine veşartin ji dûr ve tên teqandin û çeteyên dagirker nizanin êriş ji ku tê. Li hemberî van tiştan jî hêza dagirker teknîka şer a herî dawîn a NATO’yê bi kar tîne. Şev û roj bi balefirên şer li qadan didin. Her cure helîkopter ketine vî şerî. Balefirên keşfê dixwazin ji hewayî her dem rewşê kontrol bikin. Hawan û obus di serî de, bi topan li qadê tê xistin.

Diyar e ku şerê li Zapê him dijwar e û him jî bi awayekî dijwar tê jiyîn. Ne wekî ku mirov ji dûr ve aqil bidiyê û qaşo analîzan bike. Ne rewşeke wisa ye ku mirov ji TV’yê temaşe bike. Bîlançoya şerê ku li Zap û Avaşînê gelekî giran e. Fermandariya gerîla her carê balê dikişîne ser vî tiştî û bêyî ku rewşê ji gel veşêre, rojane bîlançoyan dide.  Lê Hûlûsî Akar û koma wî yên ku êdî nikarin li biryargehên tabûrên Gever û Çeleyê cih ji cenazeyan re bibînin, bêdeng in. Dibêjin qey wisa wê karibin rastiyan ji raya giştî ya Tirkiye û dinyayê veşêrin. Heta astekê derfeta vî tiştî heye. Ji ber ku ev leşkerên wan hemû pereyan distînin û bi hemûyan re ji bo mirinê peyman hatiye çêkirin. Gelek caran agahiyan jî nadin malbatên wan û mirina leşkeran jî îlan nakin.

Bêguman tu dek, dolab, zext, zilm û xapandin wê nikaribe faşîzma AKP û MHP’ê rizgar bike. Ev hesap bi tenê xeyalên pûç ên Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî ne yên ku li ser hev li rêzefîlmên Osmaniyan temaşe dikin. Tê zanîn sefer li ser Zapê dikare were kirin wê ew ê tu carî bi ser nekevin. Li Zapê bi tenê wê serfiraziya gerîlayên azadiyê heye. Çawa ku di Sibata 2008’an de vîzyona Yaşar Buyukanit  û Îlker Başbûg qels bû, niha jî wê di şexsê Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî de wê feraseta qirker a dewleta Tirk dagirker li Zapê di dîrokê de têkeve binê axê. Vê carê wê Zap bibe şahidê serfiraziya gerîlayan.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka