Sê Tirkiye û di siyasetê de pêvajoya guherînê

Pîrozbahiyên sedsaliya ragihandina Komarê bi awayekî eşkere nîşan da ku di nav sînorên niha yên Tirkiyeyê de bi rastî sê Tirkiye hene. Ev rewş di hilbijartinên dawî yên giştî û herêmî de ji xwe bi awayekî zelal xuya bû.

Pîrozbahiyên sedsaliya ragihandina Komarê bi awayekî eşkere nîşan da ku di nav sînorên niha yên Tirkiyeyê de bi rastî sê Tirkiye hene. Ev rewş di hilbijartinên dawî yên giştî û herêmî de ji xwe bi awayekî zelal xuya bû. Dema ku encamên hilbijartinê li ser nexşeyê bi rengan hat nîşandan, herkesî bi çavên xwe van sê Tirkiyeyan dît.

Ji van Tirkiyeyan ya yekem ew beşe ku ji Mersînê heta Îzmîrê û ji wir jî heta Stenbolê li ber peravên Behra Spî û Egeyê dirêj dibe ye. Li vir partiya yekem CHP’ê ye. Di warê rêveberiyên herêmî de bi giranî di destê CHP’ê de ye. Meyla îdeolojîk-siyasî ya beşa civakî ya li vir neteweperestiya laîk e. Di vê qadê de û bi vî rengî gihiştiye burokrasiya sermaye-siyaset-leşker, yanî civaka modernîst a Ewropayî ya ku ji aliyê dewleta Tirk a Kemalîst ve hatiye pêşbînîkirin.

Ya duyemîn jî ew beşe ku bi giranî di şiklê xeta sînorê Sûriye, Iraq û Îranê de ye, yanî bakurê Kurdistanê ye. Li vir partiya yekemîn tevgera ku bi HEP'ê dest pê kir û di destpêka sala 1990'î de ket qada siyasetê, îro piştî HDP'ê bi HEDEP'ê dewam dike. Heya ku ji aliyê qeyûman ve neyê desteserkirin, rêveberiyên herêmî di destê vê tevgerê de ne. Meyla îdeolojîk-siyasî ya beşa civakî ya li vir xeta azadî û demokrasiyê ye. Ev meyl li bajarên metropolên Tirkiyeyê jî bi taybetî li Çukurovayê pêş dikeve.

Ya sêyem jî beşa di navbera beşên yekem û duyemîn de ye û li ber peravên Deryaya Reş dirêj dibe. Li vir partiya yekemîn AKP-MHP’ê ye. Di rewşa heyî de rêveberiyên herêmî yên li derveyî Enqereyê di destê AKP-MHP’ê de ne. Meyla îdeolojîk-siyasî ya beşa civakî ya li vir neteweperestiya olî ye. Em dikarin vê jî wekî îslamîzma desthilatdar û tirkperestiya nijadperest îfade bikin. Ev meyla xwedî aliyeke ku ji Cemiyeta Îttîhad û Terakkî tê. Bi xeta Bayar û Menderes berdewam kir, bi xeta Demîrel û Ozal re bû yek û herî dawî bi tifaqa AKP-MHP’ê re şênber bû û şeklê xwe yê dawî girt.

Tirkiye yekem pîrozbahiyên civakî di sedsaliya ragihandina Komarê de li dar xist bû. Tirkiyeya sêyemîn bi piranî bi merasîmên dewletê derbas kiribû. Di rewşa heyî de di rêveberiya dewletê de cih girtin, mecbûr kir ku tevlîbûnek wiha raber bike. Di eslê xwe de ew zêde ne alîgirê komarê ye, mutleqîzma Osmanî hembêz dike. Bi taybetmendiya xwe ya takekesî di van demên dawî de hewl dide nêzîkatî û helwesteke bi tevlîhevkirina xeta Osmanî-Îttîhadperestî û Kemalîst pêş bixe. Tirkiyeya Duyem jî, ji ber rewşa îro, zêde eleqe nîşanî pîrozbahiyên Komarê nedan. Ew komara heyî ji ber ku nehatiye demokratîzekirin bes nabîne û neyînîyên sedsala borî yên bê demokrasî rexne dike û derbaskirina wan pêwîst dibîne.

Ji sala 1950’î ve rêveberiya Komara Tirkiyeyê bi giranî di destê meyla sêyemîn de ye. Her çiqas dem bi dem darbeyên leşkerî û rêveberî hebin jî û rêveberiyên CHP û SHP'ê yên demkurt hatine avakirin jî, ev rewş ne di wê astê de ye ku rêgeza giştî ya mijara gotinê binpê bike. Her çendî bi hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê yên Gulana borî ve hewl hat dayîn ku ev rewş xira bibe jî, lê bi ser neket.

Bê şik li gor nêrîna me sedema sereke ya vê têkçûnê kêmasî û lawaziya tevgera azadî û demokrasiyê ye. Bi rastî jî di warê hişyarkirin û balkişandina li ser girîngiya hilbijartinan de tu kêmasiyeke cidî çênebûye. Lê kêmasiya xebatên pratîk-rêxistinî yên beriya hilbijartinan û di dema hilbijartinê de qelsiya wê di gihandina potansiyela objektîf û seferberkirina wê de derxist holê. Di plansazkirin û pêkanîna pratîka hilbijartinê de jî xeletî kirin.

Her çend ji bo me sedema sereke ev be jî, rewşa Tifaqa Millet û namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ku li dijî Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhure, bû sedemeke girîng a vê têkçûnê. Ji ber ku ev mijar bi berfirehî hatine nîqaşkirin, em naxwazin li vir dubare bikin. Tevî hemû axaftinên Tifaqa Milletê ya beriya hilbijartinê jî, bi bûyerên piştî hilbijartinê re bi awayekî zelal derket holê ku bi rastî çi qewimî. Ev pêkhateya ku bi navê 'Tabloya şeşan' jî tê binavkirin, li şûna ku tifaqa ji bo desthilatdariyê çêbike, bi giranî hate dîtin li gorî berjewendiyên partiyan ên hêsan tevdigere.

Lê faktora Kemal Kiliçdaroglu jî heye. Divê ev faktor tu carî sivik neyê hesibandin. Em ji bîr nekin ku AKP û Tayyîp Erdogan li şûna hikûmeta koalîsyonê ya bi serokatiya Bulent Ecevît ku nekariye komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birêve bibe, hatine wezîfedarkirin. Li ser vê bingehê teqez e ku hem AKP’ê hem jî Tayyîp Erdogan proje ne. Dema ku ev proje nikari bû karê xwe bidomîne, pêşî Kemal Kiliçdaroglu û piştre jî Devlet Bahçelî wek projeyên bi vî rengî hatin xurtkirin. Kemal Kiliçdaroglu kirin serokê giştî ya CHP’ê û di eslê xwe de ji bo ku Tayyîp Erdogan û AKP’ê li ser desthilatdariyê bin, bingehekê ava bike û ev erka xwe baş bi cih anî. Dema ev têra Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê nekir, Devlet Bahçelî hat wezîfedarkirin û bi avakirina tifaqa AKP-MHP’ê hikûmeta heyî hat parastin.

Ev rewş zêde eleqeya xwe bi kesayet, têgihiştin û taybetmendiyên Kemal Kiliçdaroglû re nîne. Di vî warî de mirov dikare behsa aliyên erênî yên bên qebûlkirin ên Kemal Kiliçdaroglu bike. Wê demê her tişt girêdayî pergala modernîteya kapîtalîst, avahiya komara Tirk a ku parçeyek ji wê ye û bi awayekî şênbertir pêkanîna zîhniyet û siyaseta antî-kurd a faşîst, mêtinger û qirker e. Çerxa desthilatdarî û dewletê jî li gorî wê hatiye afirandin û yên ku têkevin nava wê jî, li gorî wê rol û wezîfe tên danîn.

Ya rastî beriya hilbijartinên Gulanê dihat gotin ku Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartinê de bi ser nakeve. Bi rastî jî di her du hilbijartinên berê de bi xwe nebû namzed, lê bi tifaqên ecêb namzedên din derxistibû pêş. Lê di hilbijartinên Gulanê de, di demekê de ku desthilatdariya Tayyîp Erdogan qels bû û teqez diviyabû bihata hilweşandin, Kemal Kiliçdaroglu ji bo bibe namzedê serokkomariyê gelekî dilxwaz û bi israr bû. Her çend me ji xwe pirs kir ku gelo ew ê bi tifaqên xwe yên niha serkeftî bin jî, piştî hilbijartinê diyar bû ku rewşa rastî berovajî ye. Bi rastî jî Kemal Kiliçdaroglu bû namzed ku Tayyîp Erdogan demeke din li ser desthilatdariyê bimîne. Bi gotineke din, yên ku peywira sereke didin, ew guncav dîtin. Tevî ku ji temenê xwe yê biçûk ve di nava siyasetê de cih negirtiye û di nava ti tevgerê de mezin nebûye jî, divê sedema bingehîn a ku Kemal Kiliçdaroglû di serokatiya CHP'ê de ewqasî israr dike ev be.

Piştî hilbijartinên Gulanê nêrîna giştî ya wekî 'Tayyîp Erdogan tenê li hemberî Kiliçdaroglû dikare bi ser bikeve û ev yek pêk hat' zelal bû. Em jî di nav wan kesan de bûn ku bi vê nêrînê razî bûn. Ji bo vê jî me nîqaşên 'Guhertinê' yên li nava CHP'ê şopand û girîng dît ku nirxandina "Ji bo Tirkiye biguhere divê CHP’ê biguhere" bikin.

Niha jî di 4’ê Mijdarê de Lijneya Giştî ya Asayî ya CHP’ê civiya û di tûra duyemîn de serokê xwe guhert. Kemal Kiliçdaroglu derket û Ozgur Ozel wek serokê nû hat hilbijartin. Ew komcivîn CHP’ê mîna ku Bulent Ecevît li hember Îsmet Înonu di sala 1972’an de bi dest xistibû, pêk hat. Di nava xwe de jî parçebûnek heye. Lê ne diyar e ku ev guhertin dê di polîtîkayên CHP’ê de bibe sedema çi guhertinan. Hîn ne diyar e ka Ozgur Ozel projeyek din e yan na. Ji bo vê jî bi taybetî ji aliyê eniya azadî û demokrasiyê ve divê nirxandinên şaş neyên kirin û nekevin bendewariyên ji rêzê.

Lê ev jî girîng e ku Kemal Kiliçdaroglu di 4’ê Mijdarê de, beriya hilbijartinên herêmî yên ku dê di dawiya meha Adarê de bên kirin, wezîfeya xwe ya serokatiya CHP’ê winda bike. Divê ev rewş tu carî biçûk neyê dîtin. Em teqez gihîştibûn vê qenatê: Ji bo Tayyîp Erdogan bikeve, divê berî her tiştî Kemal Kiliçdaroglu ji serokatiya CHP’ê derkeve. Niha ku ev yek pêk hat, diyar e ku dora Tayyîp Erdogan hatiye. Em di wê baweriyê de ne ku bi milyonan kes vê yekê di dilê xwe de ango bi awayekî eşkere tîne ziman. Piştî komcivîna dawî wê di nav CHP'ê de parçebûn çêbibe; li ser vê yekê em hê nikarin tiştekî bibêjin. Lê em bi rehetî dikarin bibêjin ku bi ketina Tayyîp Erdogan re wê AKP’ê jî perçe bibe. Ji Çima? Ji ber ku AKP’a heyî şebekeya kesên xwedî berjewendî ye ku li dora desthilatdariya Tayyîp Erdogan kom bûne. Deynê ku di sala 2001’an de DYA’yê û derdorên mîna wan dabûn Tayyîp Erdogan, êdî qediya. Şerê dawî yê Xezeyê mîna qada herî dawî ya Tayyîp Erdogan e ku bikar bîne. Ji ber vê yekê berî demeke dirêj bigire, divê li benda hilweşîna Tayyîp Erdogan be. Bê guman, em ji niha ve nizanin dê kengê û çawa pêk were.

Em nizanin dê di MHP’ê de çi bibe. Lê em dikarin bi rehetî bibêjin ku di siyasetê de pêvajoya guherînê dest pê kiriye.

Gelo ev pêvajo wê ber bi ku ve biçe? Îhtimal heye ku CHP’ê li ser bingeha Tirkiyeya xwe bisînor bimîne. Ger rêveberiya Ozgur Ozel polîtîka û şêwaza îttîfaqê di esasê de dijberiya li hemberî kurdan aliyek be jî derbas bike, dikare weke Ecevît, demek kurt be jî pêşketinekê bi dest bixe. Lê îhtîmala ku hinek derdorên çep û Elewî ji CHP’ê qut bibin jî ne kêm in. Ji ber ku dawiya emrê Tayyîp Erdogan hatiye, xuya ye wê di siyaseta Tirkiyeyê de guhertinên gelekî cuda pêk werin. Ev hemû bi awayekî zelal nîşan didin ku rêya tevgera azadî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, yanî Tirkiyeya duyemîn, pir zelal e û ger xeletiyên cidî neyên kirin û ev geşedan rast bên nirxandin, HEDEP’ê îhtîmala herî xurt e ji bo pêkanîna vê avakirina Tirkiyê ya nû. Wê demê pêwîstî bi reşbînî û tengbûnê nîne; em bi hêvî û berfirehî bixebitin û bi gavên xurt pêş ve biçin!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka