Sala 24'an a komploya 9'ê Cotmehê

Eşkere ye ku sala 24'an wê bibe sala hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê. Lê belê hêza esasî ya ku komployê dewam dike DYE ye. Em baş bi vê zanin û di vê de jî ti carî şaş nabin.

Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotrmeha 1998'an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û têkoşîna li dijî komployê dikeve sala 24'an.

Hêzên ku Kurdistan parçe kirin û xistin bin serweriya mêtingerî-qirkeriyê, 23 sal in bi rengê komplogerî êrişî wê hêzê dike ku dixwaze Kurdistanê azad bike û bike yek.

Li ser bingeha êrişeke bi vî rengî yek ji şerê herî qirêj ê dîroka Kurdistanê 23 sal in tê meşandin û çareseriya pirsgirêka bi navê 'pirsgirêka Kurd' tê astengkirin.

Kurd bi pêşengiya Rêber Apo 23 sal in li dijî komploya navneteweyî bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li ber xwe dide û têkoşîna azadiyê bênavber dimeşînin.

Ev têkoşîna ku ji bo azadiya Kurdistanê tê kirin, di heman demê de ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn e, ji bo rizgariya mirovahiyê ye.

Têkoşîna herî mafdar, herî watedar, herî rast û di heman demê de herî zehmet a dîrokê ye. Em vê têkoşîna mirovahiyê û azadiyê silav dikin ku 23 sal in li ser xeta fedayî tê meşandin û şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Di sala 24'an de serketinê ji her kesî re dixwazin.

Niha em li beriya 23 salan vegerin û hewl bidin rewşa niha û ya paşerojê ya gengaz fêhm bikin.

Bi jihevketina Yekîtiya Sowyetan re DYE bi navê 'Sîstema Cîhanê ya Nû' stratejiyek ava kir û dest bi şerê cîhaneke nû kir.

Piştî ku rêveberiya Saddam Huseyîn 2'ê Tebaxa 1990'î Qûweyt dagir kir, sûd ji vê yekê wergirt û ji bo Rojhilata Navîn bixe bin kontrola xwe dest bi tevgereke berfireh a leşkerî kir.

Dixwest Îran, Iraq û Sûriyeyê bê bandor bike ku jê re 'Çarçoveya Şer' digot û dewleta Tirk jî bi kar bîne. Dewleta Tirk jî li hemberî vê yekê daxwaza 'Tunekirina PKK'ê' ferz kir, rêveberiya DYE'yê ya wê demê 'Bi armanca tunekirina PKK'ê êrişa bi navê 'komploya navneteweyî' plan kir. Plan ji aliyê serokê wê demê Bill Clinton ve hate îmzekirin û ji aliyê tevahiya rêveberiyên DYE'yê bi cih hate anîn.

Plan ji bo îmhakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tasfiyekirina PKK'ê bû. Li ser vê bingehê zext li ser Serokdewletê wê demê yê Sûriyeyê Hafiz Esad hate kirin, hin soz jî jê re hate dayin û kirin ku Rêber Abdullah Ocalan 9'ê Cotmeha 1998'an ji Sûriyeyê derkeve.

Li gorî planê wê destûr nehata dayin ku bigihêje Yewnanistanê û di vegerê de jî wê li hewayê bihata tunekirin. Ji bo vê, tevî rêveberiya dewleta Tirk rêveberiyên wê demê yên Misir û Yewnanistanê jî bi rengekî çalak hatin bikaranîn.

Komplo, piştî ku Rêber Abdullah Ocalan venegeriya û ji Yewnanistanê çû Rûsyayê, xera bû. Bi vî rengî plana îmhayê hate pûçkirin. Li ser vê yekê Rêveberiya DYE'yê li dijî Rêber Apo dest bi nêçirê kir û piştî çar mehan li Kenyayê asê kir û teslîmî dewleta Tirk kir.

Ji bo vê jî her kesên ku pêwîstî pê didît bi kar anî. Bi vî rengî wê dewleta Tirk darve bikira, li aliyekî PKK bihata tasfiyekirin, li aliyê din têkiliyên navbera Tirkiye û Yewnanistanê wê bihata sererastkirin û DYE hêza xwe ya li Rojhilata Navîn xurtir bikira.

Di serî de êrişa li ser Rêveberiya Saddam Huseyîn, wê rêveberiya dewleta Tirk piştgirî bida hemû êrişên DYE'yê yên li Rojhilata Navîn.

Eger em zêde qala berfirehiya mijarê nekin, 23 sal bi vî rengî derbas bûn. Rêveberiyên dewleta Tirk carna piştgirî dan DYE'yê, carna jî nedan. DYE'yê Rêveberiya Saddam Huseyîn hilweşand, lê belê li Îran û Sûriyeyê nekarî bigihêje daxwaza xwe.

Rêber Apo plana darvekirinê pûç kir, piştre jî 'polîtîkaya rizandinê' têk bir. Li ser vê yekê DYE ji bo biserxistina komployê Rêveberiay Tayyîp Erdogan wezîfedar kir.

19 sal in Rêveberiya AKP'ê ji bo biserxistina komploya navneteweyî ya bi piştgiriya DYE'yê kar dike. Lê belê encam li holê ye. Rêveberiya Tayyîp Erdogan a ku ji bo tunekirina PKK'ê hate wezîfedarkirin û 19 sal in şer dike, bi xwe li ber tunebûnê ye.

Rêber Apo diyar kir ku rola dewleta Tirk a di nava komployê de 'gardiyanî' ye. 23 sal in Rêveberiyên Dewleta Tirk ji bo komploya navneteweyî gardiyaniyê dike. 19 sal in jî ev wezîfeya gardiyaniyê ji aliyê Tayyîp Erdogan ve tê meşandin.

Di nava 19 salan de DYE'yê gelek caran firsend û şans da Rêveberiya Tayyîp Erdogan, bi qasî ku piştgirî neda kesî da Tayyîp Erdogan. Lê belê encam li holê ye.

Mîna Esat Oktay Yildiran, Tayyîp Erdogan jî nekarî wezîfeya xwe ya gardiyaniyê bi ser bixîne. Kir nekir li hemberî Rêber Apo û PKK'ê nekarî bi ser bikeve. Mîna rêveberiyên beriya xwe hatiye ber hilweşîn û jihevketinê.

Gardiyanê têkçûyî şensekî daxwazî bixwaze jî welê diyar e ku DYE di lêgerîna li gardiyanekî nû de ye û DYE vê şensê êdî nade.

Ji bo kesekî ku ewqas salan bi ser neketiye kî wê şensên nû bide? Diyar e ku DYE êdî naxwaze şenseke nû bi de Tayyîp Erdogan. Nikare barê Tayyîp Erdogan êdî hilgire. Nikare qirêjiya 19 salan paqij bike.

Ji ber vê yekê gardiyanê navborî vê carî serî li Rûsyayê dide û hinekî şantajê dike, bi vî rengî dixwaze piştgiriyê ji Rûsyayê werbigire ji bo karibe temenê xwe dirêj bike. Bi vê helwestê ji aliyekî ve şantajê li DYE'yê dike, li aliyê din jî bi gotina 'Hûn ê jî winda bikin' gefê li Rûsyayê dixwe.

Gotiye, 'Ya hûn ê temenê desthilatdariya min dirêj bikin ya jî hûn ê neçar bimînin ku min li welatê xwe qebûl bikin'. Bêguman divê mirov ne li bendê be ku Rûsya piştgiriyeke zêde bide hêzeke ewçend lawaz.

Rewşa dawî ya gardiyaniya 23 salan bi vî rengî ye: Gardiyanê dawî Tayyîp Erdogan ji ber her derî tê qewirandin û êdî derî hemû lê têne girtin. Baş e wê ji niha û pê ve çi bibe? Gelo wê DYE karibe gardiyanekî nû bibîne û vê êrişê dewam bike? Yan jî Rûsya bi nêzîkatiya pragmatîst hîn bêhtir bi kar bîne?

Lê belê yê ku bi kêrî DYE'yê neyê bi kêrî Rûsyayê jî nayê û têkiliyên navbera herdu hêzan firsendê jî nadin vê yekê.

Wê demê ya mayî ew e ku gardiyan wê çi bike. Li gorî hinekan wê qedera xwe qebûl bike û hewl bide ku tiştên ku 19 sal in dizî ne rizgar bike.

Li gorî hinekan wê êrişên giran bike û hewl bide temenê xwe dirêj bike, yên dizîne biparêze. Ji bo rêveberiya Tayyîp Erdogan rêyeke din nemaye. Tecrîda hundir û derve ya ku ketiye navê ew gihandiye vê astê.

Lê belê çawa ku MHP'ê dawî li AKP'ê anî, AKP jî Tirkiyeyê diqedîne. Lewma nepêkane ku xeta AKP'ê êdî li Tirkiyeyê bê meşandin. Ji bo Tirkiyeyê pêwîstî bi pêngaveke nû heye, ev yek jî tenê bi demokratîkbûneke rasteqîn a xwe dispêre azadiya Kurdan dibe.

Ji ber vê yekê pêşî li HDP'ê vekiriye. Ji ber vê yekê deklarasyona HDP'ê ewqasî bandor kiriye. Ji bo Tirkiye ji tarîtiyê derkeve bûye mîna ronahiyekê. Ji bo CHP û yên din jî ji bilî xwenêzkirina li HDP'ê şenseke cuda nemaye.

Ev hemû ji bo DYE'yê derfetan kêm dike ku gardiyanekî nû bibîne û li ser vê bingehê komployê dewam bike. DYE neçar dihêle ku îradeya Kurdan û civaka Tirkiyeyê qebûl bike û li ser bingeha azadiya Kurdan demokmratîkbûnê qebûl bike.

Ji bo pirsgirêka Kurd a ku di nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hate afirandin û li Lozanê hate çêkirin, neçarî çareseriyê dihêle.

Eşkere ye ku ji bo vê yekê jî divê biryarnameya komploya navneteweyî ya ji aliyê Bill Clinton ve hatiye îmzekirin bê betalkirin. Wê demê wê komploya navneteweyî bi dawî bibe û pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê vekirin. Bi vî rengî hîn Bill Clinton sax e wê DYE şaşitiya dîrokî ya beriya 23 salan sererast bike.

Di sala 24'an a komploya navneteweyî de têkoşîn vê yekê tîne bîra mirovan. Eşkere ye ku sala 24'an wê bibe sala hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê. Lê belê hêza esasî ya ku komployê dewam dike DYE ye. Em baş bi vê zanin û di vê de jî ti carî şaş nabin.

Lewma bi hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê re divê firsen neyê dayin ku ji bo dewamkirina komployê gardiyanekî nû bê peydakirin. Divê em karibin faşîzmê û komployê bi hev re têk bibin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA