Sabrî Ok: Têkçûna AKP-MHP'ê şikandina mejiyê sed salî yê komara dewleta Tirkiyeyê ye

Sabrî Ok qala girîngiya hilbijartinên vê carê yên li Tirkiyeyê kir û got, "Têkçûna desthilatdariya AKP-MHP'ê şikandina mejiyê komara dewleta Tirkiyeyê ya sed salî ye. Bêguman rewşeke nû ye." Ok destnîşan kir ku dawiya desthilatdariya AKP'ê hatiye.

Endamê Konseya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî Ok beşdarî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû. Sabrî Ok li ser tecrîda giran a li Îmraliyê, Newroza 2023'an û hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên li Tirkiyeyê axivî. Hevpeyvîna bi Sabrî Ok re bi vî rengî ye:

Ev, du sal û nîv in, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd û îzolasyoneke dijwar heye. Rexmê ve yekê jî di Newrozê de xwedîderketineke zêde ya gel, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbû. Her wiha li platform û deverên cuda û qada navneteweyî jî xwedîderketineke zêde çêdibe. Sedema vê xwedîderketinê, sira vê çi ye? 

Di serî de careke din Newroza tevahiya gelê me, heval û hevrêyan û gelê di nava berxwedanê de pîroz dikim û bê guman di serî de Newroza Rêber Apo pîroz dikim. Rewşa Rêber Apo, mijara herî jiyanî û giring, divê her tim di rojeva rêxistina me û ya her hevalekî/ê de be û her kes dizane 24 sal bi helkehelk, em bibêjin wek polîtîkaya qirkirina gelê Kurd li ser Rêber Apo hat meşandin û 24 sal, bi lêhûrbûn, bi berxwedan, bi her awayî, Rêber Apo xwe gihand, ya jî heya îro li ber xwe dide. Dikeve sala 25’an. Ev, ji bo tevgera me, partiya me PKK’ê û tevahiya gelê me, ji bo her heval û hevrêyî/ê, ji bo dostên me jî mijareke giring û giran e. Çima ku derfet hemû hatin avakirin û gelê ku gihîştiye rastiya hebûna xwe û pêwistiya bi azadiya xwe û rexmê ku tevahiya cîhanê li ser modernîteya kapîtalîst ku li ser tevgera me, partiya me, zextan dike û dîsa jî PKK li ser pêyan e û ne tenê rojeva gelê Kurd, rojeva Rojhilata Navîn diyar dike. Wek alternatîf paradîgmayekê bi pêş dixe. Ev hemû rastiya Rêber Apo ne. Em çiqas jî bi dilsozî, duristî, di xet û şopa Rêber Apo de hewil didin her tim xwe ji nû ve ava bikin û ruhekê fedaî wek tê zanîn li çiyayên Kurdistanê û li her deverê, heval li ber xwe didin lê dîsa jî wek encam, Rêber Apo li Îmraliyê derdest e. Ji wê boneyê, ne em, ne gelê me û ne kesek Rêber Apo nas dike, hez dike û rêz diyar dike, ne rehet be. Em ê her tim vê êş û nerehetiyê bijîn. Ew ê bibe sedem ku bi awayekê baştir bibin bersiv, berpirsyariya xwe pêk bînin. Niha di Newrozê de bêguman, wek te jî anî ziman, çar parçeyên Kurdistanê, derveyê welat, ta ji Japonyayê bigire, li her dera cîhanê, Kurdek jî hebe Newroz bi ruhekê azadiyê, nasnameya Kurd û wisa hebûn û azadiya xwe pîroz kir. Lê hemû hestên gelê me, li kû derê jî pîroz bike, Newroz, hemû îrade û xwestek, hemû deng bi hev re derket. Ew jî çi bû, azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bû. Çima gelê me vê dixwaze? Rêber Apo vê jî dibêje; ji bo xwe dixwaze. Yanî eger gelê me, em ji bo Rêber Apo rojek zûtir azad bibe, bijî, her wiha her kes dizane ku derveyê Rêber Apo ne mimkûn e. Mesela, şiara me, em dibên ‘’Bêyî Rêber Apo jiyan nabe’’. Bêyî paradîgmaya Rêber Apo jiyan nabe. Ev ne jiyan e, jiyana bi rûmet, azad, bi îradeya azad bijîn, haya gelê me ji vê çêbûye, gelê Kurd di dîrokê de bi sedsalan her tim birçîbûna rêbertiyê jiyaye, kesek bi rastî bikare rêbertiyê bike, wek her gelê cîhanê bi nasnameya xwe bijî û azad be. Gelek rêberên Kurd rabûn, bi rolê xwe rabûn, xwedî helwest bûn, têkoşiyan. Mixabin, pirsgirêka Kurd ne meseleyeke normal bû, wek nasnameya gelekî dibû, erdnîgariya gelê Kurd, stratejîk û jeopolîtîk û çarparçekirin û duparçekirina Kurdistanê, her tim gelek destên navneteweyî, hêzên navneteweyî di nava pirsgirêkê de bûn. Rê nedidan, gelê Kurd, yê rêbertiyê dikin bikarin hilma xwe bigirin. Ji wê boneyê, gelek, wek Şêx Seîd, Seyîd Riza, wek Qazî Mihemed, hatin bidarvekirin û gelê Kurd her tim xewna vê dît. Êşa nebûna rêbertiyê dît. Îro rêberekê wek Rêber Apo, hemû cîhan jî çû ser wî, nekarî careke din di dîrokê de rêberê gelê Kurd tune bikin. Bi paradîgmaya xwe hebû, ne tenê ji bo gelê Kurd, li tevahiya mirovahiyê bandorê dike. Mesela, kesên li dijî modernîteya kapîtalîst, kesên bi nirxên demokrasiyê ve girêdayî û azadîxwaz û ekolojîk û bi taybetî azadiya jinan, ji çar parçeyên Kurdistanê, ji Rojhilata Navîn, Efrîkaya Başûr, ji Efrîkayê, ji Ewropayê, ji Japonyayê, ji her derê û paradîgmaya Rêber Apo bi qasê ku em belav bikin û bi mirovahiyê bidin famkirin, bixin rojeva mirovahiyê bi rastî mirovahî û gelek gelên têdikoşin, li ber xwe didin û li gorî vê paradîgmaya modernîteya demokratîk hezkirina wan a ji Rêber Apo, gelek e. Jê hez dikin, dixwazin fam bikin, ew wek pergaleke, wek enternasyoneleke nû li ser nirxên azadî û demokrasiyê, azadiya jinan û ekolojî hevûdin bigirin wek îradeyeke demokratîk. Ji bona vê hezkirina ji Rêber Apo, bi hebûn û paradîgmaya xwe, rojeva kesên demokrat, sosyalîst jî her wiha bigire. Pir normal e, heta em hewil bidin, em di vê baweriyê de bin, em çiqas bixin nav rojeva mirovahiyê, mirov wê ewqas nêzê hev bibin. Ew hişmendî, ew nêzîkahiya nirxên demokrasî û sosyalîzmê, jinên azad, zêdetir bi pêş bikevin û hêzeke navneteweyî, civakî derbikeve pêş. Ji wê boneyê, hezkirina ji Rêber Apo, xwedî derketina li Rêber Apo, tiştekê pir xwezayî, pir normal, heta kêm e. 

Newroza îsal, li çar aliyên Kurdistanê û her deverê ku Kurd lê ne, ji aliyê Kurdan û dostên wan ve bi coş û kelecaneke mezin hate pîrozkirin. Her wiha li qadên Newrozê, peyamên eşkere û zelal hatin dayîn. Tu, van peyamên li qadên Newrozê hatin dayîn çawa dibînî? Ev ê çawa biteyise li ser têkoşîna we ya azadiyê? 

Newroz, ji bo gelê Kurd, ji bo gelên din ên li ber xwe didin, bi taybetî gelên Rojhilata Navîn, rojeke taybet e bêyî guman. Rojeke çawa? Bi berxwedan, bi wêrekî û bi ruhê azadiyê, hatiye karkirin, jixwe ya gelê Kurd e, lê dagirkerî çawa bi her tiştî lîst, bi vê rojê jî lîst. Bi PKK’ê, Newroz careke din ket rojeva gelê Kurd. Berê çawa dihat pîrozkirin, her kes dizane. Lê pirtir, kesên dixwest vê berovajî bikin. Wan, digot roja biharê û nizanim çi ye, lê cewherê wê vala kiribû. Rêber Apo, ev roj, sala 1973’yan Bendava Çûbûkê, wateyeke wê heye. Ne bêwate bû. Tovê tevgera Apoyî li wir hat reşandin. Ev, pir giring bû. Ji wê boneyê, em îro dibêjin PKK, heman demê, wek partiya Newrozê ye. Heta ji wê boneyê em dibêjin gelê Kurd jî wek gelekê Newrozê ye. Bi Newrozê hay ji rastiya xwe çêbû. Bi ruhê Newrozê, ev ruhê dîrokî careke din ji xwe re ava kir. Bêyî zanîn salên 90’î, dagirkerî bi çi hovîtiyê, diçû bi ser gelê me de û dixwest ew roja neyê pîrozkirin. Her kes ji hev belav bibe, bi komkûjî û bi sûîkas, her wiha vê rojê ji me bidizin, ya jî ji destên me bigirin. Lê gelê me gav bi paş de neavêt, her tim lê xwedî derket, gelek bedel jî dan lê ew roj êdî bû roja gelê Kurd. Di dîrokê de cara yekem bi PKK’ê wisa bi ruhekê azad pîroz bikin, her wiha gelên li ber xwe didin, îsal jî wisa hat pîrozkirin. Bi rastî jî dagirkerî ne ku ev roj roja Newroza gelê Kurd e, te dît ez dest nedim, bila bi dilê xwe pîroz bikin, ew, ne aqil, ne exlaq, ne merhemeteke wisa bi vê dagirkeriyê re nîn e. Lê gelê me salên 70’yî ji heftan heta heftêyî, jin, zilam, pîr, pîremêr, her kes li qadê Newrozê, ji hemû qadan, bajar û bajarokan dizanî vê rojê bi dilê xwe bi wêrekî, bi serbilindî pîroz bikin û dagirkerî jî nikare biçe ser. Çimkî roja Newrozê bersiva xwe girtiye. Wisa jî hat pîrozkirin. Ji wê boneyê tiştekê derveyê bedeldayînê, derveyê ked û berxwedanê, li ser navê gelê Kurd hatiye nivîsandin, ev jî hebûn nîn e. Bi ked, bi bedel, berxwedan, Newroz jî wisa ye. Îsal bi milyonan, gelê me rabû ser pêyan û bi vê boneyê em careke din gelê xwe pîroz dikin. Bi rastî gelekê serbilind, li roja xwe xwedî derket hem jî bi dengekê bilind wek gava din te got, bi azadiya Rêber Apo ya fîzîkî wek yek ruh, yek hest, yek îrade, yek deng li her derê nîşan da û diyar kir. Bandora vê wê bêyî guman li ser pêşeroja me hebe. Jixwe Newroz heman demê roja nû, heman demê destpêka sala nû, yanî gava yekem çawa hatiye avêtin, avêtina yekem çawa ye, pêşeroj jî jê bi şûn de jî wê wisa be. Hîm wisa tê avêtin, bingeh wisa tê avakirin. Em di vê baweriyê ne. Yanî, Newroz îsal çawa, hem girseyî li her derê hat pîrozkirin, wek me anî ziman, wisa bi wêrekî, bi ruh û bi hêviyeke pir mezin hat pîrozkirin. Rojên bi vir û bi şûn de jî wê wisa be. Hefteya Qehremaniyê di heman demê de gelê me wisa pîroz kir. Şexsê hevrê Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, ev hemû nirxên gelê Kurd in û rûmeta gelê Kurd in. Ev bi berxwedana xwe bi dest xistine, derxistine holê. Li ser vî hîmî, li ser vê bingehê, li ser van nirxan, gelê me ji vir û bi şûn de jî li hember dagirkeriyê, ji kesayet, nirx, jiyana xwe ya azad, yekitiya xwe, yekîtiya neteweyî qet ne tawiz bide dewleta dagirker, ne gav bi paş de biavêje. Bilekis, me got Newroza meşa azadiyê ya 50 salan çi derxistiye holê? Çi daye ser hev û din, çi kar kiriye? Em ne ku bibêjin, bes e têra me dike û tatmîn bibin. Zêdetir em bi pêş bixin, mezin bikin, bilind bikin, Newroz bû bingeha vê. Pêşeroja me, dagirkerî, te dît belkî pirs bê kirin, niqaş bê kirin, hîna jî bi awayekê hovane tê ser gerîla û gelê me. Dixwaze qadên jiyanê li gelê me teng bike û gelê me jî bi berxwedana xwe 50 salan, hebûn û hêza Rêber Apo û her wiha gerîlayên azad, tevgera me ya giştî PKK, li ser xwe be, jixwe bawer be û zêdetir gava bi pêş ve biavêje, tawîz nede û sist nebe, çawa wek bi ruhê destpêkê yê Newrozê ket sala nû, wisa jî bi awayekê bileztir, zêdetir bi pêş bixe.        

Belê, di Newroza îsal de bi taybetî li herêmên wek Cizîr û Nisêbîn û di plana çongdanînê de dihat xwestin, dijmin bi êrîşeke hovane çû bi ser van herêman de. Lê di Newroza îsal de wisa bi coş û kelecaneke zêde, xwedîderketin hebû. Ev dîmena derket holê, tu çawa dinirxînî? 

Ev, tam layiqê Cizîra Botan e. Ne bi tenê îro, di dîrokê de Cizîra Botan wisa ye. Serê xwe li ber kesê xwar nekiriye. Her tim bi awayekê xwezayî jiyaye, her tim taybetmendiya xwe ya neteweyî û xweza û bi hev re wisa di jiyana xwe de israr kiriye. Newroz, salên 90’î ger bê bîra te, sala 1991,1992, bi taybetî bi şehadeta Heval Kamûran, çawa serhildan bi pêş ketin dîsa bi heman awayî Cizîra Botan, Nisêbîn, di dîroka me de, di têkoşîna me de, bi rastî pelekê nû vekir. Yanî hişmendiyeke nû bi gelê me re çêbû. Hay ji hebûn û pêşeroja xwe çêbû. Pêşeroja xwe wê çawa bibe, rexmê hemû lêdan, hemû kiryar nediyar, hemû qirkirinê, Cizîra Botan gav bi paş de neavêt. Çend sal berî vê, serhildanên xweseriyê hebûn. Demokratîk, mafê gelê Kurd bû wê çaxê, dîsa rê neda ku nefes bigire, ne siyasî û her wiha. Gelê me jî îradeya xwe nîşan da. Îradeyeke demokratîk bû. Lê dijmin, dagirkerî û mêtingerî bi şêwazên pir hovane çû bi ser Cizîra Botan de, xanî bi ser wan de hilweşandin. Çi jin, çi zarok. Rojane cesedên wan, di sarincan de man. Gelê me vê ji bîr neke. Jibîrkirin, îxanet e û jixwe ji bîr nake. Ben bi lingên cesedan ve girê dan û li qadan bi erdê ve kaş kirin û bi her çekên hovane li wan xaniyan xistin xera kirin. Bi dehan, bi sedan, çi jin, çi qehreman, wek Mehmed Tûnç, wek Pakîze, wek Asya û gelek heval, herî dawî wek Çiyager, gelek heval, hevrê û welatparêz, bi rastî mohra xwe li wê demê xist. Di nezera gelê Kurd de qet nayên jibîrkirin. Ev, komkujî bû. Mêtingeriyê, xwest çi peyamê bide gelê Kurd? Eger hûn li ser navê xwe, wek Kurd, wek Kurdistan, wek azadî, wek navê Rêber Apo, li ber xwe bidin, israr bikin, qedera we, dawiya we, wê wisa be. Xwest vê peyamê bidin. Yanî, ji vir û bi şûn de hûn ê bêdeng bin. Bi rastî bedelên pir giran hatin dayîn û bi rastî li ber çavên mirovahiyê ne exlaqê şer, ne pîvanên şer, her tişt dan nav dest û pêyan, bi wê şêwazê ew komkujî kirin. Newroza îsal, ya berî vê jî, bi taybetî Newroza 2023’yan, bi taybetî Cizîra Botan,  çi Cizîr, çi Silopî, çi Nisêbîn û her wiha texmîn dikim heya niha tu car di vê astê de ne girseyî û ne wisa bi coş, bi kelecan, xwedî biryar nehatiye pîrozkirin. Ew jî peyama gelê me ji dagirkeriyê re. Yanî, hûn çi bikin, hûn agir jî berdin warê me, hûn komkujiyê jî bikin, hûn cesedên me jî parçe bi parçe bikin, di tûrikan de bidin hembêzên dayikên me, em gav bi paş de naavêjin, ew bersiva me ye û gelê me, bersiv da. Diyalektîka vê bipêşketinê çi ye? Bêguman ew ruhê berxwedanê yê gelê Kurd, bêyî teredud wê bi ser bikeve. Ji boneya vê, gelê me yê Botanê, Cizîra Botanê ku îsal bersiveke wisa da dagirkeriyê û mirovahî û cîhanê jî dît ku çend sal berê dewlet Tirk got me xilas kir. Careke din çawa rabû ser pêyan her kesî dît. Nabe, dewleta Tirk a dagirker, neçar e îradeya gelê Kurd qebûl bike, rastiya Rêber Apo fêm bike, bê ser rastiyê, nebe, ew dizane. Yanî, çanda me ye berxwedan û jiyan. Dibe ku em hîna jî bedel bidin lê çare jiyaneke azad, bi rûmet, ji zû ve ye ku heq kiriye û wê bijî. 

Belê, li hember biryara bêçalakîtiya we, êrîşên dewleta Tirk berdewam in. Herî dawî Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyekê provokasyonên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi pêş dixîne, behsa wê kir. Tu vê rewşê çawa dinirxînî? 

Niha rewşa erdhejê, di rojeva gelê Kurd de û Tirkiyeyê de bi giştî cihekê pir giran girt. Êşeke mezin bi xwe re anî. Wek tê zanîn, rêveberiya me, me niqaş kir wek insanî, wicdanî, bi exlaqî erka me çi ye, em çawa nêzê vê mijarê bibin ya jî bibin bersiva vê demê, me niqaş kir. Wek tê zanîn, me biryara bêçalakîtiyê da. Yanî heta ku dagirkerî neyê ser gerîla, gerîla jî wê ne çalak be. Biryareke di cih de bû, hîna em di wê qinyatê de ne. Wek berpirsyariyekê bû.  Tevahiya civaka Tirkiyeyê û gelê Kurd li hember vê pêvajoyê, di heman demê de li hember erdhejê, em vê jî bibêjin; bêyî guman, gelek kesan, hêzên navneteweyî, wek dewlet jî carinan rast û rast, carinan bi şêwazên cur bi cur, ji rêveberiya me re agahî dişandin, silav dişandin, eger, rojek hûn wisa bêçalakî bin, biryarê li ser agirbestê bidin, rolekê me jî hebe em ê hewil bidin, em ê bilîzîn, wê pir baş bibe. Belkî vê jî, helbet di vê biryara me de, bandoreke wê jî hebû, me anî ziman, esas, wicdanî bû, exlaqî bû. Insanî bû, em wisa nêz bûn, me biryar girt. Wan kesên di wextê xwe de, ew tişt ji me dixwest jî dît û bihîst ku me biryareke wisa girtiye. Hem di hundirê Tirkiyeyê de, hem bi navneteweyî, lê dewleta Tirkiye ya dagirker, biryara me nas nekir. Di jiyanê de, di pratîkê de, wek zeafiyetekê dixwaze binirxîne. Rastî, bêyî guman ne ew e. Wek fersend, wek derfet dixwaze bi kar bîne, wek berê, ji berê jî pirtir, rojane li ser gerîla êrîş hene. Dîsa êrîşên bêqaîde, bêexlaq, wek bombeyên nukleer ên taktîkî, çekên kîmyewî her wiha, li hember gerîla bi kar tîne. HPG’ê ji wê boneyê daxuyaniyek da. Serokatiya KCK’ê jî daxuyaniyek da. Heta me jî di nava xwe de got. Yanî, eger her tim wisa be, wê wisa neçe. Niyeta tevgera me, ev biryara hatiye dayîn, helweste di cih de û exlaqî û insanî hatiye dayîn, bi nebaşî neyê bikaranîn. Lê wexta ku, te dît, êrîş berdewam bûn, HPG’ê pêwistî dît, daxuyanî da. Yanî divê wate ji bo daxuyaniya HPG’ê bê dayîn. Eger Fermandarî, Navenda HPG’ê daxuyaniyeke wisa da, nexwe pêwistiyeke wisa hebû. Vê, di serî de yê ku xwest demek çalakî tu nîn bin, ya jî em biryareke wisa bidin, di serî de ew kes, ew hêz, ew sazî, bila bizanin, bibînin ku rewş ev e. Û ji dewleta Tirkiyeyê re jî em dibêjin, wisa bi sivikahî nêz bû, bi nebaşî bi kar anî, şaş nêz bû. Bedel, wê ji bona wê girantir, xetertir be. Em wisa fikirîn. Di heman demê de te dît, meha Remezanê ye, bi vê boneyê meha Remezanê ya rojiyê li tevahiya misilmanan pîroz be. Ev jî berpirsyariyek e, eger zêde HPG’ê wisa neçar nehêlin, biryara me hîn heye. Lê wateyeke pir giring a daxuyaniya HPG’ê jî heye. Nexwe, ber bi nuqteya dawîn ve diçe. Ew li ser me zextek e, wextekê vê hebe. Her tim wisa wê neçe. Wek tevger, em bi erka xwe rabûn. Me got, erdhej çêbû, rojî ye, heta hilbijartin e, ne ku me ev biryar ji wê boneyê girtiye. Her tişt ket nava hev û din. Lê kesê têkildar ya jî dewleta Tirkiyeyê van nebîne, giringiyê, wateyê nede, wek min anî ziman, HPG’ê jî nerehetiya xwe pir bi awayekê eşkere anî ziman. Wateya wê heye. Her tim wê wisa neçe. 

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ket pêvajoya hilbijartinê. Hilbijartina îsal xwedî giringiyeke çawa ye û encamên vê hilbijartinê wê bandoreke çawa li ser Tirkiye û herêmê bike? 

Yanî, hilbijartin, her kes bêyî guman li ser diaxive. Dibêjin ev hilbijartin, hilbijartineke giring e û rast e em jî dibêjin hilbijartin giring e. Yanî, Tirkiye carinan te dît, rewşên awarte, dagirkerî, mêtingeriyê diyar dike, cuda lê bi giştî, her tim ne di wexta xwe de be jî hilbijartin çêdibin yanî. Çi yên herêmê, çi yên giştî, lê hilbijartin e yanî. Pir tu kelecan û pir tu pirs zêde di rojeva civakê de, nayên avakirin. Wisa tiştekê wek rûtîn û normal tê dîtin. Vê carê ne wisa ye. Îcar bi rastî, ev hilbijartin pir giring e. Giringiya xwe ji vir tê. 20 sal aqilekê netewedewlet, aqilekê em bibêjin wisa Avrasya, aqilekê wisa Ergenekon, hevdû girtin û wisa bû desthilat û Erdogan jî bû lîstîkvanê wan û heya niha dewam kir. Wek her tiştî, te dît, mezin dibe, digihîje lûtkeyekê lê dawiya wê lûtkeyê serberjêr biçe. Niha ev desthilatî hatiye wê nuqteyê. Yanî ne mimkûn e ji vir û bi şûn de xwe dubare bike ne jî li desthilatiya xwe dewam bike. Ew pêwistî jî nema û bingeha wê jî nema. Lê ew aqilek bû wek me anî ziman. Klîkek bû di nava dewletê de, bû desthilat. Bi taybetî deshilatiya AKP’ê, giring e. Bê bîra we, te dît, projeya Rojhilata Navîn ‘BOB’, hebû. Em bibêjin Îslama nerm, dixwest bi destên Erdogan bi pêş bixin. Wisa kelecanek ava dikir li Rojhilata Navîn, heta Efrîkayê. Bi destên Emerîka û Ewropayê, dan pêş. Lê hat dîtin, esasê ku bi DAÎŞ’ê re di têkiliyê de, finanse kirî, rêxistin kirî û hewandî û bi dûv re jî li ser Kurdan û li ser mirovahiyê, wek ewekê, daye êrîşkirin û di ser El Nûsrayê re, îxwanê mislim, hemû van ew kiriye. Yanî, îdeolojîk esas ji hev re ne û bi tenê li ser xatirê ku îradeya gele Kurd bê şikandin û PKK jî bê tasfiyekirin. Ji Avrasyayê bigire ta bi hemû beşên wan ên din ên Ergenekonê bûn yek. Berjewendiyên wan hev û din digirt. Aniha jî ev dewlet, yanî Erdogan wek AKP, esas bû hişmendiya, komara dewleta Tirkiyeyê ya sedsaliyê. Ya wê wisa dewam bike, ya jî, hişmendiya komara dewleta Tirkiyeyê a mêtinger de, şikandinek çêbibe. Heya îro li ber xwe da, lê êdî ji vir û bi şûn de, hem bi taybetî wisa tevgera azadiyê û têkoşîna gelê Kurd hem têkoşîna demokrasiye ya Tirkiyeyê, hêzên sosyalist, bi teybetî xebatên jinên azad û bi giştî êdî cih li wan teng dibe. Di argumanên wan de, rezervên wan de, tiştekê nû nema ku bidin gelan û bixapînin ya jî tenê bi hukmê zorê bikarin wan bisekinînin. Ew ji destên wan çû. Ji derve mirov mêze dike, dibîne kesên ku di wextê de ew kirin desthilat, wan jî, diyar e ku destê xwe yê alîkariya jê kişandiye. Sermayedarên cîhanê dest jê kişandin, siyasetmedaran dest jê kişandin. Yanî wisa hinek lawaz ma. Piraniya wek Avrasya, pişta xwe û destên xwe, wek Pûtîn mûtîn, bi wan re dixwaze bi pêş bixe, wê jî zêde nikare bike. Wek parantez vê bibêjim; dewleta Tirk ya AKP’ê, endamtiya NATO’yê, pir aqilane, xuluqkar, carinan jî wek şûm ez her tim dibêjim,  wisa jî bi kar anî. Hem li vî alî lîst hem li wî alî. Lê çi bikin jî nikarin ji çarçoveya NATO’yê derbikevin lê pê dilîzin. Dixwazin berjewendiyên xwe bi kar bînin, ne bi Emerîka, ne bi NATO, ew şerê bêexlaq, bêqaîde li ser gelê Kurd, gerîlayên azad, tevgera azad, bi çeken kîmyewî, bi bombeyên nükleer ên taktik û bi çekan nikare wisa êrîş bike. Lê endama NATO’yê ye, her çiqas ne razî bin jî, her çiqas destek û alîkariya xwe jê kişandibin, kêm kiribin jî wexta ku mijar dibe PKK, ya jî berjewendiyên gele Kurd, azadiya gele Kurd, bêdeng dimînin herî kêm û destek jî didin. Yanî hêza xwe ji vir girt, heya niha li ber xwe da li hember gelê Kurd û tevgera me. Ji vir û bi şûn de, mirov mêze dike, aborî bi bin xist, bi diziyê ewa Tirkiyeyê heland û derdorên xwe dewlemend kirin. Li ser civaka Tirkiyeyê û bi giştî giraniyek çêkir û ji vir û bi şûn de tu arguman, di destên wan de nemane ku bi rastî bikarin li desthilatiya xwe dewam bikin. Ji boneya vê giring e, yanî, têkçûyîna desthilatiya AKP/MHP’ê, şikandina zihniyeta komara dewleta Tirkiyeyê ya sed salan e. Ev pir giring e. Eger têk biçe, bêyî guman rewşeke nû ye, yanî pêvajoyeke nû ye, îradeya civaka demokratîk, xwedî bandor e û gelek tişt heta pir tişt, heta tiştek wek berê nabe. Ji wê boneye li ber xwe didin, yanî beriya hilbijartinê di vê pêvajoyê de, çi provokasyonan bikin mirov nizane. Yanî, îhtimal heye bikin. Diyar e ku wê wenda bikin. Ber bi wê ve diçe, bi çi hovîtî û bi çi şêwazên cur bi cur, li ser gerîla zêdetir, te dît, HPG’ê jî gotibû, rast e, ê bên, wê mijarê sist nekin. Tiştek di destên wan de maye. Ne dikarin siyaseta Tirkiyeyê biguherînin, demokratîk bikin, jixwe bixwe desthilat in, faşist in, heta nijadperest in û DAÎŞ, wek îdeolojîk jî wisan e. Ne dikarin aboriya Tirkiyeyê sererast bikin, fetisandine, bi sedhezaran milyar dolar revandine derveyê welat, li cîhanê veşartine, sûcdar in. Nikarin wê jî sererast bikin. Tenê tiştekî dixwazin bikin, ew jî çi ye, bikarin derbeyê li PKK’ê bixin. Îradeya gelê Kurd bişikînin û wisa bi kêfxweşî bibêjin em gihîştine encamê, careke din em bibin desthilatdar. Tenê bi vê dilîze. Derveyê wê şansê wan nemaye. Niha dewleta Tirk, li hember vê, gelê Kurd te dît di Newrozê de jî hat dîtin. Dizane di deshilatiya îro de, çi xirabî, çi komkujî, çi qirkirin hene. Ser Rêber Apo re bigire, tevahiya gelê Kurd, rojane dijî û gelê Kurd ew ji stûyê xwe kir. Helwesta xwe diyar kir. Îradeya xwe diyar kir. Rexmê hemû zext, hemû tişt, li hember desthilatiya AKP û MHP’ê. Tirkiye jî, mirov lê mêze dike, civaka Tirkiyeyê jî pir êş kişand di vê desthilatiya AKP/MHP’ê de. Çi karker, çi civakên di herî beşî de, kesek êdî ji vir û bi şûn de, berjewendiyên xwe yên ne siyasî, ne aborî, tu jiyanî tiştekî di wir de nabîne. Ji wê boneyê ew jî, wek Tirkiye jî dixwaze, êdî ev desthilatî nabe, ji bona vê hinek reng bêhtir safî dibe. Aliyek, te dît, hemû Avrasyayî, Ergenekonî, neteweperestên klasik û wek aqilê Osmanî, dewleta Tirkiyeyê, Erdogan û MHP, nijadperest û faşist, ên din jî azadîxwaz, şoreşger, heta liberal û tevahiya civakê jî dixwazin ev biçin û hemû partiyên pergalê yên dewleta Tirk jî dixwazin biçin. Mesela dibêjin maseya şeşan, ew jî dixwazin biçin. Ji bona vê, yanî, vê pêvajoya hilbijartinê, bi rastî wê hinek germ biçe, heta wisa ji provokasyonan re vekirî ye. Bi taybetî em ê bizanin gerîlayên tevgera azadiyê bizanin ji vir û bi şûn de hê zêdetir hovane bixwazin biçin ser gerîla, çimkî dawiya desthilatiya wan tê û her bêaqilî û harîtiyê wê bixwazin bikin lê çare nîn e. Dawiya desthilatiya AKP’ê hatiye. Yanî bi vê boneyê, me got, sed sal, yanî gelê Kurd, bi giştî, wisa di heman deme de, sedsala duyemîn û Lozan, parçekirina gele Kurd, pêwistî heye ku wisa yekitiya gelê Kurd a  neteweyî bê avakirin. Gelê Kurd birçîbûna vê dikişine, kelecan û coşa gelê Kurd di vê mijarê de, bi rastî li asta herî bilind e û tu sedem jî nîn e, bi parçekirin, parvekirin û birêvebirina gelê Kurd, bi destên dagirkerî û mêtingeriyê hîn ev dewam bike. Çawa ku ruhê Newrozê, hemû gelê me nêzî hevûdin dike, heta dike yek û hemû kesayetên Kurd, rewşenbîrên Kurd, şoreşgerên Kurd, welatparêzên Kurd, rêxistinên Kurd, vê mijarê bi taybetî bixin nava rojeva xwe û di sedsala duyemîn a Lozanê de bikarin wek ruhekê neteweyî, wek yekitiya neteweyî ava bikin û bibin bersiv. Hewildanên wisa hene. Wê ji niha û bi şûn de jî hebin, cîhan jî bizane, bibine. Yanî gelê Kurd, bi qirkirin, bi parçekirin, parvekirin û birêvebirinê xilas nabe. Gelê Kurd wê her hebe û her heye. Bi vê têkoşîna xwe, bi yekitiya xwe ava bike. Lê çawa bike? Mesela, civaka Kurd jî ne homojen e êdî. Di nava wan de jî çînên cuda hene lê bi giştî gel, mirov çi bibêje, xeteke welatparêz ku her kes bibêje ew xet, xeta gelê Kurd e, berjewendiya gelê Kurd e, nasnameya gelê Kurd e, pêşeroja gelê Kurd e. Di wê xetê de mirov bibe yek. Li hember çi? Li hember xeta ku dagirkeriyê, wek hevkar û îxanet û potansiyeleke pir xurt heye. Gelê Kurd, gelekê serbilind, yanî, bi azadî, rûmet û nasnameya xwe ve girêdayî ye. Tenê bibin yek, ew xeta welatparêzî û azadiyê, derbixin pêş, esas ê ku veşartî, di bin de, rastûrast, bi dagirkeriyê re dibin şirîk û di xeta îxanetê de israr dikin, ew ditirsin derkevin hember civaka gelê Kurd. Ew hîn mirovahî bi wan re hebe û şerm bikin, xeta welatparêziyê de mirov israr bike, li her dere, li çar parçeyên Kurdistanê, derveyê welat, konferans bên kirin, civîn bên kirin, platform bên avakirin, kongre bên avakirin, ew jî mijara herî giring ê û di sedsala duyemîn a Lozanê de. 

Belê, yek jî, HDP’ê herî dawî, di der barê hilbijartinê de, biryar da ku hem bi wê bloka ked û azadiyê bikeve hilbijartinê, di heman demê de jî li ser navê Partiya Kesk a Çep wê bikeve hilbijartinê. Tu vê rewşa dawîn çawa dinirxînî? 

Çend roj berî vê, me, li televîzyoneke AKP’ê guhdarî dikir, kenala A qala heval Abbas dikir. Way heval Abbas gotiye, nizanim, em filan kesî destek dikin, filan kesî destek nakin. Ma ev PKK’ê çi dihesibînin, PKK, jixwe destpêkê tevgereke îdeolojîk, siyasî ye. Armanca me siyasî ye. Erê, bêyî guman em ê bi hinekan re bibin piştgir, bi hinekan re jî nebin piştgir. Em ê heya kû derê bi kê re bibin piştgir, nebin piştgir, li gorî nirxên me, îdeolojiya me, siyaseta me ye, taktik rojane ye, demkî ye, salane ye, stratejîk e, karê me ye. Yanî, AKP, çi ji PKK’ê dixwaze? Yanî, hîç qala siyasetê neke, faşist in helbet, naxwazin PKK siyasetê bike. Helbet siyaseta me ev e. Lê em tevgereke îdeolojîk, wek PKK, erk û berpirsyariya me cuda ye. Tevgerên siyasî, legal, demokratîk, ya wan cuda ye. Ew karê xwe çawa dimeşînin, karê wan e. Lê erka me ye jî ku em dîtinên xwe bibêjin. Dibe ku hinek jê îstifade bikin. Dibe ku kes kêfa wan jê re neyê. Em, mesela, ji bo gelê Kurd, em vê bibêjin, hiqûq ne derbasdar e. Pir caran hatiye gotin, em jî bibêjin, em gelê Kurd, divê vê ji bîr nekin. Ji bo heywanekî, navê heywan e, ne, filan heywan, filan heywan. Mafê heywanan jî heye di warê navneteweyî de, te dît hem nav, hem maf heye. Baş e, navê gelê Kurd nîn e. Yanî heye, meşrû, ew cuda. Lê dewleta Tirk qebûl nekiriye. Di destûra xwe ya bingehîn de cih nedaye û mafê gelê Kurd jî nîn e. Niha, ev ji politikaya li hember HDP’ê û partiyên demokratîk, rojane tê dîtin. Şûrê Demokles li ser HDP’ê tê hejandin. Çima ku partiyeke demokratîk e, azad e, Kurd jî tê de ne, Tirk jî tê de, asas wisa hemû hêzên demokratîk, sosyalist, gelek hêz, bi hev re ne. Tiştekê baş e. Çima Kurd jî tê de ne, wisa demokrasi, mafê gelê Kurd, qala wê jî zêde dike. Ew şûr, her tim tê hejandin. Te dîtiye, ew doza girtina HDP’ê, di rojevê de ye. Dinya vê dizane, roja ku lîste bên bidawîkirin, rojek berî vê biryara HDP bê girtin an neyê girtin, bê dayîn. HDP û siyasetmedarên Kurd û yên demokrat, xwedî tecrûbe ne. Çend partî hatine girtin, çend partî hatine tunekirin. Lê gele Kurd, îradeya demokratîk, Kurd çi, Tirk çi, gel û civakên din, her heye û her diçe jî mezin dibe û ji boneya vê normal e yanî. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, ên çep, ên sosyalist, bi hev re, em bibêjin, helwesta xwe diyar bikin, siyaseta demokratîk bikin. Hilbijartin heye, ê wê herhal serê xwe li ber şûrê wan dirêj nekin. Xuluqkar bin. Wan jî biryar daye ku di Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Pir rast e, li gorî me jî ya maqûl ev e. Herhal xwe ji berê ve amade kirine. Xwedî tecrûbe ne û gelê Kurd jî xwedî tecrûbe ye. Ew partî hatiye guhertin, logoya wan hatiye guhertin, hema karê rojekê ye. Fêr bibin û dengê xwe baş bi kar bînin. Ez di wê baweriyê de me yanî. Tiştekî jî nikarin bi HDP’ê bidin windakirin. Baş e, gelê Kurd bizane ku li hember gelê Kurd, siyaseta Kurd û demokratîk, ne tenê dijîtiya dagirkeriyê ye û siyaset dagirker e. Hiqûq jî li dij e. Hingê mirov wê bêhtir dibe xwedî hêz. Hêza demokratîk, hêza civakî, hêza siyasî hê bêhtir mezin bike. Bi rastî wisa encam bigire ku ew dagirkerî nikare êdî dewam bike û nikare li rojeva Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê, li gelê Kurd bandorê bike. 

Çend rojên din, 4‘ê Nîsanê roja rojbûna 74'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bo 4'ê Nîsanê peyama we çi ye? 

4’ê Nîsanê, di serî de Rêber Apo, li tevahiya gelê me, heval û hevrêyan pîroz dikim. Jidayîkbûyîna Rêber Apo ye. Rojeke giring e. Rojeke birûmet e. Rêber Apo, yanî gelê me, bi Rêber Apo xwe nas kir. PKK, bi Rêber Apo bû, me wisa xwend, xwe nas kir. Roja me ye, roja me hemûyan e, roja gelê me ye, roja gelên berxwedêr, hêzên demokratîk, sosyalîst e. Vê rojê, wek rojeke pîrozbahî lê heman demê rojeke wisa mirov rastiya xwe di ber çavan re derbas bike, wisa mirov binirxîne. Wateyeke wisa bide vê rojê. Rebêr Apo ku 24 sal in wek destpêkê me anî ziman, hîna jî li Îmraliyê û wisa derdest e. Em erkdar in, berpirsyariya me ye, rojek zûtir wek roja 4’ê Nîsanê rojbûyîna Rêber Apo, li derve em bi hev re pîroz bikin. Rast e, ji her derê, gelê me, dostên gelê me, wê daran biçînin, xwezayê şîn bikin. Ew rastiya Rêber Apo giring e, wateya hemûyan giring e, ji hemûyan giringtir, 4’ê Nîsanê wek rojeke em bi rastiya xwe bizanin, em erka xwe ji bona li hember roja 4’ê Nîsanê çawa dibinin, rastiya Rêber Apo çawa dibinin, em hêz ji xwe re ava bikin, ji wê rojê de, di rastiya Rêber Apo de, xwe xurttir bikin û hewil bidin û têkoşîna xwe mezin bikin, rojek zûtir, Rêber Apo azad bibe. Jixwe hemû şiarên me; azadiya Rêber Apo ya fîzîkî, em jidayîkbûna Rêber Apo sala pêş bi hev re azad, li Kurdistanê pîroz bikin.