Rola PKK’ê di beşdarî û piştgiriya Raperîna 1991’ê de

Bi destpêkirina raperînên girseyî li parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê, vê carê Behdînan di nav germegerma Raperînê de bû. Hêzên PKK’ê bi rêya welatparêz û xebatkarên nihênî yên şehîd Sadiq Umer dest bi amadekariya Raperînê kirin.

Piştî dagirkirina Kuwêtê ji hêla rejîma Iraqê ve di sala 1990’î de û piştî Şerê Kendavê yê Yekem di destpêka 1991’ê de, Rêber Ocalan rênîşî ji hêzên gerîla re şandibû da ku xwe ji bo her îhtimalê amade bikin. PKK’ê li bajarên Iraq û başûrê Kurdistanê pêşbîniya raperîneke girseyî kiribû. Di dawiya meha sibatê û destpêka adara 1991’ê de PKK’ê di bin fermandariya Doktor Bahoz Erdal de ji bo beşdarî û hevkariya Raperînê sê tîmên gerîlayan amade kirin, bi taybetî jî di nav sînorên parêzgeha Dihokê de. Ji ber ku beşek ji hêzên gerîla li deverên sînorî yên vê parêzgehê bûn û baregeh û hêza wan a gerok hebû. 

Bi destpêkirina raperînên girseyî li parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê, vê carê Behdînan di nav germegerma Raperînê de bû. Hêzên PKK’ê bi rêya welatparêz û xebatkarên nihênî yên şehîd Sadiq Umer dest bi amadekariya Raperînê kirin. Hinek çekên giran û taybet bi nihênî ji gerîlayên Heftanînê gihîştin Derkar û Batûfeyê û bi rêya Sadiq Umer bi nihênî li kesên welatparêz ên Derkar, Batûfe û Zaxoyê hatin belavkirin. Her wiha çend çek û amûrên bêtêl ji Heftanînê bi hevkariya şehîd Sadiq Umer gihîştin navenda Dihokê dest şehîd Hesen Selîm Nêrweyî, Elî Şe’ban Amêdî û Cuma Ormanî. 

Di 12’ê Adara 1991’ê de bi serperiştiya Sadiq Umer bi mebesta destpêkirina Raperînê û bi mebesta derbedana li rejîmê civîneke nihênî bi çend kesayetî û welatparêzên Derkarê re hate çêkirin. Sibetirê di 13’ê adarê de bi pêşengiya şehîd Sadiq Umer û bi hevkariya tîmên gerîla bajarokên Derkar û Batûfe hatin rizgarkirin û hemû leşkerên rejîmê yên li baregehên Derkar û Batûfeyê çekên xwe radestî girseya serhildayî kirin. Di 13’ê adarê de piştî nîvro gelê bajarê Zaxoya delal dikan û bazar zûtir girtin û du tîmên gerîla di bin seperiştiya şehîd Faqe Sêrt û şehîd Nêçîrvan Zaxoyî de û bi girseya serhildayî ya Derkarê re xwe gihandin navenda Zaxoyê û li ser Pira Delal bi gelê Zaxoyê ve gihîştin hev û banga serhildanê kirin û bi çepik û dirûşmeyan ber bi baregehên rejîmê çûn û bi dengê yekem ê guleyan Beesiyan nekarî li ber xwe bidin û pir zû xwe teslîm kirin.

Li ber destê sibeha 14’ê Adarê bi pêşengiya welatparêz Elî Şe’ban Amêdî û hevalên wî hemû sînorên qezaya Amêdiyê û nahiyeyên vê qezayê ji baregehên leşkerî yên Beesê hatin paqijkirin. Deverên Çiyayê Bêxêr û Çiyayê Spî û deştên Behdînanê bi pêşengiya şehîdê welatparêz Hesen Selîm Nêrweyî û şehîd Rênas hatin paqijkirin. Hemû zincîreçiyayên Gare û koşka Sedam bi fermandariya şehîd Sefqan Berwar ji hêla tîmeke gerîla ve hatin paqijkirin û kontrolkirin.

Êvara 14’ê Adarê jî bi pêşengî û serkêşiya welatparêzan û bi hevkariya Şoriş Heval Cuma Ormanî bajarê Dihokê serî hilda û li ber destê sibeha 15’ê Adara 1991’ê bi gihîştina welatparêz Şehîd Hesen Selîm Nêrweyî û hevalên wî ji bo hevkariya rizgarkirina bajarê Dihokê û bi gihîştina welatparêz Elî Şe’ban Amêdî bi xwîna geş a Cuma Ormanî bajarê Dihokê bi temamî ji dest hêzên rejîma Beesê hate paqijkirin. Her wiha li ber destê heman rojê tîmeke gerîla bi serperiştiya şehîd Fayeq leşkergeha navbera Zawête û Dihokê û xala kontrolê ya Dihok û Hewlêrê kontrol dikin. Di vê êrişê de şehîd Fayeq bi giranî birîndar dibe û gerîlayekî bi navê Tofîq Aykan (hebal Hemze) şehîd dibe.

Di dema êrişa artêşa Iraqê de bo ser deverên başûrê Kurdistanê yên rizgarkirî çend yekîneyên gerîla li navçeyên Batûfe û Zaxo û Heftanînê di navbera 29 û 31’ê Adara 1991’ê de bi berxwedaneke bêhempa rê li ber êrişên hêzên artêşa Iraqê kirin. Di encamê de dehan efser û leşkerên piledar hatin dîlgirtin û gerîlayekî bi navê Akif (heval Mijîn) şehîd bû û çend gerîla jî birîndar bûn.

Li sînorên parêzgeha Hewlêrê jî yekîneyeke gerîla ya xudan ezmûn û polayîn ji bo pêşîgirtina li êrişên artêşa Iraqê ji Xakûrkê gihîştin Derbendî Korê. Ev yekîneya gerîla li rojhilatê Derbendî Korê hat bicihkirin û di heman demê de hêzeke YNK’ê li rojavayê Derbendî Korê bi cih bû.

Yekîneyên gerîla kemîn li ber hêzên artêşa Iraqê danî û tîmeke gerîla bi pêşengiya xwe ya şoreşgerane û bi RPG’ya destê şehîd Lezgîn û bi bîksiya destê şehîd Cotkar û bi çekên din tankên artêşa Iraqê hatin têkşikandin û rê li ber pêşveçûna wan hate girtin. Di vê destana dîrokî ya Korê de yekîneya gerîla roleke serekî lîst. Ew yekîneya gerîla ji van kesan pêk hatibû: Zêrevan Şêrwanî, Cotyar Şêrwanî, Hesen Haco, Lezgîn, Bagok Mêrdîn, Refet Efrîn, Harûn Hîlwan, Koçer Gever û hin gerîlayên din. Di vê destanê de şehîd Lezgîn û Bagok Mêrdîn li rojhilatê Derbendî Korê birîndar dibin û gelek pêşmergeyên YNK’ê û hemwelatî jî li rojavayê Derbendî Korê birîndar dibn. Her çend rola gerîla di vê destanê de serekî be jî, lê hêz û aliyên din ên başûrê Kurdistanê her tim hewl daye ku rola gerîla ya di destana Korê de ji bîr bikin. Her wiha her çend hin aliyên başûrê Kurdistanê  wê rojê çekdarekî wan tenê jî li Korê tune bû, lê îro xwe dikin xudanê vê destanê.

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik di kitêba xwe de ya bi navê ‘Dîrokek ji Agir’ li ser rola PKK’ê ya di Raperîna başûrê Kurdistanê de wiha dibêje: “PKK li dijî rejîma Sedam destpêkê bi rêya Sadiq Umer û hin kesên din li navçeya Derkarê raperîn da destpêkirin. Gava ku me li wê navçeyê hin baregehên rejîma Beesê ji nav birin û em çûn Zaxoyê, tu yek ji alî û partiyên din li holê tune bû. Her wiha gava ku rejîma Sedamê êriş kir, gel hemû ber bi sînoran bi komî reviya. Yê ku li Heftanînê rê li ber hêzên rejîma Sedamê girt û her wiha di rêya Batûfe û Zaxoyê de gelek leşker û efserên hêzên rejîma Sedam dîl girtin û yê ku baregehên wê hêza li ‘Hêrê’ û derdora wê ji nav bir, hemû PKK bû. Yê ku gel parast, yê ku li Bakur gel rêxistin kir ji bo xelkê Başûr dîsan PKK bû.”

Çavkanî: Arşîva Rojnameya Welat