Rabe tu jî tevlî pêngava azadiyê bibe!

Pêngava ku ji aliyê KCK'ê ve hatiye ragihandin teqez pêngava hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê û azadkirina Kurdistanê, demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Wê demê divê kes li derveyî vê pêngavê nemîne, her kes tevlî bibe.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bi serketinê tacîdar bike 12'ê Îlonê dest bi pêngaveke nû ya berxwedanê kir. Pêngava ku bi şiyara 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' di salvegera çilî ya darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î hate ragihandin. Her çend têkoşînek li ser bingeha dijberiya li faşîzma AKP-MHP'ê be, di salvegera çilî de rabûneke nû a li ber darbeya faşîst a 12'ê Îlonê ye, ji bo paqijkirina bermahiyên darbeyê ye.

Piştî ku Konseya Rêveber a KCK'ê pêngav ragihand, rojeva siyasetê yekser guherî. Mîna ku li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat her kes ji bo vê amade bûn. Rêxistinan yekser civînên xwe çêkirin, di çarçoveya pêngavê de plansaziya xwe ava kirin, li pey hev daxuyanî dan. Di serî de jin û ciwan, girseyên gel di cih de daketin qadan û bi çalakiyan xwedî li pêngavê derketin. Amadekariyên çalakiyên ji bo şermezarkirin salvegera çilî ya darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê bi pêngava KCK'ê re bûn yek û naverokeke nû lê zêde bû.

Di ser ragihandina pêngava navborî re hefteyek derbas bû. Bi daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK'ê re hefteya destpêkê ya pêngava azadî û berxwedanê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd derbas bû. Di rewşa heyî de gelek derdor encamên hefteya destpêkê dinirxînin. Bêguman di pratîka hefteya destpêkê de aliyên kêm û yên bên rexnekirin dibe ku hebin. Ev yek rewşeke asayî ye. Lê belê dema ku mirov bi rengekî giştî binirxînin, wê bê dîtin ku aliyê xwe yê erênî gelekî zêdetir e, girseyên gel pêngav pejirandine û têkoşîna topyekûn a navbera faşîzma AKP-MHP'ê û Kurdan ketiye atmosfereke nû. Lewma pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' şûna xwe girtiye. Bêguman têkoşîna afirîner a li ser vê bingehê wê encamê diyar bike.

Baş e ev yek çima û çawa pêk hat? Di rewşeke welê de ku derfetên liv û tevgerê kêm bûne û ragihandin ewqasî zehmet bûye, çawa çêbû ku pêngava berxwedanê di vê astê de gihîşt girseyan û girse xwedî lê derketin?

'Rêya ku Cenga Heftanînê vekir...

Bêguman dema ku mirov bala xwe bidin ser çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji biharê ve li çiyê û bajaran li dar dixin û bandora van çalakiyan a li ser gel, wê bersiva vê pirsê bê dayin. Bi taybetî berxwedana 'Cenga Heftanînê' encamên gelekî girîng afirand. Berxwedana pêngavî ya gerîla bandoreke gelekî xurt a moralê li gelê Kurd kir, her wiha ji bo faşîzma AKP-MHP'ê jî bû sendrom û hilweşînek. Di bingeha xwedîderketina gel a li pêngava KCK'ê de teqez ev rastî heye. Lewma berxwedana Kurdan û pêngava azadiyê ji zivistana 2020'an ve weke berxwedana gerîla ji xwe dewam dike. Ya ku Konseya Rêveber a KCK'ê xwest bike jî ew e ku pêngavên vê berxwedanê bike yek û berê wê bide xeta serketinê.

Bi rastî jî dikare bi hêsanî bê gotin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd pêngava xwe ya nû ya azadiyê bi çalakiyên şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê dane destpêkirin. Em wê demê bînin bîra xwe; di vê astê de nebe jî nîqaşên li ser pêngavê wê demê jî hebû û rojeveke girîng bû. Ji xwe sala bîst û duyemîn a komploya 15'ê Sibatê bi nêzîkatiya pêngaveke nû ya berxwedanê hatibû şermezarkirin. Gelê Kurd tevî dostên xwe bi dengekî bilind dixwestin ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bê hilweşandin. Her wiha bi rengekî vekirî û eşkere daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate xwestin.

Piştre pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi rengê herî heybet ê herdemê hatibû pîrozkirin. Ev rewş hem li Kurdistanê hem jî li tevahiya cîhanê bi vî rengî bû. Her wiha hem ji aliyê hejmarî hem jî wesfî ve rewşeke bi heybet hebû. Jinên ku dînamîka gelekî zindî, xurt û nû ye, qad û kolan dagirtibûn. Alîgirên azadiyê hêz û hêvî ji vê yekê digirtin. Xwediyê siyaset û zîhniyeta bi serweriya mêr gelekî jê tirsiya bûn. Coşa mezin û daxwazên zelal ên jinên ku daketibûn qadan û kolanan balkêş bûn. Jinên ku ji aliyê mêran ve ji hev hatibûn qutkirin û li malan hatibûn asêkirin, gelo çawa ewqasî têgihiştî û rêxistinbûyî bûbûn? Ya ku siyaset û zîhniyeta bi serweriya mêr ditirsand ev rastî bû.

Plana tasfiyeyê hate têkbirin

Van hemûyan nîşan didan ku Newroza 2020'an wê li Kurdistanê bibe gaveke nû ya azadî û lehengiyê. Nirxandin û bendewarî hemû di vê çarçoveyê de bûn. Li parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dema ku bernameya Newrozê hate eşkerekirin ev rastî dihate dîtin.Lê belê ji nişka ve vîrûsa koronayê li her deverê belav bûn. Tirseke welê li dinyayê belav bû kesên xwe herî şoreşger û welatparêz jî didîtin ketin bin bandora wê. Ev rewş hem li Kurdistanê hem jî li derveyî welat bi vî rengî bû. Di dawiya dawî de planên çalakiyan ên Newrozê yek bi yek hatin betalkirin. Li her cihî agirbesteke pratîkî hate ragihandin. Ew atmosfera Newrozê ya mezin ku pêkanbû hilweşîna faşîzmê bidabûya destpêkirin, ji nişka ve belav bû. Faşîzma AKP-MHP'ê ya ku bi vê rewşê hesiya, vîrûsa koronayê ji bo lawazkirina têkoşîna demokratîk-şoreşger bi hostatî bi kar anî.

Di demeke wiha de yekane hêza ku vîrûsa koronayê nekarî pê û lîstikên faşîst ên AKP-MHP'ê nekarî bisekinîne, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn. Berevajî rawestîna girseyî gerîlayên azadiyê dest bi têkoşîneke pêngavî kirin û derbên gelekî giran li faşîzma AKP-MHP'ê xistin. Li çiyê derba gerîla, li bajaran derba YPS û hêzên HBDH'ê di bihar û havînê de bi têra xwe li faşîzma AKP-MHP'ê xistin. Pêngava ku gelekî pêwîst e û bi nîqaşeke mezin hate amadekirin, bi vî rengî ji aliyê gerîla û hêzên xweparastinê ve hate meşandin. Ya rast pêngava berxwedan û azadiyê bi protestoyên girseyên gel ên 15'ê Sİbatê û pîrozbahiyên jinan ên 8'ê Adarê dest pê kir û biharê û havînê bi çalakiyên gerîla û hêzên xweparastinê dewam kir. Di encamê de plana 'tasfiye û îmhakirina PKK'ê hate têkbirin, ku ev plan bi hevkariya faşîzma AKP-MHP'ê ya bi DYE û PDK'ê re hatibû amadekirin.

Pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' ku ji aliyê Konseya Rêveber a KCK'ê ve hate ragihandin, li ser rewşeke bi vî rengî pêk tê. Pêngavê di nava zivistanê de dest pê kir û bi şêweyê pêngava gerîla heta niha dewam kiriye, bi pêş ve çûye. Eşker eye ku vê rewşê di nava jin û ciwanan de, di nava gelê Kurd û dostan de hêvî û moraleke mezin afirandiye. Her wiha faşîzma AKP-MHP'ê jî xistiye nava pêvajoyeke têkçûnê. Yanî faşîzma AKP-MHP careke din têk diçe. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî dest bi pêngaveke nû ya berxwedanê dike.

Lewma eşkere ye ku avantajê Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokratîk zêde ye. Faşîzm têk diçe, lê şoreşger pêngavê dikin. Lewma pêngava navborî teqez pêngaveke serketinê ye, pêngava encamgir a li dijî faşîzmê ye. Pêngava ku ji aliyê KCK'ê ve hatiye ragihandin teqez pêngava hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê û azadkirina Kurdistanê, demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Pêngava parçekirina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Pêngava xilaskirina gel, jin û mirovahiyê ji belayê faşîst ê AKP-MHP'ê ye.

Destpêk û encamên hefteya destpêkê nîşan didin ku rêveçûn wê bi vî rengî be. Eşkere ye ku roj, hefte û mehên bê wê bi çalakiyên afirîner encama ku me bal kişandin ser wê bê afirandin. Wê demê divê kes li derveyî vê nemîne, divê her kes tevlî pêngavê bibe. Ya ku em ji bindestan hemûyan re bêjin wiha ye: Dereng nemîne, li derve nemîne, tu jî tevlî pêngava azadiyê bibe! Tu jî tevkariyê li hilweşandina faşîzmê, li pêkanîna azadiyê bike!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA