Projeyên nû yên dorpêçkirin û jinavbirina Başûr

Pîlanên dewleta Tirk ên ji bo tunekirina gelê Kurd ti carî bi dawî nebûne. Niha jî mîna dîrokê bi rêya PDK’ê dixwaze vê yekê bike. Li vir a balkêş ew e ku armanca PDK û serweriya Barzanî bi xwe jî di nava metirsiyê de ye, xwe lê ker, kor û lal kiriye!

Proje û pîlanên dewleta Tirk ti carî ne navxwe ne jî ji derve bi dawî nebûne. Bi taybetî di mijara gelê Kurd û tinekirinê de serî li her cûre rê, rêbazên dermirovî daye, dide. Ji bo bigihêje armancê xwe tim li ber hev bikar anîne. Niha jî mîna dîrokê bi rêya PDK’ê dixwaze vê yekê bike. Li vir a balkêş ew e ku armanca PDK û serweriya Barzanî bi xwe jî di nava metirsiyê de ye, xwe lê ker, kor û lal kiriye!

Em bên ser projeya yekem ku demek dirêj e di rojevê de ye û xebata li ser vê bê navber rengên cuda didome. Ew jî avakirina Deriyê Sînorî yê Ovakoyê ye. Deriyê Ovakoyê li ser sînorê Şirnexê ye û 10 km dûrî rojavayê deriyê Xabûr-Îbrahîm Halîl e. Ev deriyê alternatîf wê di ser Telafer-Mûsilê de heta Bexda û Basrayê biçe. Li hemberî Kurava, Pêşxabûr heye û ew jî bi qasî 50 km di nav sînorên herêma Kurdistanê de ye. Ev herêm xaleke sêgoşeya Başûr, Bakur û Rojava digihîne hev. Ji bo wê xwedî stratejîk e. Projeya ku weke rêyên bejahî û hesinî tê plankirin, ji bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê destpê dike, ji wîlayeta Duhokê ya Başûrê Kurdistanê di ser rojavayê Şengalê re derbas dibe û digihêje Telafer, Xurmatû, Mûsil û ji wir jî digihêje heta Bexdayê. Ev proje bi qasî herêma li ser bê kirin, ewqasî bi ketina meryetê jî stratejîk e ji bo dewleta Tirk û hemwextê wê ji bo Başûrê Kurdistanê jî deriyek mezin ê fetisînê ye.

Ev proje stratejiyeke demdirêj a ketina meryetê ya di navbera hikûmeta Iraq û Tirkiyeyê ye. Eger ku ev proje bi temamî bikeve meryetê ti rola Deriyê Sînor a Îbrahîm Xelîl namîne, hemû bazirganiya Tirkiye li ser deriyê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) heta astek diyar kêm dibe, heta dibe temamî jî qut bibe. Ev jî dihêle ku bac û bazirganiya ji wir digihêje Herêma Kurdistanê raste rast bigihêje hikûmeta Iraqê. Bazirganî li ser Iraq bê kirin û ji wir derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Bi vê yekê hem Tirkiye nêzî Bexda dibe û hem jî temamî bandora Iraqê ya li ser Başûr xurtir dike. Rol û bandora Başûr a mîna berê li herêmê nemîne. Di warê aborî û siyasî de bê dorpêçkirin û dibe rû bi rûyê êrîşên zêdetir ên Tirkiye û zextên siyasî yên Iraqê bê. Ev vekirî û eşkere li ber çav e.

Yek ji projeyên din a dewleta Tirk bi qasî Ovakyol xeter Balafirgeha Kerkûk û Mûsilê ye. Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê berê balafirxaneyek leşkerî bû. Di sala 2011’an de Meclîsa Walîtiya Kerkûkê daxwaz kir ku bibe balafigehek sivîl û di sala 2013’yan de biryar hate dayîn veguherînin balafirxaneyek sivîl. Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an dest bi nûjenkirina balafiraneyê hate kirin, piştî 4 salan 16’ê Cotmeha îsal bi merasîmekê bi fermî hate vekirin. Li gorî agahiyên hatin girtin ev balagirgeh beşek mezin ji aliyê Tirkiye ve tê birêvebirin û herî dawî biryar hate girtin ku di nava hefteyê de 4 sefer ji Kerkûk ji bo Stenbol hemwextî wê jî ji Stenbol jî sefer bo Kerkûkê bê kirin. Ev tê çi wateyê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêr û Silêmanî seferên ji bo wan bê kirin, raste rast biçe bo Kerkûk. 

Li aliyê din em dibînin hemwextî vê projeyê niha 10’ê Tebaxa îsal serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî çûbû Musilê û berê bingehê nûjenkirina balafirgeha Mûsilê bi merasîmekê danî. Hikûmeta Kazimî projeya nûjenkirina balafirgehê da kompanyayên Tirkiyeyê yên bi navê Tav û Înşaat 77. Tê gotin her du kompanyayan nûjenkirina projeya balafirxaneyê bi 62 milyar dînar wergirtine. Balafigeha Mûsilê di sala 1920’an de ji aliyê hêzên esmanî yên Brîtanyayê ve hatibû çêkirin. Destpêkê balafirgehek leşkerî bû, piştî wê bi du salan veguhestin balafirgeheke seferê sivîlî û nêzî 5 kêlometre ji navenda bajarê Mûsilê dûre. Di sala 2014’an de ji ber êrişên çeteyên DAÎŞ’ê ji sedî 50’iyê hola balafirgehê xirab bibû. Herwiha ji sedî 90’ê avahiyên xizmetguzariyê yên balafirxaneyê jî xirab bibûn.

Ev yek jî metirsiya li ser herêmê û gavek din a başkirina têkiliya Tirkiye ya li gel Iraqê bi pêş ve dibe. Bi vê yekê eger ku ev proje temam bike û bi temamî bikeve meryeta wê bi rêya firîna hewayî ya li ser Hewlêr û Silêmaniyê qut dibe. Bi vî rengî hemû bazirganiya bi rêya hewayî tê sînordarkirin û Herêma Kurdistanê dikeve nava metirsiyeke mezin. 

Dahatên ji balafirgehan tê raste rast biçe ji bo Iraq û Iraqê. Tirkiye bi vê warî hem wê navbera xwe Iraq xweş bike, dîsa milê din bikare zêdetir Başûr tengav bike hem di warê aborî û hem jî jiyan de. Dibe nava hefteyê çend sefer li Balafirgehên Hewlêr û Silêmanî jî bike, eger ku ev proje salên bê bikeve meryetê metirsî heye bi temamî li ser Balafirgehên Kerkûk û Mûsil kar bike. Ev yek tişteke ne dûrî rastiyê ye. Hem xebatên bazirganî hem jî têkiliyên bi xeta Tirkmen û dîsa Sunere bê zêdetir baş bibe. Hemwext di mijara îstixbarat û têkdana herêmê de jî roleke din bilîze. Ji xwe diyar e ku Tirkiye Kerkûk û Mûsil weke parçeyek ji xwe dibîne. Tirkiye tim dixwaze bi mîmariya xwe û projeyên xwe yên li Iraqê zêdetir hebûna xwe ya li wir bide nîşandan û xwe bicih bike. Bi vî rengî wê Kerkûk û Mûsil bibe navenda firînê ya navbera Tirkiye û Iraq.

Çêkirina rêyên alternatîf tevî aboriyê, wê kontrola hikûmeta navendî a Iraqê zêde bike û ew ê Iraq pozîsyona xwe ya li hemberî hikûmeta Başûrê Kurdistanê xurt bike. Dîsa wê Tirkiye zexteke mezin di serî de li Herêma Başûrê Kurdistan, Şengal, Mexmûr û giştî deverê bike. Ji ber ku yek ji astengiyên mezin pêşiya projeyên heyî di serî de Şengal û Tevgera Azadiya Kurd heye. 

Li vir ê diviya berî her kesî pêşiya vê projeyê bigire û xwedî helwest be divê PDK be. Mixabin em dibînin PDK li ber vê ne xwedî ti helwestî ye û kiryarî ye. Bi mantiqê bila biçûk be ya min be. Dixwaze ku wê Hewlêr, Dihok û Zaxo bimîne jêre. Eger ev proje bi temamî bikevin meryetê tiştek wisa namîne. Wê temamî bikeve bin kontrolê û mîna berê nikare hem aborî û hem jî îdarî kar bike, serweriya xwe li ser herêmê bide domandin. 

Dema mirov di çarçoveyek fireh de lê binêre, bibîne ku metirsiya herî mezin li ser Başûrê Kurdistanê heye û bi wê re xeterî li ser hemû destkeftiyên li Rojava bigire heta Bakur û Rojhilat heye. Ji bo wê divê ev yek bi rengekî wisa bê famkirin ku dema Tevgera Azadî diyar dike metirsî heye, her kes vê metirsiyê bibîne, li gorî wê xwedî helwest be. Armanca dewleta Tirk hemû Kurd in.