Tirkiye êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ji bo van êrişan vegerînin tevgerek a dagirkirinê amedekariyên xwe didomînin. Tê zanîn ku armanca dewleta Tirk ewe ku Kurdan bê statû bihêle û herêmên xweser ji holê rake. Jixwe rayedarên Tirk di her derfetê de vê tînin ziman. Ji bo van armancên xwe pêk bînin jî hewl dide bi hevdîtinên vekirî û veşartî bingeha vê ya siyasî ava bikin û amedekariyên xwe yên leşkerî temam dikin.
Li kêleka vê hikumeta Sûriyê û Rûsyayê jî lez dane xebatên xwe. Ev xebat ne ji bo rawestandina Tirkiyê yan jî bergiriyek li hemberî Tirkiyê ne. Berovajî, hewl didin sûdê ji derfetan bigirin, rêveberiyên xweser tune bikin û careke din herêmê bixin destê xwe. Weke tê zanîn Rûsyayê di sala 2019’an de li gorî hinek lihevkirinan ji Minbicê heta Dêrikê derfeta ketina herêmên xweser û hêz lê bicihkirinê bi dest xist. Heman demê de li ser sînorên herêmê jî leşkerên rejîma Şamê bi cih bûn. Rêveberiya xweser ji ber ku yekîtiya axa Sûriyê diparast, erê kir ku leşkerên rejîma Sûriyê li ser sînor cih bigirin.
Rûsyayê got dê di navbera rêveberiya xweser û hikumeta Şamê de navbeynkariyê bike, ji bo erêkirina daxwazên demokratîk bixebite. Lê di pratîkê de tu gav nehatin avêtin. Rûsyayê got hikumeta Şamê hişk e, gav navêje û pêvajo ber bi nediyariyê ve bir. Li beranberî vê hewl da herêmên ku ketinê dervî rejîmê bike. Heman demê de Rûsyayê pêvajoya Astanayê domand û ev zemîn jî veguherî eniyek li dijî rêveberiya xweser. Stratejiya dewleta Tirk a ji holêrakirina Kurdan û rêveberiya demokratîk hat erêkirin û xebat li ser vê bingehê berdewam kirin. Heman awayî Îran jî beşdarî vê projeyê kirin.
Di nava van çar dewletên em qalê dikin de cudahî û nakokî hebûn. Hîn jî hene. Lê bê statûhiştina Kurdan û ji holêrakirina rêveberiya xweser bû xala wan a hevbeş. Di vî alî de bûn parçeyek stratejiya ku dixwaze tevlîheviyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike. Îran taybet jî li Dêrazorê komên çekdar rêxistin dike û êrişî QSD’ê dike, hewl dide li herêmê tevlîheviyê derbixe û rêveberiya xweser bêhêz bike, wê herêmê jî vegerîne qada şer. Bêguman vê bê xebera hikumeta Şamê nake. Hikumet jî di nava gelê Ereb de bi awayek vekirî û veşartî xwe birêxistin dike. Hewl dide nakokiyên Kurd û Ereban ava bike, netewperestiyê har bike û herêmê bixe bin destê xwe. Ji bo vê jî ne derdê wî ye ku hejarên Kurd û Ereb mirine, pirsgirêkên aborî zêde bûne. Mirina bi sedhezaran gelê Sûriyê yan jî koçberbûna bi milyonan ew têr nekirine. Weke ku ev wêrankarî ne di bin rêveberiya wan de çêbûye, xwe weke rizgarker didin nîşan.
Tirkiye dê êrişî Minbicê bike, artêşa Sûriyê jî were lê bi cih bibe. Ev plan di kordîneya Rûsyayê de dimeşe. Yan jî hikumeta Sûriyê nikare vê bike. Ji ber Rûsya piştgiriyê dide vê planê û wisa xuyaye bi dagirkeriya Tirk re li hev kiriye. Îran jî ji bo herêm ji xweseriyê derbikeve û bikeve destê Şamê dixebite. Eger Minbic ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve bê dagirkirin dê Heleb bikeve xeteriyê. Ji ber wê naxwazin were dagirkirin. Lê li rêveberiya xweser ferz dikin ku bi du dewletan re şer bike. Ji bo wê dixwazin vê li rêveberiya xweser ferz bikin, “li şûna artêşa Tirk bikeve Minbicê, ji artêşa Sûriyê re bihêlin”.
Qaşo dê artêşa Sûriyê li sînoran bi cih bibûya û dagirkeriya Tirk rawestandiba. Yanî wê bigotina hêzên hikumetê sînorên xwe digirin û diparêzin. Lê derket holê ku rewş berovajiyê vê ye. Tirkiye êriş dike, lê hikumeta Şamê ne li dijî derdikeve ne jî dengekî derdixe. Êrişên giran ên hewayî pêk hatin, binesaziya herêmê bi erdê ve kirin yek, lê deng ji Şamê derneket. Qet nebe dikaribû pirsgirêkê bighîne saziyên navnetewî û ewlehiya sînorên xwe bike doz. Artêşa Tirk û çeteyên wê tevahî xeta sînor bê navber dide ber tang û topan. Mirov tên kuştin û birîndar dibin, gel nikare li ser axa xwe bixebite û li malên xwe bijîn, lê ne ji Rûsyayê ne jî ji Şamê deng dernakeve.
Rayedarên Rûsyayê gotin emê ji bo parastina qada hewayî amûran bînin Qamişlo û Til Temirê û piştgirî ji rêveberiya xweser xwestibû. Ev daxwazên wan hatibûn pejirandin û piştgiriya pêwîst hatibû dayîn. Lê hat dîtin ku ev amedekarî li dijî rêveberiya xweser hatibûn kirin. Istixbarata Tirk li herêmên xweser weke dixwaze bi rêxistin dibe, bê navber bi SÎHA’yan mirovan qetil dike. Heta niha kesî îtiraz an jî dijderketinek Rûsyayê nedît. Rayedarên Şamê, Îranê û Rûsyayê bi giranî hewl didin gelê Ereb bi çek bikin, rêxistin bikin û li dijî rêveberiyê xweser bixin tevgerê. Ji bo Tirkiyê tunekirina Kurdan û tesfiyekirina rêveberiya xweser ji beriya her tiştî tê.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî