Newrozê paşeroj diyar kiriye

Bi bandora serkeftina Garê di serî de jin û ciwanan, gelê Kurd di Newrozê de qad tijî kirin. Bi vîn, bawerî û hêvî çalakiyên xwe pêk anîn. Newrozê ji niha ve mizgîna serkeftina gelê Kurd û azadiya Rêber Apo da.

Her Newroz têkoşîna siyasî ya Kurdan a salê diyar dike. Heta Newroz rê li demeke nû vedike, paşerojê ronî dikin û berê wê diyar dikin. Newroza 2021’an jî bû Newrozek wiha. Li dîrok û têkoşîna Newrozê rehend û aliyên nû zêde kir. Netewebûna Kurd jî bi nirxên nû xwe rapêça. Dinyayê hemûyî careke din rastiya gelê Kurd dît; hem jî bi xweşikbûn û delaliyên wê yên nû. Bala xwe bidinê, Newroz ne tenê bû serhildana li dijî dijminên Kurdan. Cara yekê li çar beşên Kurdistanê bi rengekî bi heybet û mezin Newroz hat pîrozkirin. Hêza Newrozê ya yekkirinê bi bandor xuya bû. Newroz her salê dibe ew sînerjiya bi bandor ya hêza Kurdan mezin dike. Îsal jî her wiha bû. 

Tifaqa faşîst AKP-MHP li ser Kurdan polîtîkayên qirkirinê pêk tîne. Zext, zilm û zora vê desthilatê ewqas zêde bûye ku, difikire dê bi vê zilmê bigehe encamê. Hesabê wê ew e, pîlana rûxandin û têkbirinê ya 2014’an amade kirîn, pêk bînin û bigehînin encamê. Di rastiyê de ya ku jê re dibêjin armanca 2023’an ev e. Desthilata AKP-MHP, wisa bawer dike dê têkoşîna azadiyê ya Kurdan biperçiqîne, hemû reng û baweriyan ji holê rake û Tirkiyeya dixwazin ava bikin. Ev êrişên har û hovane ji ber vê ne. Hêzên demokrasiyê hemû ji ber vê yekê xistine bin zexteke giran. Ji ber vê sebebê dixwazin HDP’ê jî bigirin.

Desthilata AKP-MHP ya xwediyê van hesaban, careke din di Newrozê de li vîna Kurdan û hêzên demokrasiyê qelibî. Newroza 2021’an sekin û vînek daniye holê ku nîşan dide pîlana rûxandinê wê were têkbirin û binxistin. Gel li dijî vê desthilatê hêrsa xwe bi teqîna Newrozê raxistiye ber çavan. Di her qadê de bi wêrekî, bê tirs xwe nîşan daye. Nav li dijminên xwe daye û ew li ber vê heqîqetî vexwendine meydanê. Ew daxwaz û vîna têkoşînê ya jin, ciwan û mêran, li qadan bûye bayê Newrozê. Her Kurd û demokratê ev dîmen dîtî, hêzeke mezin girtiye, hêvî û baweriya ji bo paşerojê mezintir kiriye. 

Agahî wernegirtina der barê tenduristiya Rêber Apo de li cem ciwanên Kurd bûye sedema hêrseke mezin. Ji ber vê li her qadê slogana Bijî Rêber Apo berz bûye. Her wiha êrişên li dijî HDPʼê û pêngava girtinê jî di Newrozê de ji aliyê gelê Kurd û gelan ve bi reaksyoneke mezin hatiye pêşwazîkirin. Ji ber vê sebebê li dijî hemû êriş û hewldanên faşîzmê qadên Newrozê bûne bersiv. Qadên Newrozê eşkere gotiye yên têk biçin û birûxin hûn in. 

Newroza Stenbolê li Tirkiyê her kes xistiye nava heyecanê. Qada Newrozê ya Stenbolê jî nîşan da ye ku êdî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên tirkiyê bûne tifaqên stratejîk, êdî ew tifaq dê paşeroja Tirkiyê diyar bike. Diyare faşîzmê mirina xwe di vê tifaqê de dîtiye. Êdî ne dikare hêzên demokrastiyê tenê bihêle û biperçiqîne; ne jî dikare Kurdan bi tinê bihêle, polîtîkayên qirkirinê bi hêsanî pêk bîne. Polîtîka û stratejiya bingehîn ku ji sala 1923’an ve li dijî yekbûna têkoşîna hêzên demokrasiyê û Kurdan dimeşîne, rûxiyaye. 

Jixwe ya ku hiştî ev polîtîka û stratejî têk biçe, ew fikra siyasî ye ku di şexsê HDP’ê de şênber bûye. Ji ber vê sebebê hêrsa wan ya li hemberî HDP’ê gelekî mezin e. Xwestine HDP’ê ku Kurdan û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê digehîne hev belav bikin, tine bikin lê pê nekarîne, bi ser neketine. Ji ber vê rabûne doza girtina partiyê dikin. Gel li dijî agahiyên der barê rewşa Rêber Apo û doza girtina HDPê derketiye qadan û helwesta xwe nîşan daye. 

Bakurê Kurdistanê seranser bû qada Newrozê. Li Amed, Wan, Cizîrê, Batman, Nisêbîn, Şirnex, Qoser, Dersim, Dîlok, Semsûr û bi sedan navendên Bakurê Kurdistanê newroz bi coş pîroz bû. Vê pîrozbahiyê moral û hêz da gelê Kurd. Ew hewaya hişk û reş ya li Bakur û Tirkiyê bi agirê Newrozê belav bû. Gelê Kurd û gelên Tirkiyê bi vê Newrozê careke din hêza demokrasiyê dîtin. 

Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî Newroz bûne xwedîderketina li Rêber Apo û nîşana vîna dawîanîna dagirkirkeriyê. Neteweya demokratîk ya bingehê şoreşa Rojava û herêmê ye, bi heybet xwe nîşan daye. Newrozê nîşan daye milletperestî, olperestî û cihêkarî ji holê rabûne. Ji vî alî ve jî Newrozê nîşan da şoreşa Rojava ji bo gelên herêmê û cîhanê hêvî ye. 

Li Rojhilatê Kurdistanê Newrozên herî xweşik, xwepêşandana agir ya herî bedew bi bandor pêk tê. Di vê Newrozê de coşa ciwan û jinan li qadan xwe nîşan da. Rojhilatê Kurdistanê di Newrozê de bi beşên din yên Kurdistanê re bû yek. 

Li derveyî welat gelê Kurd li Rêber Apo xwedî derket, sedan navendî pêşwaziyên mezin pêk hatin. Li dijî faşîzma AKP-MHP ji van qadan jî peyama têkoşînê hat dayîn. 

Newroza îsal ya Qendîlê hestên Kurdên çar beşên welat vegot. Ji çar beşên Kurdistanê bi deh hezaran Kurdistanî herikîn Qendîlê, li têkoşîna azadiyê xwedî derketin. Gelê Kurd li Qendîlê nîşan da ew li tevgera azadiyê û gerîla xwedî derdikevin.

Bi bandora serkeftina Garê di serî de jin û ciwanan, gelê Kurd di Newrozê de qad tijî kirin. Bi vîn, bawerî û hêvî çalakiyên xwe pêk anîn. Newrozê ji niha ve mizgîna serkeftina gelê Kurd û azadiya Rêber Apo da. 

Bi hêviya vîna Newrozê sala 2021’an bike sala azadî û serkeftinê.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA