Nagîhan qîrîna beriyê bû

Ew nivîskar û akademîsyenek bû ku bi pênûsa xwe hewl dida zanista jineolojiyê bigihîne her kesî. Rojnamevanek bû, ku çîrokên jinan dişopand û li rastî û edaletê digeriya. Yekane armanca wê ew bû ku çîroka hemû jinan bike yek û bigihîne hêza cewherî.

Ya ku ew afirand çîroka jinê bû. Dema ku min cara ewil ew nas kir, wê gelek jin li dora xwe kom kiribûn û li çîrokên wan guhdarî dikir. Di her çîrokê de êş, di her vegotinê de rondik, di her nêrînê de bêçarebûn… Û bi vî awayî lêgerîna heqîqetê ji bo Nagihan destpê dike.

Bi jinên Xelîkan re, ku jiyan, paşeroj û xeyalên wan ji pergala mêran re hatibû hiştin, bi xwendina pirtûk û kovaran û pêk anîna civînan hewl dida jinan hînê têkoşînê li dijî kevneşopiyên hişk a mêr bike. Li gundê Xelîkan jin li hev kom dibûn, pirtûkan ji hev re parve dikirin û tiştên ku ji pirtûkên ku dixwendin ji hev re digotin. Hevdîtin çalakiyek bû. Bi hev re bûn pêş xistina zanabûnê bû. Kombûn bi rêxistin bû. Rizgarî bi yekîtiyê re dibû. Dê gavên ewil ên ketina rêya azadiyê bi vî rengî bin.

MÎNAKA DILSOZIYÊ YE

Tevî hemû dijberiyên dayika xwe, wê ji dil bawer kir ku lêgerîna cewhera jinê wê bi koka wê re bigihêje hev û li ser vê bingehê ket rê. Ew êdî rêwiyek bêwestan a rêyeke dirêj bû. Dilê wê rehet bû; hindik be jî tiştek dabû jinên gundê xwe. Wê hînî wan kiribû ku bi nakok bifikirin û pirsan bikin. Hêvî wek şitlek şîn bû. Ji bo ku çarenûsa jinên Xelîkan ên sirgûnkirî biguhere, êşa wan sivik bike û koka wan bibîne, xwend, lêkolîn kir, nivîsand û geriya. Bêy ku biweste têkoşiya. Çîroka yek jinê çîroka hemû jinan bû. Wê ev yek zû fêm kir, dît û hemû jiyana xwe da têkoşîna azadiya jinê. Nagîhan mînaka dilsoziyê ye.

Li erdnîgariya ku em lê dijîn, herî zêde avhewaya jinan qirêj û xera kirine û jiyanê herimandine. Ev krîza hemû mirovahiyê û civakê bû. Yekane rê ji bo derbaskirina bendên mirî, rûbirûbûna zehmetiyan, tevlîbûna bi têkoşîneke bê hempa bû. Ji ber vê yekê Nagîhan bi evînek mezin û bi hêviyek bêhempa zanista Jineolojiyê, dayika hemû ilm û zanînan hembêz kir. Jineolojî li bendê bû ku jin weke şahbanûya zanistên civakî li dora xwe kom bibin.

Jineolojî dergehek e ku hemû jin bêhna xwe lê distînin; wareke ku hemû tarîtiyê deşîfre dike; Mala zanistê ya ku jin tê de ronî û agahdar dibin, xewlexaneya ku jin tê de cewherê xwe dicivîne...

YEKANE ARMANCA WÊ EW BÛ KU JINAN BIGIHÎNE CEWHERA WAN

Nagîhan ji rojên destpêkê yên damezrandina jîneolojiyê ve bi coş û kedeke mezin ve ev xebat hembêz kir. Ji ber ku wê ji dil bawer dikir ku derketina ji krîza sedsala me wê bi zanista jineolojiyê pêk were. Bawerî û kelecana wê di yekemîn konferansa jineolojiyê de gelekî xuya bû! Şewqa çavên wê diyar dikir ku wê ji berê de şewq û xemla jîneolojiyê girtiye. Êdî kesî nikaribû wê bigirta. Raman û armanca wê zelal bû. Wê astengiyên ku derkevin dizanî bû.

Ew akademîsyenek e ku dev ji gerdûnîkirina zanista jîneolojiyê bernade. Nivîskarekî ku bi pênûsa xwe ji bo naskirina zanista jîneolojiyê xwe digihîne her kesî. Ew rojnamevanek e ku çîrokên jinan dişopîne û li rastî û edaletê digere. Nagîhan mal bi mal, gund bi gund, kuçe bi kuçe digeriya û ked da. Yekane armanca wê ew bû ku çîrokên hemû jinan bike yek û bigihîne hêza cewherî.

LI SER HER KESÎ ŞOPEKE MEZIN HIŞT

Nagîhan çîroka hemû jinan e. Nagîhan tîbûna azadiyê ye. Di ruh û êşên hemû jinan de hevpar e. Navê hezkirina jinê ye. Bi hişê xwe yê jinê, bi rengê jinê, bi aqilê xwe yê jinê destê xwe da karekî. Bi dilnizmiya xwe, xwîngerm û dilê xwe yê evîndar şopeke mezin li her kesî hişt.

Ey destên xayîn û qirêj, we çawa jineke wiha bi heybet qetil kir! Zîhniyeta ku Nagîhan bi gule qetil kir û Jîna Emîn qetil kir ji heman çavkaniyê xwe xwedî dikin. Desthilatdarên hevkar-qirker, ku heta binî di çala îxanetê de ne, ji Jînayan, Nagîhanan û hemû jinên berxwedêrên azadiyê ditirsin. Berxwedana bi heybet a jinan a ji bo xweparastinê, kabûsa serdestan e. Weke Sara û Rûkenan ev giyanên cêwî yên ku dibêjin ez hem e, ez li vir im, ez ê xwe feda bikim ji bo nirxên xwe, Rêbertiya xwe, welatê xwe, xaka xwe û jinan, nîşan dide ku jin çiqasî bi îrade ne. Ne Nagîhan Akarsel, ne Jîna Emînî û ne jî tola jinên bêguneh ên hatine qetilkirin wê li erdê nemînin.

ÊDÎ DEMA JINAN E

Bêyî ku ferq bikeve navbera çîn, netew, ol, ziman û nijad çi dibe bila bibe, dem hatiye ku hemû jin li dijî pergala serdest li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin û çalakiyan li dar bixin. Êdî dema jinan e. Tenê jinên weke Nagîhan ku bi hemû hucreyên xwe ve xwe feda dikin, dikarin cîhana me ji van destên qirêj rizgar bikin. Weke Nagîhan xebatkirin, wek Sara û Rûken bawerkirin, wê me nêzî azadiyê bike. Erd wê ne bi êş, bi azadî şîn bibe. Guleya ku li Nagîhanê ket, li hemû jinan ket. Ev komkujî siyasî ye. Gotina me dê çalakiya me be.