Lihevkirinên demkî û devkî!

''Heya siyasetê van welatên hêgomon û îstîsmarger neyê guhertin û siyasetek exlaqî û paqij nedin avakirin wê rewşa Rojhilata Navîn wisa be û ji vê ya jî xirabtir bibe.''

Ji dema ku mirov dihizirê vê lihevkirin û danustandin heye. Lê lihevkirinên ku hatine kirin û demên pêş wê werin kirin dê çiqasî dewam bikin û li ber xwe bidin! Bersiva vê pirsê wê dîrok bide me. Eger em li dîrokê binêrîn wê her tişt zelal bibe û pir baş werê fêhmkirin. Li tevahî dinyayê di nav malbat heya dewlet û împaratoriyen mezin de gelek caran lihevkirin pêkhatine. Ev di navbera kes û aliyan de heta roja me ya îro berdewam kiriye. Lê dîrok ji me re dibêje ku ji destpêka mirovahiyê heya niha lihevkirinên ku di navber aliyan de hatiye gotubêjkirin û pêk hatine bi heta demekî encamgir û serkeftu bûye ku mafê tu kesî yan jî aliyan ne hatibe xwarin û edaletek wekhev hatibe pêkanîn. Lihevkirinên ku bi zext û zorî û xapandinê li aliyekî jı bo alıyê din ketiye meriyetê wê demkî û devkî bûn û ti caran wan lihevkirinane heya serî berdewam nedikir. Ji bo demek û bi zextê dewam kiriye. Di dawî de jî kes û aliyê ku neheqî lêhatiyê kirin serê xwe rakiriye û dereng yan jî zû daxwaza mafê xwe kiriye. Ji bo wê xwesteka xwe jî bedelên pir bi nirx hatine dayîn. Em digihijin wê encamê ku heya di navbera mirov û aliyan de mafekî wekhev û jiyanek hevpar di çerçêweya fikrên demokratîk neye avakirin, wê bi tu awayî hevkirinek pêk naye. Eger pêk were jî wê heya dawî naçe.

Di 24’ê miha 1'ê ya 2020’an de Neteweyên Yeybûyî ên Emerîkayê bi serkêşiya Îsraîlê nexşe rêyek nû ji bo Rojhilata Navîn derxisitin holê. Beyî ku naverok yan jî kitekitên esasiyê ên wê werin zanîn tenê wekî projeyek nû ji bo Rojhilata Navîn bi raya giştî re parve kirin.

Di heman demê de ji vê biryara Emerîka û Îsraîlê re welatên wekî Îran, Lubnan, Rûsya û hinek aliyên din bertek û narazîbunên xwe nîşan dan. Ligel vê yekê jî Îsraîl bi hevkariya Emerîkayê dest bi danûstandin û lihevkirinê bi welatên Ereban re kir. Heya niha jî bi çend welatên Erebî re lihev kirine ku dû ji wan welatan Îmaratê Erebiye û Behrînê ku Îsraîl bi fermî bi wan re li hev kiriye. Di heman demê de jî Serokkomarê Emerîkayê dabû xuyakirin ku wê di demek nêz de bi 6 welatên din yê Rojhilata Navîn re bigêjine lihevkirinekî.

Niha bûyerên ku van demên dawî li Rojhilata Navîn diqewimin di wê demê de ye ku NATO û bi taybetî jî welatê Îsraîlê û endamên NATO'yê piştî ewqas sala şer kirin li Rojhilata Navîn, fêm kirin ku wê êdî bi şerê çekdarî nikaribin bigihine encamek berbiçav. Dîtin ku bi şer nikarin hakimiyeta xwe li ser Rojhilata Navîn mîsoger bikin. Di vî şerî de ne biserdikevin û ne jî bindikevin. Şerêkî ku serkeftin û binkeftina wî ne diyar e. tenê bedelen madî û manewî ji aliyên ku şer dikin re kêm an jî zêde tên dayîn.

ji bo vê yekê NATO ji bo parastinê berjewendiyên xwe û di heman demê de ji bo ku tehlîkeya li ser Îsraîlê bê bandor bike ketiye liv tevgerê û hewldidê ku dîzaynek li gorî berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn bide avakirin. Ev guhertinên ku pêk tên jî di demeke ku peynamnameya Lozanê ya li ser Rojhilata Navîn hatibû çêkirin ber bi xilasbûnê ve diçê de çêdibe û çarenûsa 4 welatên mezin yên wekî Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye ne dema Lozanê jî û berî Lozanê jî hebûn. Kurd jî vê sedsalê wê bi xebatên çandî, siyasî û gelek caran jî bi leşkerî berxwedan kirine û hertim daxwaza mafê xwe yê rewa kirine. Ji îro vir de jî eger bi avayekî demokratîk mafê wan neye dayîn wê şoreşgerên Kurd ji berê zanatir û bihêztir mafê xwe bixwaze. Eger mafê wî neyê dayîn wê bi zorî bigire.

Di heman demê de bi nêzbûna sersala Lozanê 4 welatên desthilatdar ên wekî Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye ne, naxwazin mafê rewa yê Kurdan were dayîn. Li gel vê jî dest diawêjin her derek din jî bi taybetî welatê Tirkiye ji 1991'an ve bi hinceta sînor parastinê bi bahnahiya 40 kîlomêtreyan ji sînorê Herema Federal a Kurdîstanê dagir kiriye. Lê Dewletê Tirkiye piştî ewqas dagîrkarine jî nesekinî. Sala 2017'an piştî ku Hêzê Islamiyê Radîkal DAÎŞ' di aliyê leşkerî de zeyîf bu Tirkiye ev wekî firsend zanî û êrîşê Rojavayê Kurdistanê kir û bajarê Efrîn dagir kir. 2019'an jî destavête Serêkanî û Dirbespiyê û heya niha jî bê navber ji bo dagirkirinê kiryarên xwe didomîne. Ev êrîşên Tirkiye jî di dema ku wê Sersala 2023'an girêbestê Peynama Lozanê biqedê de pêktên. Ji bo wê yekê jî dixwaze dema ku 2023'an peymana nû bikevê meriyetê bikaribe wan deverên ku dest daniyê ser bi peymana nû li ser welatê xwe qeyd bike. Di heman demê de welatê Azerbaycan jî heman piraktîkê Tirkiye dubare kir û berî ku guhertinek nû li Rojhilata Navîn werê kirin wê jî êrîşî herêma Qerebaxê kir û beşek ji wê derê dagirkir.

Lîv û tevgerû welatên dagîrker û Dewleta Tirkiye jî wekî welatek îstsimarger û dijminê Kurdan tê fêhmkirin. Lê PDK çi rolê dilîze ku li heremê wisa ketiye nav liv û tevgerê. Dem dem bi tevgerên xwe pêşiyê gerîlayên PKK'ê asteng dike yan jî diçe li hinek herêmên ku gel xwe birêve dibe, ligel aliyên din li ser cih û warên wan lihevkirinan çêdike lê haya gel jî ji wan lihevkirinane nine. Lê nêrînê gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurdistanê wisa ye û dibêjin ev nîzîkayetiyên ku PDK'ê dike tenê di berjewendiyê dijminên Kurd deye û qet xizmetek ji gelê Kurd û vê heremê re nakê.

Dîse xuyayê ku Kazimî, serokkomarê Iraqê ji bo ku di hilbijartinên Iraqê yê ku wê sersala 2021'an de destpê bikin de ji bo dengê Parlemantarên Herêma Kurdistanê bi dest bixê, bi PDK'ê re li ser hinek herêman lihevkirinek demkî pêkaniye û lihevkirina hinek herêman jî tenê devkî ye. Jixwe Kazimî jî ji bo ku di hilbijartinên 2021'an yê Iraqê de biserbikevê û pirsgirêk jiyan nekê serî li her rêbazek daye. Di heman demê de jî Emrîka demek berî niha daxuyaniyek belavkir û got ku, em ê ji bo demek din muhlet bidin Iraqê ku ji ambargoyên li ser Îranê muaf bibe. Ev bîryar tenê ji bo ku Iraq xwe hinekî komî ser hev bike û di hilbijartinên serokkomariyê de bi Îranê re pirsgirêk jiyan neke ye.

Jixwe ev lihevkirinên ku piştî ewqas sal şer û nakokiyên di navbera aliyan de li Rojhilata Navîn pêk tên mirov nikare ji hev cuda bigire dest. Di heman demê de ne tenê NATO dixwaze ku projeya xwe li Rojhilata Navîn bixe meriyetê. Belku welat û hêzên din jî di Rojhilata navîn de hinek bi eşkere û hinek jî bi veşartî di hewldanê vê yêkê de ne ku dîzaynek li gor berjewendiyên xwe bidin avakirin.

Lê di heman demê de cêhê bîranînêyê, lihevkirinên ku tên kirin çewa dibe bila bibe pêwîste mafê tevahî gelên vê heremê were dayîn û bi taybetî jî gelê Kurd. Eger berovajî vê yekê bê çi rêkeftin û lihevkirinek heya serî naçê û aloziyên ku niha tên jiyankirin wê ji wê aloztir û xerabtir bibe. Eger ku tenê mafê gelekî were dayîn wê ew gelên din ku bêpar mayê vê carê dest bi têkoşîn û berxwedanê bike û mafê xwe bixwaze. Ji bo vê yekê jî projeya ku ji aliyê her kes û welatî ve tê amadekirin pêwîste di çarçoweya mafê rewa û jiyanek hevpar û demokratîk de ji bo gelan were avakirin. Eger ku berovajî vê yekê bê dîrok pir bi zelalî ji me re dibêje ku nabe û ti caran serkeftî nabûye, wê di demên pêş de jî nebe. Kesên desthilatdar û welatên hegomon dibe ku bikaribin ji bo demek pilan û projeyên xwe li ser gelan ferz bikin, lê nikarin heya dawiyê bi wan pilanan berdewam bikin.

Çi dibe bila bibe wê ger projeyên wan li gorî berjewendiyê civakê nebin wê bi tû awayî ji bo demdirêj neyên organîze kirin. Ji bo Rojhilatê Navîn jî heman tişt derbasdar e. Girêdayî mijarê projeya nû ji bo Rojhilata Navîn jî heyamek berî niha hinek çavkanî bi çend belgeyên wisa dabûn xuyakirin ku di wê nexşerêya nû ku ji bo Rojhilata Navîn hatiye amadekirin de dibe ku demên pêş hinek welat li Rojhilata Navîn biçûk û parçe bibin. Hinek welat jî ji berê mezintir bibin. Lê tiştê ku tê fêmkirin berovajî vê yekê NATO bê berê Îngîltereyê kîjan taktîk kirine ew jî wê dike. Çawa ku li şera cîhanî yê yekem welatê Îngîltere li Rojhilata Navîn bi pilanekî tevahî gelê Ereb ji hevdu parçekir, Emrîka û Îsraîl jî bi heman planê berê yê Îngîltere li berçavan digire û tu caran naxwazin ku welatek mezin û yek parçe li Rojhilata Navîn ava bibe. Ger ava bibe jî wê hewl bidin ku xida bikin. Emrîka çawa ku xwe li ser parzemînên Ewrupa, Amrîka, Afrîka û çend deverên din hakim kiriye ew dixwaze li Rojhilata Navîn jî Îsraîl bike berdevkê warisê tac û textê xwe. Tiştê ku ew dixwazin wiha difikrin ku nabe bi tu awayî li derdorê welatê Îsraîlê hêzek bi îrade û welatek bi teknolojiyên pêşketî were avakirin. Sedema wê jî ew e ku gelê Yahûdî berê ji destê împaratoriyên Rojhilata Navîn yên wekî Pers, Osmanî û çend qirnan jî welatên Ereba derbeyên mezin xwarine.

Emerîka û Îsraîl ji tirsa welatê Çîn û Koreya Bakur zirav qetyayî bûne. Wê çawa bi hêsanî rê bidin ku li bin guhê wan welatek mezin û di her alî de pêşketî werê avakirin, di heman demê de jî xwedî Îrade bê. Erê dibe ku Emerîka yan jî welatek din yê hêgomon li hemberî gel û tevgerên azadîxwaz yên li tevahî dinyayê çêdibin rêgir bê, lê dîrok ev yek isbat kiriye, ku ne berê û ne jî niha welatên dîktator û hêgomon nikarîne desthilatdariya xwe heya dawî li ser gel û şoreşgeran ferz bikin. Ji Kuba bigre heya Vietnamê ji Filistîn û Afkanistan heya Hindistan û Kurdistanê û bi dehan mînakên din yên şênber hene, yan gerek bi tevahî maf û azadiyên sereke ya gelan were dayîn û iradeya gelan were naskirin. Wê demê dibê ku lihevkirinek paqij û demdirêj misoger bibe. Eger berovajî vê yekê bê wê kes ne gihijê encamek û tevahî aliyên hene wê zerer bibînin.

Di şer û aloziyên li Rojhilata Navîn de Nato ji bo berjewendiyên xwe şer dike û pir îmkan jê re diveqetînê. Lê di heman demê de qazancê herî zêde welatê Çîn û Rûsye dikin. Van salên dawî ne Çîn û ne jî Rusye rasterast neketine nav şerê Rojhilata Navîn. Lê di heman demê de aliyên serkeftî ew bûn. Rusye ji her welatî zêdetir sîleh û amurên şer firotin aliyên şer û onpozisyonên cihadîst û çekdar. Li gor agahiyên fermî petrola herî zêde di wan çend salên dawî de ji aliyê Rusye ve li Rojhilata Navîn hatiye derxistin û firotin, ji bilî vê jî ji tiştên ticaretê jî têra xwe qazanc hatiye kirin.

Li gor detayên ku hatibûn eşkerekirin di vê aloziya Rojhilata Navîn de piştî Rusyayê welatê Çîn jî yek ji wan welatan bû ku herî zêde berhemê tiknîkî û lojistikê xwe di Rojhilatê Navîn de firotiye. Çavkaniyên binerdî wekî kewirên taybet, petrol, kewirê hesin û çend çureyên din derxistiye derve û derbasê welatên din kiriye. Niha jî li gel vê berhemên ku herî zêde li piyaseyên Rojhilata Navîn tên firotin berhemên welatê Çînê ne. Mirov dikare bêje ku li Rojhilata Navîn herî zêde ticareta berhemên welatê Çîne tê belavkirin.

NATO di şerê li Vîetnam û Kubayê de fetisî, li Rojhilata Navîn piştî ewqas sal şer kirin li Efganistanê tevahî derfetê xwe xiste devreyê. Lê di axir de ti tişt qezanc nekir û ligel vê jî çend qatê wê jî zerer kir. Niha jî ketiye rewşekî ku pir mutewazî daxwaz ji Talîbanê dike ku pê re li hev bike. Lê vê carê jî Talîban bi hêsanî qebûl nake. Piştî vê ku bi hezaran zindaniyên Talîbanê hatin azadkirin, lê hêj ne gehîştine encamek berbiçav û her roj jî teqîn û aloziyên nû li Efganistanê çêdibin.

Amerîka ji sala 2002'an û vir de bi fermî ket nav welatê Iraqê. Hikumeta Behs ji holê rakirin, Sedam Huseyn jî girtin û piştî demêkî bi darvekirin. Lê piştî ewqas şerkirin û derfet pêşkeşkirinên Emerîkayê li Eraqê jî herî zêde Îran qezençkir û karî li ser beşek zêde ya Iraqê hakimiyeta xwe ava bike û hêzên cuda cuda avakir.

Tiştê ku xuyaye heya siyasetê van welatên hêgomon û îstîsmarger neyê guhertin û siyasetek exlaqî û paqij nedin avakirin wê rewşa Rojhilata Navîn wisa be û ji vê ya jî xirabtir bibe.