Guhertina înfazê ya li Paketa Darazê ya 10'emîn pêşkêşî meclîsê hate kirin. Paketa ku ji raya giştî re hate eşkerekirin, hem bersivê nade bendewariyan hem jî gelek guhertinên xwe li dijî pîvana wekheviyê ye. Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Şukru Alpsoy paket nirxand û bla kişand ser vê newekheviyê.
Parêzer Alpsoy anî ziman ku bi taybetî guhertinên têkildarî girtiyên nexweş bi pirsgirêk e. Alpsoy got, ne ya qebûlkirinê ye ku girtiyên nexweş ên cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birîn li derveyî guhertinê hatine hiştin û anî ziman ku sererastkirina niha weke taloqkirina înfazê ji bo mehkûmên din tê bicihanîn, lê belê girtiyên cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birîn nagire nava xwe, lewma tiştekî nû nîne.
'GUHERTIN JI ALIYÊ MEHKÛMÊN NEXWEŞ VE GELEKÎ KÊM E'
Alpsoy işaret bi qanûna heyî û diyar kir ku di paketê de hema bibêje ti sererastkirin nîne. Alpsoy got, "Di guhertina nû ya înfazê de wekheviya înfazê ji bo mehkûmên nexweş an jî sererastkirinek ku tê wateya mafê hêviyê nîne. Ji xwe di daxuyaniyan de jî tê gotin, divê il benda payîzê bin, lê belê di nava civakê de bendewariyeke welê hebû ku beriya Cejna Qurbanê bê ragihandin. Lewma di vê guhertinê de gelek kêmasî hene, ji kêmasiyan wêdetir sererastkirinek nîne."
Alpsoy anî ziman ku di guhertin û sererastkirinê de mehkûmên ku cezayê muebbetê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn li derve hatine hiştin û destnîşan kir ku newekheviya di guhertina 31'ê Tîrmeha 2023'an de hate kirin nehatiye çareserkirin.
Alpsoy got, "Yek ji bendewariyên ku di guhertina înfazê de dihate hêvîkirin, sererastkirina di guhertina 31'ê Tîrmeha 2023'an de bû. Eger kesek heta 31'ê Tîrmeha 2023'an li girtîgehê weke hikumxwarekî dibîne, dema berdana bi kontrol an jî şert, bi sê salên din dihate zêdekirin.
Beriya her tiştî weke pîvan divê ne dema ku ceza misoger bûye, lê dema sûc bi xwe esas bihata girtin. Yanî esasgirtina dema misogerbûna ceza kêmasiyeke cidî ye. Mînak; bila du kes heman sûcî di heman demê de bike. Heman ceza li herduyan bê birîn, lê belê dadgeha yekî bila zû darizandinê bike û beriya 31'ê Tîrmeha 2023'an bê girtin. Yê din jî 2'ê Tebaxa 2023'an bê girtin weke hikumxwar. Yanî bi du rojan bila darizandin bi derengî bê kirin.
Kesê ku du rojan bi derengî hatiye girtin, wê nikaribe ji derfetê kontrola eksra ya sê salan sûdê werbigire. Aliyekî bê qebûlkirin ê vê yekê nîne, ji ber ku tiştekî di destê mirov de nîne. Heman sûc kirine, heman demê kirine, heman tişt e. Lê belê ji ber darizandina bi derengî ya dadgehan wê encameke bi vî rengî derkeve holê.
Ev rewş li dijî mejiyê wekheviyê ya di înfazê de ye. Divê ev yek bê rakirin û dema berdana bi kontrol a 3 salan ji bo hemû mehkûman bi rengekî wekhev derbas bibe. Ne tenê ji aliyê dîroka sûc û dema misogerbûna sûc, di heman demê de ji bo şêweyê sûc jî divê ev guhertin bi cih neyê anîn.
Mînak hin sûc îstîsna têne nîşandan. Di nava van de sûcên rêxistinî, mehkûmên siyasî jî hene. Em zanin ku sûcên ku em jê re sûcên polîtîk dibêjin ên weke endametiya rêxistinê, propagandaya rêxistinê, alîkariya ji bo rêxistinê, sûcê bi navê rêxistinê di encama darizandinên ne wekhev de bi encam dibin.
Cihêkariya di înfazê de karekî ji polîtîkaya hiqûqa ceza ya dijmin e. Divê ev yek ji holê bê rakirin. Di serî de girtiyên siyasî divê hemû mehkûm sûdê ji vê wekheviyê werbigirin."
'JI BO MEHKÛMÊN SIYASÎ DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ HEBE'
Parêzer Şukru Alpsoy her wiha rexne kir ku di guhertinê de mafê hêviyê ji bo girtiyên siyasî yên ku cezayê girtîgehê yê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birîn, nîne.
Şukru Alpsoy diyar kir ku ji bo kesên qeyda wan a sûc hene qedexeya berdana bi şert tê rakirin û got, "Lê belê ji bo mehkûmên siyasî yên ku bi rengekî newekhev hatine darizandin û cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birîn mafê hêviyê nehatiye dayin; qedexeya berdana bi şert dewam dike. Ev yek nîşan dide ku guhertina înfazê wekhev nîne û hîn jî pêkanînên berê dewam dike. Li gorî me, guhertinên di vê mijarê de divê di dema herî kurt de bê kirin."