Tenduristiya Zeynep Celaliyan nebaş dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin
Zeynep Celaliyan ku 18 sal in li girtîgehên Îranê ye, rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe. Lê belê rêveberiya girtîgehê destûra tedawiya wê nade.
Zeynep Celaliyan ku 18 sal in li girtîgehên Îranê ye, rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe. Lê belê rêveberiya girtîgehê destûra tedawiya wê nade.
Li gorî agahiyên ku li malpera înternetê ya bi navê Dengê Girtiyên Kurd û Îranî hate dayin, rewşa tenduristiyê ya Zeynep Celaliyan cidî ye, lê ji mafê xwe yê dermankirinê bêpar tê hiştin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku 18 sal e Zeyneb Celaliyan di girtîgehê de ye, pê re nexweşiyên çav, gurçik û rûviyan çêbûye, li gor testên berî niha hatine kirin pêwîstiya wê bi neştergeriyê heye.
Her wiha hatiye gotin ku berpirsên girtîgeha Yezd gelek caran îşkence û heqaret li Zeyneb Celaliyan kirine.
Hêjayî gotinêye ku Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.