Li Lozanê Konferansa Kurd û li Kurdistanê berxwedana gerîla

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li Lozanê mafên demokratîk ên neteweya Kurd nîqaş kirin û ji siyaseta cîhanê xwestin. Gerîlayên Kurd jî li dijî êrîşên dagirkeriyê bi lehengî li ber xwe didin û hewl didin azadiya gelê Kurd misoger bikin.

Salvegera sedemîn a peymana qirkirina Kurdan ku di navbera Îngilistan, Fransa û Tirkiyeyê de 24'ê Tîrmeha 1923'an li Lozanê hate îmzekirin, bi her awayî bi liv û tevger derbas dibe. Kurdan vê carê li cihê peymana qirkirinê lê hate amadekirin, li Lozanê, her wiha di heman dîrokê de 22-24'ê Tîrmehê konferansek lidar xistin. Kurd bi rêya vê konferansê dixwazin bingeha Peymana sala 1923'an ji holê rakin ku bû sedema înkarkirin û qirkirina Kurdan, dixwazin azadiya gelê Kurd û statuya Kurdistanê bê naskirin. Ji bilî çend noker û xayinan, welatparêzên Kurd hemû li Lozanê dibin yek û nîşanî tevahiya cîhanê didin ku gelê Kurd xwedî hêza xwerêvebirinê ye.

Di vê çarçoveyê de bala Kurdan hemûyan li Lozanê ye, dilê wan li Konferansa Kurd a Lozanê lê dide. Ji çar parçeyên Kurdistanê welatparêz, rewşenbîr, hunermend, nûnerên partî û rêxistinan, jin û ciwan li Lozanê li hev kom bûn. Kurdên li derveyî welat pêl bi pêl li Lozanê li hev civiyan. Di encama nîqaşan de wê ji cîhanê bê xwestin ku têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdan nas bike û mafên demokratîk neteweyî yên Kurdan qebûl bike. Bi meş û mîtîngê wê nîşan bidin ku Kurd di nava yekîtiyeke çawa de ne û daxwaza azadiyê bikin. Encamên konferansê wê 24'ê Tîrmehê ji cîhanê re bê ragihandin. Dema ku hûn vê gotarê dixwînin, hûn ê bi encamên konferansê zanibin û nîqaş bikin.

Baş e ji niha ve li ser encamên konferansê çi dikarin bêne gotin?

Eşkere ye ku divê Konferansa Kurd a 22-24'ê Tîrmehê li Lozanê hate lidarxistin û encamên wê girîng bêne dîtin. Di salvegera sedemîn a peymana qirkirinê de gelekî girîng e ku Kurd bi yekîtiyeke mezin li Lozanê konferans lidar xistin, li ser paşeroja xwe biryar wergirtin û civaka Kurd kolanên Lozanê dagirt û daxwaza azadiyê kir. Ji ber ku Kurdan beriya sed salî ji aliyê siyasî û civakî ve nekarîbûn helwesteke bi vî rengî ya neteweyî nîşan bidin. Bi navê Kurdan hin kesan daxwazên xwe pêşkêşî danûstandinên Lozanê kiribûn, lê belê ew jî li gorî daxwazên dewletên hevdîtin dikirin bûn û di encamê de jî xizmet ji berjewendiyên dewletên têkildar re kirin.

Lê belê konferans û meşa vê carê ne bi vî rengî ye. Bi temamî li ser bingeha welatparêziya Kurd in û xwe dispêrin zanebûn û rêxistinbûna Kurd ên azad. Li pişt Konferansa Kurd a Lozanê berxwedana mezin a gerîla heye ku çil sal in bênavber dewam dike û tola komkujiyên li Kurdistanê hiltîne. Li çar parçeyên Kurdistanê berxwedana gelê Kurd a bi pêşengiya jin û ciwanan heye. Vê berxwedana dîrokî rastiya Rêbertiyekî dîrokî afirand ku rêya rizgariyê nîşanî hemû bindestan da û pêşengiyê ji tevahiya mirovahiyê re dike.

Lewma çalakiyên ku di sedsaliya peymana qirkirinê de ji aliyê Kurdan ve li Lozanê hatin lidarxistin û encamên wê girîng in, dikarin pêşketinên mayinde biafirînin. Lewma divê çalakî û encamên wê girîng bêne dîtin. Ji bo biryarên di konferansê de hatin wergirtin bi cih werin anîn, ji bo vê sazî û rêxistin bêne avakirin, mîna gerîla divê bi rengê fedaî 24 saetan bêrawestan kar bê kirin. Her kesên beşdarî konferansê bûn û li Lozanê meşiyan, li ser vê bingehê divê xwe bi rengekî xwezayî berpirsyar bibînin û her wezîfeyê bi cih bînin.

Di vê çarçoveyê de divê azadî û hebûna Kurdan bi siyaseta cîhanê bidin qebûlkirin. Beriya demeke nêz di çarçoveya endametiya Swêdê ya li NATO'yê de hin biryar hatin wergirtin û astengnekirina van biryaran nebaş bûbû. Lê belê divê mirov nesekine, ji bo guhertina siyaset û mejiyê piştgiriyê dide qirkirina Kurdan, bênavber kar bê kirin. Bi taybetî li Îngilistan û Fransayê ku aliyê peymana qirkirinê ne, girîng e hem di asta dewletê de hem jî di asta civakê de kar bê kirin. Di asta Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan, rêxistinên karker û kedkaran, tevgerên jin û ciwanan de dîplomasiyeke berfireh û bi plan bê meşandin wê karibe pêşketinên gelekî xurt bi xwe re bîne. Bi kurtasî divê Konferansa Kurd a Lozanê weke destpêkekê bê nirxandin, sedsala bê weke sedsala azadiyê ya Kurdan bê pênasekirin, bi rengê seferberiyê kar bê kirin. Konferans ji bo vê girîng e û divê bi vî rengî encamên wê bêne nirxandin.

Divê neyê jibîrkirin ku dijminê faşîst-qirker jî ji bo piştgiriyê werbigire bi hemû hêza xwe hewl dide. Eşkere ye ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê vê yekê dike û ji bo bibe ew rêveberî ku qirkirina Kurdan bi ser xistiye, bi hemû hêza xwe dixebite. Tirkiye hemû derfetên xwe yên dewlet, civak û xwezayê ji bo êrîşeke bi vî rengî ya qirkirinê bi kar tîne. Yanî êrîşên qirkirinê û hîlekariya heyî ne kêmî ya beriya sedsalî ye. Her wiha xiyanetkar û noker hewl didin rola xwe ya bêxêr a beriya sed salî bi rengekî hîn bêhtir nebaş bilîze. Wê demê têkoşîna li dijî qirkirinê û têkoşîna li dijî xiyanetê di zikhev de ne.

Li vir divê du xalên din bêne destnîşankirin. Ya yekemîn; gotina tiştên rast û mafdar û daxwazkirina wan ji bo wergirtina encamê têrê nake. Ji bo mafên mafdar bêne bidestxistin divê mirov bi rengekî plan û rêxistinî bêrawestan kar bikin, têbikoşin. Her tişt bi karkirinê û têkoşînê bi dest dikeve. Ji xwe dijminê qirker û xiyanet jî bêrawestan êrîş dikin. Wê demê divê daxwazên mafdar û rast bêne diyarkirin, ji bo bidestxistina wan jî bi rengekî plankirî û rêxistinî timî kar bê kirin.

Ya duyemîn; karên li derveyî welat eger xwe bispêre têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê hingî dikare bi ser bikeve. Ji xwe dijminê faşîst-qirker ji ber ku bi vê rastiyê zane herî zêde êrîşî hêzên têkoşînê yên li nava Kurdistanê dike, êrîşî Rêber Apo, gerîla û gel dike. çawa ku Tevgera Kemalîst hewl da ku li ser qirkirina Kurdan bibe dewlet, faşîzma AKP-MHP jî hewl dide dewletbûna xwe li ser bingeha serxistina qirkirina Kurdan pêk bîne. Ji bo vê jî bi navê 'Plana çalakiyê ya têkbirinê' êrîşeke nû ya qirkirinê di 24'ê Tîrmeha 2015'an yanî di salvegera 92'emîn a Peymana Lozanê de da destpêkirin. 8 sal in li ser vê bingehê êrîşên herî giran û hovane yên qirkirinê dike û di van êrîşan de jî ti pîvanên hiqûqî û exlaqî nas nake.

Faşîzma AKP-MHP dixwaze ya ku Tevgera Kemalîst nekarî bi ser bixîne pêk bîne, pareyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike ku di nava sînorên Mîsakî Mîllî de dibîne. Ji ber vê yekê jî bi êrîşa 24'ê Tîrmeha 2015'an de ji aliyekî ve hewl dide qirkirina çandî li Bakurê Kurdistanê temam bike, li aliyê din jî li ser Rojava û Başûr êrîşên dagirkeriyê dimeşîne. Êrîşên dagirgkeriyê jî bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê, bi rêberiya PDK'ê pêk tîne. Hêzeke din a xayin nîne ku xaka qaşo jê re dibêje 'welatê min e' di berdêla dolaran de difiroşe dagirkeran.

Niha jî bi piştgiriya ji civîna dawî ya NATO'yê wergirtî, bi rêberiya malbata Barzanî faşîzma AKP-MHP'ê ji bo karibe Zap, Avaşîn û Metînayê bi temamî dagir bike, tevahiya Behdînanê dagir bike di salvegera sedemîn a Peymana Lozanê de dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kiriye. Mîna dema derbasbûyî niha jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî êrîşa dagirkeriyê bi lehengî li ber xwe didin û rê nadin dagirkeriyê. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê yek ji şerên herî girîng û bi wate yên dîrokê diqewime.

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li Lozanê mafên demokratîk ên neteweya Kurd nîqaş kirin û ji siyaseta cîhanê xwestin. Gerîlayên Kurd jî li dijî êrîşên dagirkeriyê bi lehengî li ber xwe didin û hewl didin azadiya gelê Kurd misoger bikin. Herdu jî hewldana xwedîkirin û temamkirina hev e, yekbûneke. Ji ber vê yekê jî divê ji hev cuda neyên dîtin, xwedî li herduyan bê derketin, ji bo serketinê çi pêwîst be ew bê kirin. Li ser vê bingehê em berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Konferansa Kurd a Lozanê silav dikin, serketinên mezin jê re hêvî dikin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka