Li dijî Sûriyeyiyan pogrom: Êrîşên nijadperestî belav bûn

Li Tirkiyeyê nîjadperest û faşîst di tevahiya şevê de li gelek bajaran êrîşê cihên kar-malên Sûriyeyî kirin û talan kirin. Pir kes jî rastî lînçkirina komî hatin.

Di 30’ê Hezîranê de li Kayseriyê li ser îdîaya kesek Sûriyeyî êrîşa zayendî ya li dijî zarokeke 7 salî pêk aniye, lînçkirineke komî destpê kir. Tevgera lînçkirina komî Erebên Sûriyeyî hedef nîşan da.

Ji ber ku hêzên dewletê mûdaxeleya êrîşên nûjadperestî nekirin, êrîş di roja duyemîn de li gelek bajaran belav bû.

Komên ku bi dirûşmeyên nîjadperestî û alên Tirk ketin tevgerê li Kayserî, Reyhanli, Bûrsa, Kilis, Edene, Dîlok, Îzmîr û hin taxên Stenbolê derketin nêçîra penaberan. Êrîş li kargeh û malên aîdî penaberan hate kirin.

Li ser medyayê civakî dîmenê kesek Sûriyeyî li Dîlokê hatiye kêrkirin belav bû.

Ji ber êrîşên nîjadperestî, li bajarên Sûriye û Rojava yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî nerazîbûn zêde bûn û veguherî pevçûnan.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ XWEPÊŞANDAN

Li Efrîn, Bab, Ezaz û noqteyên li ser sînor alên Tirk hatin daxistin, şewitandin û gelek wesayît hatin şikandin û parçekirin.

Li pêşiya baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Efrînê ku ji sala 2018'an ve di bin dagirkeriyê de ye û dewleta Tirk rejîmeke terorîst ava kiriye xwepêşander kom bûn û dirûşmeyên "Şeytan Erdogan" û "Bimire hevkarên Tirkiyeyê” berz kirin. Hêzên dagirker ên leşkerî li dijî kesên êrîşên nîjadperest protesto dikirin çek bikar anîn. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê du çalakvan hatin kuştin.

Li deriyê sînor ê Bab El Salama, xwepêşandêran ala Tirk daxistin xwarê. Her wiha li gelek bajarên din jî çalakiyên protestoyî pêk hatin.