BI DÎMEN

Li Atîna û Awûstûryayê çalakiyên ji bo pêngava azadiyê

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de, li Yewnansistan û Awûstûryayê çalakiyên curbicur hatin lidar xistin.

Li paytexta Yewnanistanê Atînayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, bi pêşengiya Akademiya Modernîteya Demokratîk (AMD) semîner hat dayîn. Di semînera ku li Enstîtuya Navnetewî Hawirdorparêziya Civakî (ENHC) pêk hat de, fikrên Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Boochkîn di çarçoveya Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de hat nîqaşkirin.

Di çalakiyê de pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Raperîna Xwezayê, Ekolojî“ a ku ji aliyê komîsyina Akademiya Modernîteya Demokratîk ve wergera wê Yewnanî hatiye kirin jî hate nasandin. 

Di axaftinan de, tecrîda li Îmraliyê ya dijmirovahiyê hate bibîr xistin û hate gotin ku erka her mirovek ew e ku paradîgmaya Abdullah Ocalan belavî her derê cîhanê bike û bide nasîn.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna panela ku wê di 5’ê Cotmehê de bi sernavê “Di şerê cîhanê ya sêyemîn de çareserî Neteweya Demokratîk e” bê lidar xistin, hat kirin.

Heta 11’ê Cotmehê bi pêşengiya rêxistin û sendîkayan wê çalakiyên curbicur weke panel û konferans bên lidar xistin. 

AWÛSTÛRYA

Li her derê Avûstûryayê Komploya Navnetewî bi hin çalakiyan ve hate şermezar kirin. Bi tevlîbûna parlementer û parêzerên Rêberê Gelê Kurd re hin hevdînên dîplomatîk, civînên gel, meş û mîtîng pêk hatin.

Dîsa ji bo enternasyonalîstên Awûstûrya û welatên herêmê hin çalakiyên xwendinê bi armanca belavkirina fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin lidar xistin. Ev çalakî 1’ê Cotmehê li Slovenyayê, 2’yê Cotmehê li Grazê kampusa zanîngehê û ya 3’yemîn jî li Viyana hate pêkanîn. 

Ji bilî çalakiyên xwendinê di 5’ê Cotmehê li Graz û Linzê de, 9’ê Cotmehê li Insburgê û 12’ê Cotmehê jî li Viyanayê wê mîtîng û meş werin lidar xistin.