BI DÎMEN

Di çalakiya Dayikên Plazo De Mayo nerazîbûna li dijî tecrîda li Îmraliyê

Li Arjantînê, di çalakiya Dayikên Plazo De Mayo de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

DAYIKÊN PLAZO DE MAYO

Li paytexta Arjantîn Buenos Airesê, di çalakiya şermezarkirinê ya Dayikên Plazo De Mayo de ku her Pêncşemê ji bo 30 hezar windahiyan lidar dixin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin parvekirin.


Di çalakiyê de li ser şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê û polîtîkayên tecrîda bi rêk û pêk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin.

Çalakgeran diyar kirin ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê kurd yekane rêya çareseriyê ya ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn e. Hate ragihandin ku hêzên serwer ên navneteweyî ji gotineke bi tenê ya li Îmraliyê ditirsin, lewma jî sîstema tecrîd û êşkenceyê dewam dike.