Bû sembola fedakariyê: Rojger Gabar

Gerîla Rojger Gabar di lêgerîna azadiyê de xwe nas kir û dît. Li ber ronahiya Rêber Apo bû şervanekî gel û di vê oxirê de canê xwe feda kir. Heta şehadeta xwe li ser rêya şehîdan meşiya. Nîşan da ku çiqasî dilsozê xaka Kurdan e.

ROJGER GABAR

Mirovek dema çavên xwe li jiyanê veke li aliyekî heybeta Çiyayê Gabarê li aliyê din jî bilindahî û bedewiya Cûdî bibîne, bivê nevê wê wê bibe heyranê vê yekê. Kesek li nava xelkê Botanê yê welatparêz mezin bibe, wê timî bi wêrekî û lehengiyê bê bîranîn.

Mervan Şahnalî yê ji Botanê li nava malbateke li navçeya Hezex a Şirnexê ji dayik bû. Mîna her malbateke Botanî malbata Mervan Şahnalî jî xwedî çanda qedîm a Botanê bû. Zarokên xwe, Mervan jî bi vê çandê mezin kir. Mervan bi saya vê yekê bû ciwanekî bêtirs û wêrek. Her ku mezin bû çanda serwer a ku bi çavê koletiyê li Kurdan dinihêre, wan tine dihesibîne dît. Bi taybetî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di dilê Mervan de bû sedema hêrseke mezin. Dît ku dagirker Kurdan hemûyan dikin hedef û dewleta Tirk biryar daye ku li ku derê kurd hebe biçe wê derê û êrîş bike. Bi hestên welatparêziyê di sala 2018'an de berê xwe da Rojava û tevlî nava hêzên parastinê bû. Dema ku gav avêt nava Şoreşa Rojava navê Rojger Gabar li xwe kir.

Hevalê Rojger li Rojava tevlî gelek karan bû. Komkujiya li ser xelkê Efrînê û neçarhiştina ji koçberiyê re hêrsa hevalê Rojger a li hemberî dijmin hîn mezin kir. Ji ber vê yekê jî her roj hîn bêhtir hewl da ku bibe şervanekî serketî. Li ser bingeha felsefe û îdeolojiya Rêber Apo xwe perwerde kir. Bi baldarî nêzî her karî bû û zû hîn bû. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Rojger Gabar vê carê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû ji bo misogerkirina azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bi coş, kelecan û moraleke mezin xebitî. Bi rêya perwerdeyê di demeke kurt de hînî jiyana çiyê bû û di taktîkên gerîla yên dema nû de bû pispor.

TEVLÎ HEMÛ WEZÎFEYAN BÛ

Gerîla Rojger ji xwe re kir armanca bingehîn ku bi hevrêyên xwe yên li çeperên berxwedanê be û li hemberî êrîşên dijmin ên li ser qada Metînayê beşdarî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû û li gel gelek hevrêyên xwe derbasî qada Metînayê bû. Hevalê Rojger bi durustî, sadebûn û nêzîkatiya li hevrêyên xwe di nava tîma bi tevger de kir ku bê hezkirin. Herî zêde bi fedakariya xwe dihate naskirin. Ji bo karibe bersivê bide pêvajoyê bêfikar beşdarî hemû wezîfe û berpirsyariyan bû. Li hemberî operasyonên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser qada Metînayê her tim hişyar bû û ji bo derbên giran li dijmin bixîne tevlî nava çalakiyan bû.

Gerîla Rojger digot, "Em bi westandinê nizanin. Dem dema fedakariyê ye. Ji bo bersivê bidin şehîdan divê em nesekinin" bi pratîka xwe nîşan da ku tenê bi tevlîbûneke di asta fedaîtiyê de bersiv ji êrîşên dijmin re dikare bê dayin. Di 27'ê Cotmeha 2022'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li Girê Şehîd Piling komek ji leşkerên dijmin dît û bi ruhê fedaî yê Apoyî derbên giran li dijmin xist. Di şer de ku 12 leşkerên dijmin hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn, hevalê Rojger qad li dewleta Tirk a dagirker kir dojeh. Di şer de heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Hevalê Rojger bi wêrekî û fedaîtiya xwe ya di şer de tevlî nava karwanê nemiran bû.