Li Bosnayê lehî rabû: 14 kesan jiyana xwe ji dest dan

Baranên zêde yên li Bosnayê yên di 24 saetên dawiyê de bûn sedema lehî û hezazên mezin û di encama van felaketan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Baranên zêde bi taybetî jî li Jablanikaya li nêzî paytext Saraybosnayê bûn sedem ku lehî rabe û hezazên mezin pêk werin.

Rayedaran ragihand ku di encama felaketan de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û dibe ku ev hejmar zêde bibe.

Jîngeheke li nêzî Jablanicayê ku 4.000 kes lê dijîn, zirareke mezin dît. Têkiliya li gel herêma navborî qut bûye û ji ber hezazan tu wesayit nikarin biçin herêmê.

Rayedarên heremê li gel qutbûnên av û ceyranê, hişyarî dan dibe ku li gelek deveran lehî rabin.

Li gorî pisporan ji ber guherîna avûhewayê, buhara atmosferê her ku diçe zêde dibe  ev yek jî rê li ber barîna baranên zêde vedike.