Lanetê li sîxuriyê bînin

Xulase, xirabî û êrişa herî mezin ya dagirkeriya qirker ya Tirk li dijî civaka Kurd ev polîtîkaya sîxûrkirinê ye. Bi hêviya ku li dijî vê Kurd pîvanên welatperweriyê xurt bikin, bi civaka rêxistî bikarin xwe rizgar bikin...

Tê zanîn ji bo civaka Kurd birizîne, Dewleta Tirk a qirker bikaranîna maddeyên hişbir û fuhûşê berbelav dike. Her wiha salên dawî bi awayekî berfireh lez daye xebatên afirandina sîxur û muxbîran. Berê jî xebatên sîxuriyê hebûn. Lê salên dawî aliyek giring yê şerê qirkirinê li dijî Kurdan ev xebatên çêkirina sîxur û muxbîran e. Li ser gelek siyasetmedar, welatperwer, jin û ciwanê Kurd bi rêya şantaj û gefan sîxurî tê ferzkirin. Li fîlan an bêvan cihî, du sê endamên rêxistina sîxurî ya Tirk MÎT'ê an jî polîs, an kesekî destgîr dikin, dibin cihekî û sîxuriyê lê ferz dikin; yan jî eger di dema destgîriyê de nebe sîxur, dibêjin em ê bihêlin tu ewqas ceza bistînî. Ji bo vê yekîne ava kirine, her roj li ser dehan mirovî sîxuriyê fez dikin. Bê guman her kes vê qebûl nake. Beşek ji yên vê qebûl nakin, serî li Komeleya Mafên Mirovan IHDʼê didin. Komeleya Mafê Mirovan jî ji raya giştî re eşkere dike ku dewleta Tirk polîtîkayên sîxurkirinê dimeşîne, ev jî sûcê mirovahiyê ye.

Em di vê pêkanînê de jî dibînin, pergala qirkirinê ya li ser Kurdan pêk tê çiqasî li derveyî mirovahiyê ye. Ev polîtîkaya sîxurkirinê û ji bo vê polîtîkayê bikaranîna her rê, rêbaz, gef, şantaj û zextê nîşan dide Kurdan wek mirov nabînin. Ti qedr û qîmetê muxbîr û sîxurekî li pêşberî ti mirovî tineye. Yên ku ew kirine sîxur û muxbîr, dikarin her tiştî bi wî mirovî bikin û bidin kirin. Yên ku vê polîtîkaya sîxurkirinê pêk tînin, li dijî gelê Kurd her rê û rêbaza zilm û zorê bi kar tînin. Ji ber ku Kurd wekî civaka mirov nayên dîtin. Di çavên wan de Kurd ew kêzikên bi zirar in, divê werin perçiqadin. Di vê astê de ferzkirina sîxuriyê heqaretek mezin e li civaka Kurd. Eger îro Kurdan ewqas bê nirx û piçûkketî dibînin, sedem ev zêhniyet e.

Kurd hemû, divê vê polîtîkaya sîxurkirinê tenê li dijî filan û bêvan kesî nebînin. Ev ferzkirin, şantaj, gef, zext, heqaret û piçûkdîtin li dijî Kurdan hemû tê kirin. Lazim e ku li dijî dagirkeriya qirker ya Tirk ji vî alî de jî mirov bi hêrs bibe. Bê guman li dijî mirovê bûyî sîxur, yê gelê xwe difiroşe, rê li ber kuştin û girtina ciwanên xwe vedike divê hêrsek mezin hebe. Divê di nava civaka Kurd de ev rewş neyê qebûlkirin û bê lanetkirin. Helwest û nêzîkatiya rast jî ev e. Lê bi qasî vê, divê li dijî wî dijminî ku mirovê Kurd xistiye vê rewşê jî hêrsa me zêde û mezin be. Divê zarokên me, ciwanên me, ango em hemû wekî civak, li dijî dijmin bibin xwedî hêrs. An jî li dinê ti kes me naxe şûna mirovan, em ê bi vî rengî jî nebin civakek azad û negehin jiyana demokratîk.

Armanca berbelavkirina fuhuş û maddeyên hişbir li Kurdistanê çi be, armanca sîxurkirinê jî eynî ye. Heke kesek bû sîxur, hûn dikarin her tiştî pê bidin kirin. Mirovê ku li dijî gelê xwe, cîranê xwe, gundî û hevalê xwe her xirabiyê bike, ti nirxê biparêze namîne. Di vî mirovî de ti nirx û qîmetê zarok, hevjîn, xwişk û birayan jî li cem namîne. Ya rast vî mirovî ew nirx hemû firotine. Ji ber ku ti nirx û rûmet namîne, ti wateya peywendiya li gel hevjîn, zarok, xwişk-bira û xizman jî namîne. Di nava bê rûmetî, bê nirxî û bê watetiyê de wekî kelemperê li ber bayê ketî, ji vî alî diçe wî alî. Ew êdî roboteke ku ji aliyê hinekan ve tê rêvebirin. Belkî robot bê guneh bin, lê yê sîxur qirêj û gemar e, bê rû ye, kes lê nanêre.

Di dinyayê de ji bo mirovekî cezayê herî mezin ew e, li dijî civaka jê hatî sûc û guneh bike. Qelsiya ajanî dibînin, li hemberî wî wekî şantaj bi kar tînin. Dema kes dibe sîxur jî, êdî dikeve nava pergaleke ceza û îşkenceyê ya deh qatê wê şantaj û gefa lê hatî kirin. Êdî pir zor e ku ji vê herrî û çirava ketiyê derkeve. Tenê her roja din, sucên mezintir dike û zêdetir di wê çiravê de diçikile.

Li dijî sîxurkirinê tedbîr û têkoşîna herî mezin ew e, di nava civakê de wekî rewşa herî piçûkketî were fêmkirin û dîtin. Di vê ev têgehiştin di nava civakê de bi cih bibe. Divê civak sîxuriyê ewqas lanet bike, her endamê civakê vê rewşê mîna karê herî xirab yê dinyayê bibîne, ku ti kes tiştek wiha qet nefikire. Divê civak sîxuriyê wisa kirêt û qirêj bibîne ku dema ji endamekî civakê re bêjin bibe sîxur, ew kes mirin û kuştinê qebul bike, hezar salî girtin û îşkenceyê qebûl bike, lê sîxuriyê ti carî qebûl neke.

Malbat jî dema zarokên xwe mezin dikin, divê ji wan re bêjin ku zirardayîna civaka xwe tişta herî xirab e, zarokan di vê mijarê de zane û têgehiştî bikin. Malbat jî dikarin wisa zarok û ciwanan li dijî polîtîkayên sîxuriyê gurçûpêç bikin ku bikaribin li ber rawestin û xweragir bin.

Divê li malê, kolanê, qehwexane, kafe, cihê kar û her devera jiyanê, em wekî civaka Kurd bêjin; sîxurî û ajantî dijminê herî mezin yê Kurda ye. Ajantî û sîxurî mirovbûna herî piçûkketî, yanî derketina ji mirovbûnê, dijmintiya xwe bi xwe ye. Dijmintiya hezkirî, dost, hevalan, yanî xwekujiye. Lazim e ku em mîna civak bi vê têgihiştinê, li dijî vê rewşa xirab rawestin, çavkaniya wê zuha bikin û ji holê rakin. Aliyek yê xwedîderketina li civakê jî ew e zemînê sîxuriya xizmetê ji dijmin re dike were pûçkirin.

Xulase, xirabî û êrişa herî mezin ya dagirkeriya qirker ya Tirk li dijî civaka Kurd ev polîtîkaya sîxûrkirinê ye. Bi hêviya ku li dijî vê Kurd pîvanên welatperweriyê xurt bikin, bi civaka rêxistî bikarin xwe rizgar bikin...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA