Kulîlka azadiyê ya Kobanê ku li Zagrosan tevlî karwanê nemiran bû

Milyaketa azadiyê ya Kurdistanê li Garê bi felsefeya Apoyî mezin bû, mîna kevirekî bû xwedî îradeyeke qewîn. Li qadê derkete pêş, bû sekvan. Ji wir jî derbasî Zagrosan bû û li dijî leşkerên Osmanî yên barbar dest bi têkoşînê kir.

Rêber Apo bi ramanê xwe re pergala ku temenê xwe 5000 sal e ji kokê de hejand. Mejiyên mîna betonê di qalibê desthilatê de teşe girtî li pey hev parçe kir. Bi hêza fikrê Rêber Apo li serê çiyayê Kurdistanê Artêşa Jinên Star şerê azadiyê li hember artêşa duyem a NATO’yê didin meşandin. Her ferdeke vê artêşê bi hêz û enerjiya jinê ji bo Rêber Apo, ji bo avakirina jiyaneke nû fedayî ye. Avaşîn Zagros yek ji gerîlayeke vê Stargehê ye. Bi eşq û vîneke deryayî hemû hebûn û jiyana xwe di oxira felsefa Apogerî de xerç dike, ew her ji Ezda daxwaza jiyanek din dike da ku wê jî bike diyarî ji axa welatê xwe re.

Sal 1998’e hêzên hegemon li hev dicivin û mîna roviyan ji bo Rêberê azadiyê pîlanê îxaneteke navneteweyî amade dikin. Wê salê li Kobanê li bajarê berxwedana destanî firîşteyeke rûperî bi dengê qêrînê xwe ji jiyanê re hebûna xwe dide nîşan. Medrîka şensê herî mezin ji dest gerdûnê girtiye ku cihê wê kiriye bajarê Kobanê, xaka ku Rêber Apo li ser meşiya ye, kar kiriye û ji bo belav kirina doza azadiyê xêdan niqutandiye ser erda wê. Gelê Kobanê, xwe gelê herî bi şens û bextewar dibînin ku ew li ser heman xakê bi heman hewayê dijî.

Medrîka, jî ji vî şensî para xwe girtiye, ew sînerjî û ruhê welatperwerî yê ku Rêber Apo şitlê wê avdayî, hîn bi dijwarî bêhna xwe li nav her kolaneke Kobanê, li nav dilê her zarok, ciwanî de geş dibe. Medrîka jî yek ji wan jinên ciwan e ku bi hestên welatparêziyê li xwe bîrewer dibe û mezin dibe. Jiyana gund dibe xaleke erênî ku Medrîka xwe ji jiyana pergala kapîtalîst û kirêtiya wê dûr bigre. Medrîka hîn zarok e di nav koma hevalê xwe de bi dilê xwe yê paqij û tije hezkirin cûdatiya xwe nîşan dide. Bi dilpakiya xwe mîna periyekê cihê xwe di dilê herkesî de digre. Mîna ku di sedsala 21’mîn de ruheke ji Neolotîkê dîsa hatibe vê cîhanê. Bi derbasbûna salan re Medrîka nema dikare hezkirina xwe ya li hember Tevgera Azadiyê  di tenê dilê xwe de bihêle, dikeve nav lêgerîn û lêkolînan ka çawa vê hezkirinê bi beden û  çalakî bike. Agirê ku li serê çiyayên Kurdistanê ji dawiya cîhanê mirovan ber bi xwe de dikişîne, xwe nîşanî Medrîka jî dike. Sala 2016’an ew jî xwe li roniya agirê heqîqeta Apo’yî digre û rûyê xwe dide bilindahiya asoyan.

Li nav erşê xwedawendan li jorahiya çiyayên bi heybet, keça axa berxwedêr navê xwe di nav rêza şervanên azadiyê de tomar dike. Bi navê Avaşîn Zagros rengekî nû dide jiyana gerîla. Li çiyayê Garê perwerdeya xwe a bingehîn dibîne. Dilê Avaşîn mîna rûpeleke sipî ji her cureyê xerabî û bandoriyên neyênî yê pergala deshilat paqij bû, ji bo wê di perwerda xwe ya bingehîn de wê rupela sipî tenê bi pîvanê jiyana PKK’ê, bi rêgez û çanda Apogerî tije dike. Piştî perwerde bi dawî dike li yekîneyên leşkerî li heman qadê dest bi meşandina pratîka xwe ya yekem dike. Ji perwerdê çi fêrbûye hewil dide di jiyana xwe de bide runiştandin û bike teybetmendiyên bingehîn di kesayeta xwe de. Avaşîn her sehar bi stêrka berbangê re hişyar dibe û bi rêzdarî derketina rojê pêşwazî dike, bi zanebûna nirx û bihabûna hevaltî û jiyana gerîla ew her roj bi coş û kelecaneke mezin tevlî jiyanê dibe. Tê gotin eger dil hez bike û bixwaze, mirov dikare çiyayan ji cihên wan bihejîne û ji peyva ‘nabe’ tine bike. Avaşîn bi jiyana xwe, fedekarî û pratîka xwe ev gotin carekedin isbat dikir, di nav her kar û xebatî de, di çûyîna her erkekî de teqez navê heval Avaşîn derbas dibe. Di wan kar û xebatan de kîjan yê herî zehmet û giran be Avaşîn dike par û barê xwe. Dilovana hevalê xwe pîroziyê PKK’ê baş famkiribû û hindirîn kiribû, ew fêrbibiû ku gerîlayên felsefa Apogerî ji bo hevalê xwe canê xwe dikin qurban, di nav hevaltiya PKK’ê de tu ji bo xwe jiyan nakî, tu ji bo hevalê xwe jiyan dikî, ji bo gelê xwe û axa xwe  tu nefes dikşînî. Şagirta Rêber Apo pir zû van rastiyan têdigihije û pratîze dike. Xweşî, xweşikî û başî her tim bi gernijîneke melekwarî pêşkêşî hevalê kêleka xwe dike. 

Dilawera Kurdistanê, li her herêm û eniyeke qada Garê digere, kar dike û di riya cenga azadiyê de têkoşîn dide meşandin. Dayika Avaşîn wê tîne dinyayê û çiyayê Garê wê di hembêza xwede bi şîrê ramanê Apogerî roj bi roj mezin dike. Li Garê temenê Avaşîn dibe şeş sal, êdî bi îradeke mîna kevirê sewanê di riya xwe gihandina mirovê bilind de dimeşe.

Dilsoza Şoreşê sala 2021 - 2022 derbasî akademiyên pisportiya leşkerî dibe, bi berpisyartiya ku Tevgera Azadiyê emanetî hevalê jin hatiye kirin ve tevdigere. Ji her aliyê de dikeve nav pêşbirkeke bêhempa bi paşverûtiyan re. Bi kedeke mezin xwe di biranşa xwe de serwer dike û nasnama sekvantiyê digre.

Şerê Avaşîn, bi dagikeriyê re tenê ne bi çekê bû. Wê bi xwe kurkirina di ramanê Rêber Apo de, bi tekoşîna xwe ya zayendî li hember zihneyeta baviksalar darbên herî mezin li pergalê dixist. Ji bo Avaşîn pîvan eve ‘’Ez çiqasî bi pîvanê bîrdoziya Apogerî jiyan bikim, ez ewqas pergalê  bi bindixim û hedefê wê bin pêdikim’’. Ji bo vê bi branşa xwe ya leşkerî re, di çarçoveya parêznameyên Rêber Apo de dikeve nav lêhûrbûnên kûr. Di gelek mijaran de xwe pêşdixe, di hedef û armancê xwe de hîn bêhtir zelal û sotîner dibe. Sembola fedekariya Apogerî bi dawî kirina perwerdê re. Piştî hevaltiyeke tije manewiyat, ked û hezkirin, xatirê xwe  ji çiyayê Garê dixwaze û berê xwe dide nav germahiya Cenga Xabûrê.

Dem hatiye ku Avaşîn kîn û hêrsa bi salan di dilê xwe de kom kiriye bi guleya çeka xwe re li nav dilê dijmin vala bike. Li Qada Metîna, Avaşîna leheng bi heman fedekarî û fedayitiyê têkoşîna xwe didomîne, di demeke pir kurt di dilê hevrêyên xwe hemûyan de cîh digre. 

Germahiya sotîner a tava havînê, sermaya seharê zivistanê ji bo Avaşîn hemû mîna biharê ne, ji ber ew di dilê xwe de her biharê jiyan dike, her nûbûnan jiyan dike, bi rengê şilêrê biharê wê bi ramanê Rêber Apo dil û rihê xwe dixemilîne. Bi vî rengî di nav tîmên bi tevger de bêyî ku yek astengiyê jî nasbike, li hember dagirkeran dikeve nav tekoşîneke dijwar. Ji bo her şehîdekî li ser axa Kurdistanê bi êrîşê dagirkeriyê şehîd ketiye, sozdara hevaltiyê ji dagirkeran hesabê tola wî dixwaze. 

Herî dawî bi kelecan û coşa di dilê xwe de, bi gavên ji xwe bawer û bi lez berê xwe dide Girê Hekkarî. Û li wir bi terzê Şahînan Sekvana jîr û jêhatî nêçîra çeqelên Osmaniyan dike. Bi berpirsiyartiyeke awarte, bi zanebûna rihê demê Avaşîn gelek darbên kûjer li dagirkeriya Tirk dixe. Roja 24 meha Îlonê li Girê Hekkarî, di encama êrîşên dagirkeriya Tirk yên hovane de jina bedew Avaşîn Zagros digihîje pîroziya şehadetê. Pel xwe ji daran berdidin, bilbil ji hêlînê xwe koç dikin û ji bo egîdiya Avaşîn dikevin rêzdayinê. Hemû berê xwe didin jor û li hilkişîna wê ya bi heybet temaşe dikin. Şehîda axa kevnar bi serbilindî û rûkenî ji nav koma nemiran silav dide vê rêzdayinî.