Komalên Ciwan: Em bang li ciwanan dikin ku bibin mîna Egîdan

Komalên Ciwan 15'ê Tebaxê silav kirin û gotin, "Ruhê pêngavê zindî ye. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku di şerê serketinê de bibin mîna Egîdan."

Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em 38'emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, ciwanên Kurdistanê, gelê me yê welatparêz û hemû hevrêyên xwe pîroz dikin. Em hemû şehîdên şoreşê, lehengên azadiyê yên ku nayên ji bîrkirin, di şexsê fermandarên me yên mezin Egîd û Zîlan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Pêngava 15’ê Tebaxê di şexsê fermandar Egîd de rêxistinbûn û çalakiya ruhê Apoyî îfade dike. Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re tolhildana gelê Kurd ê kedkar ji dewleta Tirk a bi salane pêk tanî hate hildan. Egîdan bi ruhê Apoyî hem bersiv dan qîrîna berxwedanê ya li Zindana Amedê û hem jî pêşengî ji gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd re kirin ku ji bo azadiyê bi bask bibin."

Di daxuyaniya ku hat gotin, “Tevî ku 38 sal derbas bûne jî, ruh, wate û bandora vê pêngavê wek roja yekem zindî ye” de wiha berdewam kir:

"Kurdistana ku di bin zilma herî mezin a çewisandinê ya dîrokê de naliya, bi Pêngava 15'ê Tebaxê re herikîna dîrokê guhert. Yek ji mezintirîn pêngavên gel ên di dîrokê de rastiya xwe afirand. Mucîzeya PKK'ê bi Pêngava 15'ê Tebaxê re li ser ciwanên Kurdistanê bandoreke kûr kir û veguherî teqîneke îdeolojîk, serhildaneke felsefî û pêngaveke azadiyê. Li hemberî afirînên vê pêngavê, hewsê qirkirinê yê TC a faşîst û qirker di qirikê de maye.

Ji her tiştî zêdetir Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî kesayeta Kurd a ku dijmin avakiriye pêş ket. Ne tenê erdnîgarî, ax û nirxên Kurdan, dil û mêjiyê wan jî dagirkirî bû. Dilê Kurda tarî bibû û hişê wê bêber bû. Ketibû rewşek wiha ku hebûna xwe minaqeşeyê bike, hebûna xwe înkar bike û ji rastiyê xwe bireve. Dev ji têkoşîna parastina hebûn û azadiya xwe ya li hemberî komara Tirkiyeyê berde, fikira berxwedan û têkoşîn bê feyde dihesiband û di wê baweriyê de bû ku têkoşîna li dijî dewletê bê encam e, yanî bi tevahî ji xwe bawer nekirin serdest bû. TC a qirker ev serkeftineke herî mezin dît û bawer kir ku encameke wê ya teqez heye. Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re vê polîtîkaya dijmin derbeke dîrokî xwar.

'15’Ê TEBAXÊ PUSULEYA SERKETINÊ YE’

Bi Pêngavê re Guleya Yekem di kesayeta dijmin de teqiya. Ji nû ve zayîna kurdan bi vê yekê piştrast bû. Ruhê Apoyî ji bo gel û ciwanên Kurdistanê yên wêranbûyî, bûye çavkaniya jiyanê û bûye amûra geşkirina kaniyên azadiyê. Kesayetên mîna Egîdan ên dilsoz, bi îrade, hişmendî û ji bo azadiyê fedaî bûn, dijminê qirker kiribûn cenaze. Gel bûne xwedî hestên welatparêziyê, jinan ji bo xeyalên xwe yên azadiyê her tişt feda kiriye, ciwanên Kurdistanê jî bi ruhê şoreşgeriyê teqîn di dil û mejiyê dijmin de pêk anîye.

Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo her ciwanê Kurd ê ku xwest azad bibe, bûye pusulaya serketinê. Ciwanên Kurdistanê 38 sal in bi ruhê vê pêngavê dijîn, li ber xwe didin û şerê serketinê didin meşandin. Pêngava 15’ê Tebaxê heqîqetek e ku di giyana ciwanên Kurdistanê de bi cih bûye. Sira guhertina bi heybet a di nav ciwanên Kurdistanê de, di zindî hiştina ruhê 15’ê Tebaxê de ye. Êdî li Kurdistanê nifşek ji ciwanên Egîdiyan hatiye afirandin. Gihaye giyanê ciwanekî leheng, ku rastiya dijmin di giyanên xwe de hîs dike, li hemberî dijmin hesab dipirse û bi fedekarî ji bo azadiyê têdikoşe."

BANG LI CIWANAN HATE KIRIN

Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn:

"Ruhê Apoyî di 14'ê Tîrmehê de bû mîna Alî Çîçek, di 15'ê Tebaxê de di kesayeta Egîdan de teşe girt û îro jî bi berxwedana serketinê ya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê xwe feda dike. Îro destanên berxwedanê yên herî mezin ên dîrokê li Zap, Avaşîn û Metîn a bi ruhê serketinê tê avakirin. Şoreşa Azadiya Kurdistanê 38 sal in îspat kiriye ku ruhê Apoyî, îradeya Apoyî û baweriya Apoyî têk naçe û temînata serketinê ye. Îro jî bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê berxwedana me ya serkeftinê teqez wê bi ser bikeve. Li ser vê bingehê em careke din Pêngava 15’ê Tebaxê li hemû ciwanên Kurdistanê pîroz dikin û bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku di şerê serkeftinê de bibin mîna Egîdan."