Kêmaqiliya desthilatdariyê û têkçûna bi mejiyê kontra...

Sîstema dewleta Tirk a qirker ku aqil dide DAÎŞ'ê, li kiryarên xwe yên salên 1990'î vedigere. Ev yek neçaretî û tengaviya faşîzma AKP-MHP'ê radixe pêş çavan.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi êrişên bi rêbaza revandin û kuştina mirovan li dema kuştinên kiryar nediyar vegeriya. Gotina 'dema toros ên spî bi dawî bûye' ku Erdogan xwe dibixudand û ev gotin digot, êdî pûç bûye. Vê desthilatdariyê bi serdema ji kuştinên kiryar diyar nîşan da ku ji ya berê xerabtir e. Di dema desthilatdariya AKP'ê de bi hezaran Kurd li naverastê, li mala xwe, li dibistanê, li kargehê hatin qetilkirin. Bêguman li madenan, li trafîkê, di qezayan de, bi destê mêr gelek mirovên ji neteweyên cuda qetil kirin, lê belê kuştina Kurdan bi rêk û pêk weke polîtîkaya dewletê meşand.

Tevî êrişên xwe yên qirker, tevî ku bi rengekî bêsînor dijminatiyê li Kurdan dike, desthialtdariya faşîst nekarî Kurdan biqedîne û niha li rêbazên berê bedigere. Kuştinên kiryar nediyar, windakirin ku mehên dawî ji nû ve dest pê kir, nîşan dide ku AKP li polîtîkayên postqirkerî û qirkeriya klasîk a Tirk vegeriya ye. Faşîzma kesk hatibe xurtkirin jî ya ku niha tê kirin faşîzma reş bi xwe ye.

Ya rast rejîma Erdogan faşîzma reş e ku boyaxa spî li xwe kiriye.

Kuştinên kiryar nediyar dema dawî zêde bû. Zêdeyî meheke agahî ji Gulistan Dokû ya Amedî nayê wergirtin. Malbateke Suryanî hate revandin û agahî jê nayê wergirtin. Herî dawî bavekî ji bo dîtina kurê xwe yê li zindanê winda bû û agahî jê nayê wergirtin. Ev bûyer êrişên kontra ne ku dewlet dixwaze ji nû ve li kiryarên berê vegere û bikuje. Çi bi serê van mirovan hatiye, kê revandiye, çi bi wan kiriye? Kurdistanî çima tên revandin? Li Tirkiyeyê li dijî Kurdistaniyan şerekî bêdawî hatiye ragihandin û di vî şerî de qirkirin, destavêtin, kuştin, parçekirin, tinekirina bedena miriyan jî di nav de bi her rengî êriş tên kirin.

Sîstema dewleta Tirk a qirker ku aqil dide DAÎŞ'ê, li kiryarên xwe yên salên 1990'î vedigere. Ev yek neçaretî û tengaviya faşîzma AKP-MHP'ê radixe pêş çavan.

Aqlê kontra ji aqlê dewletê jî wêdetir êdî bandorê li saziyan hemûyan dike ku bi vî aqlî ava bûne. Ev rewş jî vediguhere rewşeke dejenere û qirêjekê ku civakê bi jehrê dike. AKP qîma xwe bi vî jî nîne, çekan dide destê nobedaran û artêşeke mîlîs a AKP'ê ava dike. Eşkere ye ku dewleta Tirk bi rengekî cidî ji rê derketiye. Lê belê di vê rêgehê de rêya bingehîn a duyemîn ku nayê guhertin dijminatiya li Kurdan e. Ji xwe tiştekî ku nobedar li ber bin nema ye. Nirxekî (!) komarê ya bê parastin nemaye. Ya mayî; parastina deriyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Artêşa nobedaran a bi çek ku hatiye avakirin, ji bilî artêşa mîlîs a AKP'ê wê ti wesfeke xwe nebe.

Ev rewş nîşan dide ku AKP "yên ji xwe" li qedemeyên dewletê bi cih dike û saziyên dewletê dagir dike. Lê belê ev jî têra çavbirçîtiya derdora Erdogan nake, saziyên nû ava dike û giraniyê dide ser paşeroj û demdirêjiya AKP'ê. Êdî her kes zane ku AKP amadekariya şerekî berfireh ê navxweyî dike. Tevî ku bi ser rêveberiya berê ya artêşê ve diçe, tevî derbên lê xistiye û heqaretên lê dike, nîşan dide ku hîn jî bi artêşê nepiştrast e. Ev rewş jî dibe sedem ku Erdogan artêşa xwe ava bike. Di rewşeke wiha de dibe ku Erdogan çeteyên nekariye bişîne Lîbyayê bi maeş di nava artêşa xwe ya mîlîs de bi cih bike û li gorî xwe bi kar bîne.

Tevî her tiştî çawa ku artêşa mezin nekare AKP'ê rizgar bike, artêşên biçûk û artêşên mîlîsan jî wê nikaribin rizgar bike. Her kesî ev yek ji çeteyên bi pereyan şand Idlibê, Efrînê, herî dawî şand Lîbyayê dît. Bi nêzîkatiyên bi vî rengî yên xwecihî wê li pêşberî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya gerdûnî têk biçe.

Faşîzma AKP-MHP'ê ku li Idlibê gelekî tengav bûye, tevî ku zimanekî êrişkar bi kar bîne wê hewl bide bi êrişan pêvajoyê dirêj bike. Lê belê di hin daxuyaniyan de hate gotin ku hin kom ji AKP'ê dûr ketine, xuya ye ji bîr kirine ku Erdogan ew kom bi pereyan kirî ye û li gorî daxwaza xwe xistiye nava şerê Rojhilata Navîn. Her gavê dagirkeriya xwe ya li Idlibê bi Mûtabaqata Edeneyê ve girê dide ku ev yek rewşeke xitimî ye.

Mûtabaqata Edeneyê destpêka gefên ji bo derxistina Rêber Apo ji Sûriyeyê bû. Xitimîna vê pêvajoyê vê yekê nîşan dide:

Mûtabaqatên li ser esareta Rêber Apo ava bûn wê têk biçin. Di serî de ciwanên Kurdistanê û gelê Kurdistanê, wê bi heman hêrsa sala 1999'an li dijî komplogeran li ber xwe bidin û heta azadiya Rêbertî wê ev berxwedan bi dawî nebe.