Ji sala hêvî û berxwedanê ber bi serfiraziyê ve

2020 bû saleke wiha ku hêviyên azadiyê li hemû qadan zindî hatibûn hiştin û li dijî her cure zilmê berxwedaniyeke lehengî derktetibû holê. Li ser hîmê van destkeftiyan bêguman 2021 wê bibe sala berxwedan a

Pir aşkere ye 2020'an êrîşa herî giran a faşîst, mêtinger û qirker bi ser Tevgera Azadiya Kurdsitanê, gelê Kurd û hemû mirovahiyê de hat. Pergala modernîteya kapîtalîst êrîş anî, faşîzma AKP-MHP'ê êrîş anî. Her wiha hevkariya PDK'ê jî di van êrîşan de bû amûr û rêşanîdêrî kir. Êrîşa giyanî, hîsî, ramanî û madî bû. Di van êrîşan de hemû amûr û rêbaz hatin bikaranîn. Pergala sermiyana global di êrîşa navborî de mîkroba kujer a bi navê 'Covîd19'ê ku wan hilberandî jî bi kar anî.

A rast dihate fêhmkirin bê ka çima êrîşa modernîteya kapîtalîst hatiye vê astê. Hêzên modernîteya kapîtalîst a global, herêmî û xwecih hatine rewşeke wiha ku bêyî ku êrîşa herî giran a dîrokî û derî mirov bînin nedikarîn li ser piyan bimînin û temenê xwe dirêj bikin. Kaosa ku pergal dijî û Şerê Cîhanê yê Sêyan ku krîzê bi xwe re anî, li gel ku ev 30 sal in didome jî, dev jê biqerin ku biqede, hê bêhtir xwe berbelav û kûrtir dikir. Bi vegotineke dî, pergala modernîteya kapîtalîst nedikarî xwe ji nav kaos û krîzê derxîne, ji şerê ku ev bûyî sedem nedikarî derkeve. Weke ku bi zirneqîqê bilîze, şer li li Rojhilata Navîn geh bi vî alî de û geh bi wî alî de dişemitî.  Di vê rewşê de ji bo xwediyê sermiyana global tenê rêyek dima; di nav krîz, kaos, şer de pergalê rê ve bibin, êrîşên faşîst, zextê, terorê û kedxwariyê zêdetir bikin! Wan jî wiha kir û kerrafiya vîrûsa koronayê jî bi kar anîn, êrîş birin ser civak, jinan û ciwanan û hewl dan ku wiha li ser piyan bimînin.

Bêguman a ku ev barbariya navborî bi rengekî aşkere, pir zêde û bi rêbazên herî hovîtî domandiye faşîzma AKP-MHP, ango TC'ya mêtinger û qirker bûye. Ji xitimîna pergala modernîteya kapîtalîst û qelsbûna rêxistiniya derdorên çewisandî sûd wergirtiye, di serî de li ser Kurdan û jinan êrîşên qirker bi rengekî ku di dîrokê de nehatiye dîtin, giran kiriye.  Xitimîna pergala modernîteya kapîtalîst û bêhêziya hevkarên xwe yên Kurd pir baş bi kar aniye . Bi vê bingehê rewşa polîtîk a ku dijberiya DYE-Îranê û hewldana rojanekekirina komploya navnetewî ya rêveberiya DYE'yê bi xwe re anî, ji bo ku berxwedana Kurdan û jinan biçewisîne bi kar aniye. Ji aliyekî ve desteka pergala global daye pişt xwe, ji aliyekî ve PDK pir bi nebaşî bi kar aniye û hewl da ku Kurdaniya azad û jinbûyinê ya bi pêşengiya PKK'ê geş bûyî biçewisîne û tine bike. Ji bo faşîzma AKP-MHP'ê ji bo ku li ser piya bimînin û temenê xwe dirêj bikin ti rêyeke dî jî nîne.

Bi vê çarçoweyê asta zext, teror û komkujiyê ku faşîzma AKP-MHP'ê sala 2020'an kirin li ber çavan e. Ji bo ku bîrewerî û rêxistiniya li Bakurê Kurdistanê bitepisînin, hêviyên demokratîkbûnê yên li Tirkiyê tine bikin, berê xwe dane her cure zextên faşîst û komkujiyan û ji bo vê her cure amûr jî bi kar anîne. Bi çewisandiya bi tundiyê, girtin û xapandinê, kirînê her rêbaz bi kar aniye. Zext û zilma ku faşîzma AKP-MHP'ê 2020'an li Kurdistanê û Tirkiyê kirî di dîrokê de heta niha li ti deverê nehatiye dîtin. Ne tenê ji bo ku Kurdan, jinan û hemû çewisandiye bixin bin zext û kedxwariyê, bi qirkeriya rûmetê ji bo ku nikaribin hêviya azadiyê hilgirin û rêxistinî û çalakiya vê bikin her tişt kirine. Ji ber vê, pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê li hemû Tirkiyê berbelav kirine, hewl dane ku civakê bi tecawizê 'terbiye' bikin.

Hişmendî û siyaseta navborî êrîşên xwe yên dagirker û komkuj ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de domandiye. Bi çeteyên ku perwerde kirine û rêxistiniya wan kirine, ango bi bi revdeyên kujer, gef li hemû mirovahiyê xwarine. Bi vî rengî jî PDK û îxaneta Kurd pir bi nebaşiya bi kar anîne. Bi desteka DYE û PDK'ê planên îmha û tasfiyekirina PKK'ê danîne, êrîş anîne, xwestine ku hêviyên azadî û yekîtiyê yên Kurdan tine bikin û azadiya jinê hê di berbangê de tine bikin.

Ji hêla siyaseta zilam serwer a faşîstt, mêtinger, qirker ve kurteya sala 2020'an wiha ye.  Tirsa ji ber hilweşandinê û bi dest  ve berdana nirxên madî kiriye ku ji mîkroba Covîd-19'ê sûd werbigirin, ew çend ketiye û têkiliya xwe ji civakîbûna mirov qut kiriye. Çawa ku, dema mirina bizinê tê nanê şivên dixwe, aniye rewşeke wiha ku êrîş aniye ser hemû nirxên mirovahiyê û ziyan gihandiye ser wan. Pergala modernîteya demokratîk û avaniya TC'ê ya bi dijminatiya Kurdan bi vî rengî nîşan daye ku dawiya wê hatiye.

Bêguman hişmendî û berxwedana 2020'an jî ev asta êrîşê ya faşîst-qirker diyar kiriye. Hêzên faşîst-qirker çendî êrîşkar jî bin, bi pêşengiya Kurdan û jinan hemû çewisandî ew çend berxwedêr bûne. Her ku hişmendiya faşîst qirker û siyaset êrîş bi ser nirxên civakî de aniye, hêzên azadî û demokrasiyê jî xwedî li nirxên civakî derketiye û hewl dane ku wan biparêzin. Her ku êrîşên faşîst-qirker xwestiye ku hêviya azadî û demokrasiyê bişkîne, hêzên şoreşger û sosyalîst jî hewl dane ku vîn û hêviyê geş bikin. Kurt û kurmancî, her ku zilma faşîst-qirker zêde bûye, berxwedana azadî û demokrasiyê geş bûye, ji Kurdistanê jî derkeiye û li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê berbelav bûye.

Pir aşkere ye di serî de ji bo Kurdn û jinan, ji bo hemû mirovahiyê sala 2020'an li dijî zilma faşîst û qirker bûye sala berxwedana dîrokî û bi vê çarçoweyê bûye sala geşkirina hêviyê. Di serî de li dijî pergala êşkence û tecrîdê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe daye, ev berxwedana navborî li hemû zindanan, li çar parçeyên Kurdistanê û li hemû cîhanê berbelav bûye. Bi vê bingehê berxwedana jinan ku bi 8'ê Adarê re dest pê kirî, li hemû cîhanê tevahiya salê geş bûye, mohra xwe li 2020'an daye û li hemû cîhanê nîşan daye ku şoreşa azadiya jinê bi gurmegurm tê. Ji Sibatê û pê de gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çarçoweya ''Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê'' tevgeriyan, bi çalakiyên bêhempa ên bihar û havînî plana îmha û tasfiyekirinê ya DYE-TC-PDK'ê pûç kirine. Bi qasî hovîtiya zilma faşîst-qirker berxwedan jî dîrokî bûye, bi vê çaroweyê hêviya jiyana azad û demokratîk tim zindî bûye.

Niha Kurd, jin û hemû çewisandî bi hêvî û bi tecrûbeya berxwedana dîrokî dikevin 2021'an a mîladî. Ji ber vê 2021 ji bo ku azadî û hêvî şîn bibe û berxwedana dîrokî serfiraz bibe xwedî her cure daneyan e. 2020 bû saleke wiha ku hêviyên azadiyê li hemû qadan zindî hatibûn hiştin û li dijî her cure zilmê berxwedaniyeke lehengî derktetibû holê. Li ser hîmê van destkeftiyan bêguman 2021 wê bibe sala berxwedan amezin û her wiha bibe şahidê serfiraziya berxwedanê. Mijdara 2020'an çawa ku Trûmp têk çûbe, 2021'ê jî hemû berdestikên wan, di serî de Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî wê têk biçin.

Bêguman ev hemû wê bi hêsanî û ji ber xwe ve nebin. Berevajî, wê bi têkoşîne li ser xeta fedayî pêk were ku di şexsê şehîdên me yên leheng ên 2020'an de gihaştî asta bilind, bi dest bikeve. Di serî de jin û gelê Kurd, hemû mirovahiya çewisandî ji bo azadî û demokrasiyê bi dilêrî wê li ber xwe bidin, dawiyê pergala modernîteya kapîtalîst û faşîzma AKP-MHP'ê wê têk biçe, pêngava me ya berxwedanê ya ''Dema Azadiyê ye'' ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistana Azad- Tirkiyeya Demokratîk dayî ber xwe, wê bi ser bikeve. Bi vê çarçoweyê em sala nû ya hemû hêzên demokratîk pîroz dikin, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de ya ku 2021'an de wê bidin serkeftinê ji wan re dixwazin!