Iraq çima nikare li ber Tirkiye biryarek tund bigire?

Ev vekirî li ber çavê her kesê kir. Wer zanî wê weke gelek komkujiyên din bê nixumandin û serê wê bê girtin. Lê divê vê carê ev yek teqez neyê kirin. Eger serî bê girtin, divê baş bê zanîn ku wê dewama wê Tirkiye li gelek deverên din bike.

Piştî dewleta Tirk a dagirker 20’ê Tîrmeha 2022’an li Seyrangeha Perexê ya Zaxo bombe li welatiyên Ereb ên li geştê barand ku jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes hatin birîndarkirin û şûnde, li seranserî Iraqê û gelek deverên Kurdistanê xwepêşandan hatin destpêkirin.

ALA TIRKIYE HATIN DAXISTIN, ŞEWITANDIN

Bi taybet welatiyên Iraq ên li Bexda, Besra, Necef, Kerkûk û gelek deverên din daketin qadan banga derxistina Tirkiye ji Iraqê kirin û hemû sazî û navendên Tirkiye taybet ên vîze yên geştê daxist, ala Tirkiye anî xwar û şewitandin.

HELWESTÊN GEL: TIRKIYE DERKEVE

Her wiha ji hemû aliyên siyasî û kesayetan helwestên nerazî û cidî derketin holê. Ji Serokkomar bigire heta Serokwezîr, Serokê Parlementoyê û Parlementer giştî bi rengekî awarte kom bûn ku li ser vê komkujiyê biryar û rêgiriyê pêşiya zêdegaviyên dewleta Tirk a qirker û mêtinger bigirin.

Helwesta gel a li qadan hikûmet gihand wê astê ku li her derê giliyê Tirkiye bike û têkliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li ber çavan bigire.

LI BENDÊ BÛ KU BIRYAR Û RÊGIRIYÊN CIDÎ DERKEVE, LÊ …

Bi taybet parlemento bi awarte kom bû û çav li bendê bû ku biryareke tund û redîkal li ber Tirkiye bê girtin. Mixabin li gorî derketî heta niha ji derveyî hinek dengên nerazî biryarên tund ên mîna temamî boykotkirina malên Tirkî, dîsa girtina deriyên sînor û di asta dîplomasî de bê girtin, derneket. Ev yek jî nîşan dide ku hikûmeta heyî wê nikare pêşiya van komkujiyan bigire û di mijarê de ne samîmî ne.

HEMÛ BELGE Û DELÎL NÎŞAN DIDIN TIRKIYE KIRIYE, TIRKIYE ÎNKAR DIKE

Tevî ku hemû dîmen û şahidên li herêmê didin nîşandan bê ka çawa artêşa Tirk geştyar bombe kirine, lê heta vê gavê dewleta Tirk li ser ya xwe israr dike ku wan wisa nekiriye. Dîsa Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûat Husên ragihand ku di encama lêkolînên derketî holê û belgeyên hatin komkirin, nîşan dide ku artêşa Tirk ev êrîş kiriye û piştrast bûye.

ESMANÊ IRAQÊ DI BIN ÇAVDÊRIYA DIRONAN DE YE

Ji xwe niha esmanê Iraqê tevahî di bin çavdêriya dronên Tirkiyeyê de ye. Tirkiye kengê bixwaze dikare ji esmanan ve hem Başûrê Kurdistanê û hem jî Iraqê bombe bike. Bê ku hesab bide aliyekê. Ji bo vê ye ku Tirkiye li ser ya xwe israr e, guh nade kesê û li gorî projeya xwe diçe.

BIRYAR Û RÊKARÊN CIDÎ NEBE, KOMKUJIYÊN NÛ PÊK BÊN

Eger ku parlemento biryar û rêkarên cidî negire ber, wê bibe sedemê karesat û komkujiyên nû li Iraqê rû bide. Her wiha Sadir ê ji vê yekê ne razî dibe hêza xwe daxîne qadan û li Iraqê aloziyên mezintir rû bidin.

Eger ku alozî li Iraqê zêdetir bibe, wê hem destê Tirkiye, Îran, DYE û hêzên din zêdetir li karubarên Iraqê zêdetir bibe. Sadir taybet dixwaze hemû hêzên biyanî yên li Iraqê, ji Iraqê derkevin û li ser wî esasî Iraq ji aliyê Iraqiyan ve bê birêvebirin. Ji xwe li ser wî esasî Sadir xwe ji Parlementoya Iraqê kişand.

GEL DIXWAZE TIRKIYE Û PDK HESAB BIDE

Di rewşeke wiha de ku Iraq biryarek xurt negire wê nikaribe, di siberoja Iraqê li ser ewlehî û serweriya Iraqê bikare kontrolek baş bike. Dîsa cara yekem e ku xelkê Iraqê wiha li dijî Tirkiye xwedî helwestekî cidî ye. Welatî daxwaza hesabxwestinê ji Tirkiye dike û di vê çarçoveyê de li qadan e.

Her wiha divê neyê ji bîrkirin li vir biqasî Tikiye PDK jî hevkar e, ji komkujiya Zaxo berpirs e. Di vê derbarê de, divê helwestek li ber PDK’ê jî bê danîn û ji xwe di vê çarçoveyê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû Bexda û bi aliyên Iraqî re civiya.

PDK JÎ HEVKARÊ SÛCÊ TIRKIYEYÊ YE

Eger ku PDK ewqasî hevkarî û pêşiya Tirkiye venekira wê ewqasî Tirkiye nekaribûna li Başûrê Kurdistan û dîsa Iraqê ewqas zêde gavî bavêtina û serweriya xaka Iraqê binpê nedikir. Ji bo wê ye ku eger hesabxwestinek hebe divê PDK jî para xwe ji vê yekê bigire.

BI GELÊ KURD RE TÊKOŞÎNÊ BIKIN

Her wiha têkoşînek bê kirin jî divê ev têkoşîn bi gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd re ku 50’î sal in li dijî dewleta Tirk a dagirker û faşîzmê şer û têkoşînê dike.

Tevgera Azadiya Kurd tim ev yek bibîr dixist ku Tirkiye dijminê gelan e û dijminê Kurd û Ereban e. Îro em dibînin ew yek piştrast dibe. Tirkiye welatiyên Iraqî qetil kir. Cihê geştê ku ti eleqeya xwe bi şer û dîsa hêzeke gerîla ku bikare li wir tevger bike re nîne, welatiyên bê guneh bombe kir. Zarok bombe kirin û qetil kirin.

BÊDENGIYA LI BER KOMKUJIYA ZAXO WÊ DESTPÊKA KOMKUJIYÊN NÛ BE LI IRAQ Û HERÊMÊ

Ev vekirî li ber çavê her kesê kir. Wer zanî wê weke gelek komkujiyên din bê nixumandin û serê wê bê girtin. Lê divê vê carê ev yek teqez neyê kirin. Eger serî bê girtin, divê baş bê zanîn ku wê dewama wê Tirkiye li gelek deverên din bike. Tirkiye gelek kiryarên xwe dike û li bendê dimîne bê ka wê bertekek çawa bê dayîn û li gorî wê tevger dike. Eger ku berteka Iraqê sist bibe, teqez wê li Bexda, Mûsil û Besra jî komkujî bê kirin. Ji bo wê ye divê Iraq û siyaseta Iraq li ber vê yekê hew bêdeng bimîne. Komkujiya Zaxo sedema bêdengiya siyaseta Iraqê bû. Iraqê baca vê bi qetilkirina 9 welatî û birîndarbûna 23 kesî da. Ji bo wê ye divê hew bêdeng bimîne.

Komkujiya Perexê ji bo Iraqê û gelên Rojhilata Navîn destpêkeke. Ji ber ku sed sal zêdetire bi destê dewleta Tirk a dagirker Kurd tên qetilkirin, heta niha tu aliyên Ewropa, sazî û dezgehên mafê mirovan dengê xwe li ber dernexistiye. Ji bo wê ye ku Iraq jî li ber vê bêdeng bibe, di serî de wê ji bo Iraqê û dîsa pêkhateyên herêmê bibe destpêka êrîş û komkujiyên nû.