BI DÎMEN

HPG’ê şehîd Onûr Artos bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê gerîlaya YJA Starê Onûr Artos a li Zapê şehîd bû, bi bîr anî û got: “Di dîroka me ya têkoşînê de navê xwe nivîsand ku wê ti carî neyê jibîrkirin.”

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Em di salvegera şehadeta hevrê Onûr Artos de ku 2’yê Tîrmeha 2022’yan li herêma Zapê şehîd bû, wê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrêya me Onûr a ku şervaneke bi wêrek û milîtaneke fedayî ya Apoyî bû, li her qada ku lê ye bû parêzvaneke bi hêz a xeta Partiyê. Pêdiviyên nasnameya YJA Starê bi layiqî bi cih anî û bû milîtaneke fedayî ya mînak. Li gorî ruhê demê tevgeriya û ji bo ku mîsyonên xwe yên dîrokî bi cih bîne, ket nava hewldaneke zêde. Ji bo ku dagirker negihijin armanca xwe, bi tarzê Apoyî şer kir û taktîkên dema nû pêk anî. Hevrêya me bû xwedî sekneke ku rê nedida artêşa Tirk a dagirker. Di têkoşîna me ya dîrokê de navê xwe nivîsand ku wê ti carî neyê jibîrkirin.

Weke hevrêyên wê em soz didin ku ala têkoşînê ya ku hevrêya me Onûr ji me re hiştî, bi serketinê bilind bikin û di şexsê wê de xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin. Bi van hestan di serî de malbata hêja ya hevrêya me Onûr, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Onûr Artos, bi vî rengî ne:

Nasnav: Onûr Artos

Nav û Paşnav: Şukran Arvas

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Azîze – Gurgîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 2’yê Tîrmeha 2022’yan / Zap

Hevrêya me Onûr li herêma Geliyê Karkarê ya girêdayî navçeya Westan a Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata wê serî li ber zext û zilma dewleta Tirk a mêtinger û qirker ne tewand, ferzkirinên dewletê ya ji bo cerdevantiyê jî qebûl nekir û neçar ma koçî Stenbolê bike. Hevrêya me ya ku gundê wan hate şewitandin, di temenekî pir zû de zextên dewletê dît. Bi feraseta Kurdîtiyê mezin bû. Ket ferqa rastiya dijmin û mezin bû. Hevrêya me tevî ku ji Kurdistanê dûr jiyan kiribe jî, çand û zimanê xwe yê dayikê parast. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin, her tim bi hestiyar bû. Ji derdora wê ya nêz tevlîbûn hebûn, ev yek û hesreta wê ya li hemberî Kurdistanê, sempatiya wê ya li hemberî Tevgera me zêde kir. Bi destanên lehengiyê yên gerîla û çîrokên komkujiyê yên ku dijmin li Kurdistanê pêk anîn, mezin bû. Hevrêya me Onûr li dijî dijmin xwedî hêrseke mezin bû. Armanc kir ku di temenekî zû de bibe gerîla û tola zilmên ku li gelê me hatine kirin, hilîne. Dilê hevrêya me ji bo Kurdistanê lê dida, her roj lêhêrbûnên kûr pêk anî. Hevrêya me dibistanên sîstemê terikand, ji bo ku di aliyê ekonomîk de alîkariyê bide malbata xwe di gelek karan de xebitî. Hevrêya me pîroziya kedê fêm kir û bi kesayeta xwe ya kedkar ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin û bû keseke mînak. Polîtîkayên sîstemê yên ku jinê dikin meta û ji cewherê wê qut dikin, lêpirsîn kir û xwest ji lêgerînên xwe re bersivê bibîne. Bû heyranê Tevgera Jinên Azad a ku xwe bi îdeolojiya Rêbertî jinûve afirandiye. Hevrêya me di her warî de xwedî nakokiyên kûr bû; beşdarî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û kelecan a di van xebatan de, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me Onûr hingî têkoşîn kir, Tevgera me hîn ji nêztir nas kir. Bi ti rengî tawîz neda zextên dijmin û xebatên xwe domand. Weke jineke serhildêr û berxwedêr, hemû zextên dijmin pûç kir. Hevrêya me di sala 2012’an de dîl kete destê dijmin û du salan li girtîgehê ma. Pêvajoyê girtîgehê weke cihê lêhêrbûn û xwe pêşxistinê dît. Bi taybetî pir ji nameya hevrê Viyan Soran bandor bû. Hewl da ku felsefeya jiyanê ya Rêbertiya me fêm bike. Hevrêya me hingî ku xwend bi zane bû û lêgerînên xwe yên ji bo heqîqetê domand. Piştî esareta du salan, tahliye bû. Di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava û Şengalê qirkirin li gelê me ferz kir. Hevrêya me dît ku bi tevlîbûna nava refên gerîla, dikare bersiva herî mezin li dijî vê qirkirinê bide. Hevrêya me Onûr di sala 2014’an de xwe gihand çiyayên Kurdistanê ku bi salan xeyala van çiyayan dikir. Di jiyana gerîla de gava xwe ya destpêkê avêt.

Hevrêya me perwerdeya şervanên nû li herêma Qendîlê wergirt. Ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û pêşengiya gerîlayên jin pir bandor bû. Ferqa di navbera jina di nava sîstemê û jina azad de bi zelalî dît. Bi vî rengî jixwebawerî qezenc kir. Ji her tiştê nû ya ku ji perwerdeya hîn bûyê, îlhameke mezin wergirt. Hevrêya me Onûr di nava demek kurt de fêrî jiyana gerîla bû û di gelek mijaran de ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Piştî ku bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand, li herêma Qendîlê beşdarî xebatan bû. Di nava xebatên RAJIN – Ragihandina Azad a Jinê de cih girt. Hewl da hem jiyana şehîd Viyan û hem jî çalakiya wê baştir fêm bike. Di nava xebatên xwe de bi sekna xwe ya bi kelecan, moral û xwesteka ku her kêlî fêrî tiştekê bibe, bû xwedî tevlîbûneke mînak. Hevrêya me demekê di nava xebatên çapemeniyê de cih girt û di warê îdeolojîk de bû xwedî tecrube. Hevrêya me bi rengekî kûr dilsozê şehîdan bû. Di sala 2018’an de xizmên wê yên nêz hevrêyên me Topak Garzan – Sevda Arvas, Felat Artos – Bahçet Arvas şehîd bûn, ev yek bû sedem ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêya me li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan perwerde dît û ji bo ku kesayeta jina azad di hundirê xwe de ava bike, kedeke mezin da. Nirxandinên Rêbertî yên têkildarî artêşbûna jinê û têkildarî kesayetê, xwend û ev nirxandin kirin felsefeya xwe ya jiyanê. Hevrêya me her kêliya xwe bi xwendinê û nîqaşên rêxistinî, derbas kir. Piştî perwerdeyê îdîaya xwe mezin kir û pêşniyar kir ku beşdarî xebatên Hêzên Taybet bibe.

Hevrêya me Onûr ku di pêvajoya dîrokî de xwest berpirsiyariyên mezin bigire ser milên xwe û tola xwe ya bi salan ji dijmin bîstîne, di sala 2019’an de derbasî xebatên Hêzên Tayber dibe. Hevrêya me ji pêvajoyeke dijwar a perwerdeyê derbas dibe û weke milîtaneke ji her wezîfeyê re amade, berpirsiyarî girtin ser milên xwe. Bi gotina; ‘Çi hewce bike divê ez wê bikim’ û bi kûrbûnên xwe di nava xebatên Hêzên Taybet de dibe milîtaneke Apoyî ya mînak. Ku hevrêya me wan xebatan weke ‘tevlîbûna bêhesap û cihê fedaîbûnê’ dibîne. Bi saya tecrûbeyên ku di warê îdeolojîk û leşkerî de bi dest dixe, hemû caran ji bo ku wezîfeyên zehmet bi cih bîne, pêşniyarên xwe kirin.

Hevrêya me Onûr ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di 17’ê Nîsana 2022’yan de dest pê dikin, li herêma Zapê ya ku têkoşîneke mezin lê dihat meşandin, dimîne. Di çalakiyên ku derbên giran li dijmin tên xistin de, cih digire. Hevrêya me Onûr bi hişmendiya berpirsiyariya dîrokî tevlîbûneke bêşert û bêhesap pêk tîne û weke milîtaneke YJA Starê ya azad bêyî wezifeyan ji hev cuda bike, bi eşq, bawerî û biryardariyeke mezin hewl dide ku hemû xebatên rêxistinê bi awayekî serkeftî bi cih bîne. Hevrêya me Onûr li her qada ku lê dimîne, bi fedakariya xwe tê naskirin û li gorî taktîkên serdemî hem di nava tîmên bejahiyê de û hem jî di tunelên şer de erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anîn. Hevrêya me Onûr ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hez û rêzeke pir dibîne. Li ser xeta fedaîbûnê meşa xwe ya azadiyê bê dudilî û bê navber pêk tîne. Hevrêya me Onûr Artos 2’yê Tîrmeha 2022’yan di encama êrîşa dijmin a li ser herêma Zapê de tevlî karwanê şehîdan dibe. Bi jiyana xwe ya sade, hevrêtiya xwe ya jidil û dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertî û şehîdan, bû milîtaneke YJA Starê ya mînak. Em jî weke hevrêyên wê yên têkoşînê dubare soz didin ku em ê xeyala Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad pêk bînin ku xeyala hemû şehîdên me ye.”