HPG’ê bîlançoya meha Hezîranê eşkere kir: Gerîla ji bejahî û hewayî lê dixe

HPG’ê diyar kir ku ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kurdistan bi temamî bûye qadên berxwedanê û ragihand, meha Hezîranê bi giştî 185 çalakî hatine lidarxistin, 46 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin.

BÎLANÇOYA ŞER

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di meha fedayîtiyê Hezîranê de li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi ruhê fedayî yê Apoyî, îradeyeke xurt û baweriyeke mezin bersiv dan û asteke berxwedanê ya girîng raber kirin. Li Bakurê Kurdistanê ji qontarên Gilîdaxê ya herêma Serhedê heta herêma Mawa ya Gabarê, ji Elkê heta Colemêrgê, ji Wanê heta Garzanê li her derê li dijî artêşa Tirk a dagirker bi rengekî bê hempa şer kiriye. Ji bejahî îradeya şerkirinê ya artêşa Tirk şikestiye. Li dijî êrîşên ku artêşa Tirk li ser esasê teknîka şer pêk tîne, gerîlayên Bakur bi ruhê fedayî yê Apoyî li ser xeta Zîlanê li ber xwe dane û qet tawîz nedane. Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê fermandarê me yê nemir Şêxmûs Milazgir li Gilîdaxê berxwedaneke destanî raber kir. Hevrê Bêrîtan Nûrhak Çiya ji bo nekeve destê dijmin, bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû. Hevrêyên me yên din jî bi heman ruhê berxwedan pêş xistin. Berxwedana van hevrêyên me, mohra xwe li meha Hezîranê xist. Di berxwedana meha Hezîranê de hevrêyên me Şêxmûs Milazgir, Bêrîtan Nûrhak Çiya, Brûsk Kato, Axîn Gabar, Şervan Botan, Rustem Çekdar Kato, Kamûran Teyrêbaz, Dilsoz Gabar, Akîf Gabar û Bager Kurdistan pêşengî ji têkoşîna me ya Bakurê Kurdistanê re kirin û şehîd bûn. Di êrîşên dijmin ên li Mawayê de hevrêyên me Nûrhak, Eylem û Zeynep bi giranî birîndar bûn û dîl ketin destê dijmin.

GERÎLA DERBEYÊN GIRAN LI ARTÊŞA TIRK XIST

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk, bê navber berxwedana xwe ya dîrokî domandiye. Hêzên me yên ku li Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Xakurkê di nava çalakiyê de ne, derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine. Hêzên me di gerîlatiya modernîteya demokratîk de kûr bûne, taktîkên dewlemend pêk anîn û çalakiyên xwe pêş xistine. Artêşa Tirk a dagirker sûcên şer kir û bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîş pêk anîn. Hêzên me bi tedbîrên bandor ev êrîş pûç kirine.

LI QENDÎLÊ ANKA HATE XISTIN

Hêzên me, ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, her bosteke axa Kurdistanê veguherandina qadên berxwedanê û li ezmanên Kurdistanê jî çalakiyên girîng pêş xistine. Li ser vê bingehê 6'ê Hezîrana 2024'an li ezmanê Asosê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk ji aliyê hêzên me yên gerîla yên li Qendîlê ve hat xistin. Belgeyên dema xistina SÎHA’yê û parçeyên wê bi gelê me û raya giştî re hatin parvekirin.

BI AMÛRÊN HEWAYÎ 25 ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, hem êrîşên dewleta Tirk ên hewayî bi vî rengî têk birin, hem ezmanên Kurdistanê di meha Hezîranê de veguherand qadên çalakiyê û her wiha bi amûrên hewayî derb li baregehên artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar di meha Hezîranê de bi amûrên hewayî bi giştî 25 çalakî pêk anîne û derbên bi bandor li dagirkeran dane.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi asta ruhê fedaî yê Apoyî, bi kûrbûna di îdeolojiyê de, bi xurtkirina hevrêtiyê xwe, di taktîkan de pisporbûn û hakîmiyeta li ser teknîkê ku li tevahiya Kurdistanê raber kiriye, nîşan daye ku dewleta Tirk a dagirker û qirker dê li hemberî gelê Kurd ti carî encamê negire. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê careke din nîşan dane ku ew şopdarên xeta Zîlan a meha Hezîranê ya fedayîtiyê ne û bi ruhê Zîlan ber bi serketinê ve bimeşin û xwedî li erkên xwe yên Şerê Gel ê Şoreşgerî derkevin.

BÎLANÇOYA MEHA HEZÎRANÊ

Bîlançoya şer a têkoşîna meha Hezîranê bi berfirehî wiha ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK

Êrîşa bi balafirên bêmirov; 273
Êrîşa bi helîkoptera êrîşê; 11
Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî; 54
Êrîşa bi drona bombebarkirî; 6
Êrîşa bi çekên kîmyewî; 75

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên gerîla yên ji hewayî hatine lidarxistin; 25
Çalakiyên gerîla yên ji bejahî hatine lidarxistin; 160
Bi giştî çalakiyên gerîla yên hatine lidarxistin; 185

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatine cezakirin; 46
Hejmara dagirkerên birîndar bûne; 9

YÊN HATINE ÎMHAKIRIN

ANKA SÎHA; 1
Wesayîta leşkerî ya tîpa Reo; 1
Sîstema Radarê; 2
Kameraya Mobesse; 19
Droneya bombebarkirî; 10
Konteynir; 3
Çeka Giran A4; 1
Çeka Nîv Otomatîk; 1
Bombeavêj; 1
Jenerator; 1
Kon; 4
Fotokapan; 2
Çeper; 9
Kamera; 1
Projektor; 3

TIŞTÊN HATINE DESTESERKIRIN

Kameraya serî; 1
Fener; 1

AMÛRÊN DERBE LÊ HATINE XISTIN

Sîstema Parastina Hewayî; 1
Kepçe; 1
Çeper; 7
Radar; 1