Hevkariya PDK-Tirkiyê ne razek e

PDK bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û hewl dide ku Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike. Ji bo vê jî li ber e ku bi fiîlî tevlî nav êrîşan bide.

Ne razek e ku PDK li tevahiya dîroka xwe bi dewleta Tirk re li dijî tevgerên Kurd tevdigere, ji bo ku tevgerên Kurd tasfiye bike hevkariyê dike, qedroyên lîderên ên tevgerên Kurd tasfiye dike.

Niha tiştên ku bi hevkarê hikûmetê YNK'ê re dijî jî nîşana wê ye ku PDK bêdudilî dixwaze bi xwîna xwîşk û birayên xwe de bigevize. PDK bi desteka ku ji Tirkiyê standî gelek caran êrîş bire ser YNK'ê. Li gorî daneyên fermî yên hikûmeta berdest di şerê navxwe de 90 hezar pêşmerge şehîd bûn. Mîmarê vî şerê navxwe û şerî PDK ye, ya ku bi Tirkiyê re tevdigere.

DYE KETE NAVBEYNÊ Û TÊKILÎ FERMÎ BÛN

PDK heta salên 90'î bi YNK'ê re şer kir. Piştî ku salên 90'î DYE kete navbeynê, dijminatiya di navbeyna PDK û YNK'ê de bidawî kir, herdu anîn cem hev. Bi hevahenga bi Tirkiyê re ji bo ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd bide şerkirin planek danî. Ji bo ku vê planê bike jî li Başûrê Kurdistanê ''Çekîç Guç'' da destpêkirin. Bi hêza ku li Başûr bi cih kiriî sînorên Başûr weke paralelên 36-42'yan diyar kir. Piştî parlamentoya Kurdistanê ava kir. Li dora vê parlamentoyê YNK û PDK anî cem hev. Biryara pêşî ya ku bi vê Parlamentoyê dayî standin jî ew bû ku li dijî PKK'ê şer bikin. Cotmeha 1992'yan şerê ku jê re 'Şerê Başûr' dihate gotin bi pêşengiya PDK'ê ya li hêzên Tirk ên dagirker dest pê kir. Li Heftanîn, Xakurkê, Xinêrê, Lolan, Zap, Metînê ev şer hate kirin.

DI HEMÛYAN DE PÊŞENGÎ JI TIRKAN RE KIR

Şerê ku PDK beriya niha bi Tirkiyê re li hev kirî û li dijî tevgerên Kurd dayî destpêkirin, vê carê bi rengekî fermî bi şerê ku dijî PKK'ê dayî destpêkirin nîşan da. Li pey vî şerî şerê 1995, 97, 98, 99'an hat. Di van hemû şeran de PDK pêşengî ji hêzên dagirker ên Tirk re kir. Ew bi xwe di nav van êrîşan de bû. Li gel vê ji bo hêzên ku bi navê Tevgera Azadiya Kurd û Kurdan tevdigerin, têdikoşin karîger nebin serê salên 90'î derdora Zaxo, Duhokê ji hêzên dewleta Tirk re vekir. Dewleta Tirk a dagirker destpêkê bi rengê yekîneyên xef û yekîneyên îstîxbarî li derdora Zax û Duhokê bi cih bû. Ji 1995'an û wir ve bi rengekî aşkere baregehên leşkerî danî û li wan bi cih bû. Niha 23'yê têne zanîn 23 baregehên leşkerî  û 16 ên îstîxbarî, ango navenda MÎT'ê jî di nav de ji 40'î zêdetir baregeh hene. Ti caran hêzên dagirker ên Tirk weke hêza dagirker nedît. Li gel ku li Başûrê Kurdistanê dagirker in jî, li gel ku parlamentoyê biryar stand da ku ev hêz werin derxistin jî PDK derfeta vê neda, ên ku xwestin ev biryar were bicihanîn asteng kir.

ŞOREŞA ROJAVA HEVKARIYA WAN DANÎ HOLÊ

Di komploya navnetewî de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rola hêzên Kurd, nexasim a PDK'ê tê zanîn. Nameyên ku PDK'ê wê demê nivîsîn, yên ku dixwest li Ocalan xwedî dernekevin piştre li organên weşanan cih girt.

PDK piştî salên 2000'î bi Tirkiyê re plana tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd guherand. Ji 2000'î û wir ve li şûna şer bêhtir bi rêbazên siyasî planên tasfiyekirinê hatin danîn. Ekîba tasfîyekar ku 2003'an di nav Tevgera Azadiya Kurd rêxistiniya wan hatî kirin ev aşkere danî holê. Dema ku plan bi ser neket jî ên ku di nav planê de bûn ji PKK'ê reviyan û xwe li PDK'ê girtin. Hê jî ji hêla PDK'ê ve têne hemandin. Dema ku hewceyî pê tê dîtin ji bo ku êrîşê bînin ser PKK'ê û di berjewendiya Tirkiyê de biaxivin di organên weşanê yên PDK'ê de diaxivin.

Ya ku têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyê re herî pir deşîfre kirî Şoreşa Rojava bû ku 19'ê Tîrmeha 2012'an dest pê kirî. PDK ji bo ku şoreşa Rojava ku ji hêla gel ve hatî destpêkirin pûç bike, partiyên bi ser xwe ve, bi pereyan kirî bi lez û bez komî ser hev kir û avaniyeke bi navê ENKS'ê ava kir.  Kesên ku anî ser rêveberiya wê bi Tirkiyê re têkiliyê wê danî, ku jixwe têkiliyên hinan jê ji berê ve dihate zanîn, ji bo ku dijberiya Şoreşa Rojava bikin li Stenbolê bûro dane vekirin. Ji bo vê Koalîsyona Netewî ya Sûriyê têra xwe hate bikaranîn. Bi Burhan Gelyûm û heta bi Enes Abdê ku Tirkiyê anî ser koalîsyonê hemû serokên wê bi PDK'ê re dane lihevkirin. Ji ber ku her serokê ku hatî hilbijartin di ser dijberiya Şoreşa Rojava re ji hêla PDK'ê ve ji bo ku planên di ser Kurdbûnê re hatin avakirin fêhm bikin şandin Başûr. Bi gotina Serokê wê Ahmed Carba yê ku piştî Maaz Hatib hatî, ku gotibû, ''têkiliya min û me ya bi Barzanî re stratejîk e'' bi rengekî beloq peywira ku Tirkiyê danî ber wan danî holê.

Tirkiye ji aliyekî ve bi lîstikên siyasî yên bi PDK'ê û komên dora wê re berê xwe da Şoreşa Rojava, li aliyê dî jî bi bi dehan çeteyên Nusra û Biriayên Misilman ku bi rengekî aşkere destek didan DAÎŞ'ê berê wan didan ser Şoreşa Rojava. Ev êrîş bi ser neketin. Gel û hêzên berevaniyê yên Rojava ev êrîş şikandin .Piştre DAÎŞ jî di nav de ji Kobanê dest pê kir û hate têkbirin. DAÎŞ 2017'an ji Reqayê ku DAÎŞ'ê ew weke paytexta xwe ragihandinû hate derxistin. Piştre dewleta Tirk kete dewerê Efrîn, piştre Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Di êrîşên dagirkeriya Tirk de Fuat Alîko, Brahîm Biro, Ah. Hekîm Beşer ên ENKS'yî bi daxuyaniyên xwe li cem dagirkirinê sekinînin. Her kes pê dizane ku ev kesên PDK'ê yên di nav ENKS'ê de ne.

Dema ku dewleta Tirk û PDK di van planên hevkar de bi ser neketin DYE bi hawara wan ve hat. DYE piştî ku Trûmp hate ser kar li dijî Tevgera Azadiya Kurd pêvajoyeke nû da destpêkirin. Trûmp ji bo ku destekê bide planên hevpar ên PDK'ê, Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike û PDK'ê weke partiya Kurdan bide qebûlkirin li ser sê qedroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd xzelat danî û hewl da ku wan sînordar bike .Bi vî rengî hate xwestin ku di nav Tevgera Azadiya Kurd de valahiyeke wre çêkirin; li ser wan kesan xebitîn ku wê wan derxînin pêş û rê ve bibin. Di nav Tevgera Azadiya Kurd de û li Rojava hesab li ser avaniyeke wiha kirin .Ji aliyekî ve jî her cure çek û teknolojî dane Tirkiyê û xwestin ku qedroyên Tevgera Azadiya Kurd bi suîkastan qetil bikin. Daxuyaniyên ku li ser vê mijarê hatin dayin, dîsa kesên ku ji hêla Tevgera Azadiya Kurd ve têne girtin û mikurhatinê wan têne zanîn.

LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ ŞER DANE DESTPÊKIRIN

Parçeyek ji plana tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd jî ew e ku Bradost û Heftanîn li dagirkeriya Tirk hate vekirin. PDK di hevdîtinan de yên ku bi Tevgera Azadiya Kurd re kirî hê beriya ku dewleta Tirk êrîşê bîne ser Geliyê Reş, qadên Xakurkê, dixwazin ku ev qad bi dest wan ve bêne hiştin, heke bi dest wan ve neyên hiştin jî Tirkiye wê were van deran. Piştî ku Tevgera Azadiya Kurd vê teklîfê red dike bi demeke kurt dewleta Tirk a dagirker êrîş bi ser Geliyê Reş de anî. Piştre êrîş anî ser Xakurkê. Gelek leşker li girê Lêlikan ,Evdilkovî û li gelek giran danî. Ev êrîşên dewleta Tirk parçeyek ji wê planê bû ku bi PDK'ê re bi hevkarî kiribû. Piştî êrîşên li ser Bradost û Xakurkê nêzî bi salekê PDK bi eynî rengî qada Heftanînê jî ji dagirkeriya Tirk re vekir. Tenê bi dagirkirinê re jî qîma xwe neanî. Weke salên beriya niha îstîxbarat da, pêşengî ji leşkerên Tirk re kir û ev derketiye holê. Ev nêzîkatiya PDK'ê bi eslê xwe tê maneya ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd şer daye destpêkirin. Li gel vê jî Tevgera Azadiya Kurd ji bo ku li dijî şerê navxwe ye û bi her şertî yekîya Kurd dixwaze li gel ku PDK bi dewleta Tirk re êrîş anîn ser qadên bicihbûna wan jî hê bi PDK'ê re neketine nav şerekî. Niyeyeke wiha ku bikeve şer jî nîne. Ji ber vê ji raya giştî ya Kurd re daxuyanî da û agahdar kir.  Bang li raya giştî ya Kurd, partiyên siyasî, tevger û rêxistinên Kurd kir ku li dijî vê xwedî helwest bin û yekîtiya Kurd çêbikin.

 Ji niha ve mirov pê nizane bê ka geşeda wê çilo bin, lê aşkere ye ku PDK li gel dewleta Tirk planeke hevpar daniye û li dijî Tevgera Azadiya Kurd êrîşek daya destpêkirin. Hewl dide ku YNK'ê jî tevlî nav van êrîşan bike lê heta niha di vê de bi ser neketiye. Heke nikaribe vê bike dibe ku li dijî YNK'ê jî ev planên dagirkirinê werin destpêkirin.