ANALÎZ

Hêvî bi ciwanan re ye

Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi eşkere nîşan da ku wê li dijî netewperestî, olperestî, zayendperestî û zanistiya pozîtîf ku çar tîrên êrîşê yên lîberalîzma modernîteya kapîtalîst in, têbikoşe.

KONFERANSA CIWANAN A ROJHILATA NAVÎN

8-9 Hezîranê li paytexta Lubnan Beyrûtê “Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn” hate lidarxistin. Di daxuyaniya encama konferansê de hate ragihandin ku qasî du rojan bi rojeveke piralî nîqaşên zêde hatin kirin, 95 delegeyên ku endamên 25 rêxistinên ciwanan ên ji 15 welatan cuda ne beşdarî konferansê bûn. Hat gotin ku konferans diyarî Rêber Apo hatiye kirin û biryara bi hemû hêza xwe tevlîbûna Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî hate dayîn. Ku ev pêngav ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin.

Em zêde li ser hûrgiliyan serwext nebin jî, diyar e ku li Beyrûtê civîneke ciwanan a pir girîng bi serketî hatiye lidarxistin. Bi serê xwe ev rewş jî pîrozbûnê pir heq dike. Li Fîlîstîn û Kurdistanê xwîn diherike, ji Lîbya heta Qafqasya û ji Yemen heta Kurdistanê pirsgirêk pir zêde ne û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn herêmê vediguherîne gola xwînê. Konferansa ciwanan a navborî di holeke bi vî rengî de pêk hat. Eger mirov têkildarî vê yekê baldar be, wê bi eşkere bê dîtin ku konferansa ciwanan a navborî çiqas bi wate û girîng e. Ji vî alî ve destpêkê em konferansê pîroz dikin û ciwanên ku konferans lidar xistine silav dikin. Em bi hêvî û bawer in ku encamên konferansê wê bi îradeyeke xurt û li ser esasê serketinê, bikevin meriyetê.

Bê guman, em li vir têkildarî konferansê nirxandineke berfireh û têrker nakin. Ji bo vê yekê hîna di destê me de agahiyeke têrker, nîne. Lê bi rengê navbernavan, em dikarin hin xisûsên ku em girîng dibînin, diyar bikin.

Destpêkê em bawer dikin ku ciwanên Kurd bi rengekî aktîf beşdarî konferansê bûne û di konferansê de di asteke têrker de nûneriya Xeta Apoyî û têkoşîna Azadiya Kurdistanê kirine. Li ser vê bingehê, di amadebûn û serketina konferanseke ciwanan a bi vî rengî de, xwedî pareke girîng e. Ev rewş nîşaneya herî eşkere ye ku ciwanên Kurd ên azad çawa bandorê li Rojhilata Navîn dikin. Yanî Kurdistana Azad, ji bo gelên Rojhilata Navîn qadeke demokrasî û yekîtiyê, hêza serketinê ye. Me bi tecrûbeyên giran û bi êş dît, bê Kurdistan çawa hatiye parçekirin, qirkirin û weke qadeke paşverûtiyê di sedsala dawî de hatiye nîşandan.

Ya duyemîn, di nava ciwanên ku beşdarî konferansê bûne de keçên ciwan jî hebûn û ev jî tê wê wateyê ku bi rengekî aktîf beşdarî xebatan bibin. Sîstema modernîteya kapîtalîst û hevkarên wê yên herêmî hewl dide sîstema baviksalarî, malbatiya tund û zayendperestiya civakî bi rengekî xurt ferz bike. Di holeke bi vî rengî de keçên ciwan bi rengekî bi zane û rêxistinkirî tevlî aktîvîteyên ciwanên herêmî bûn, ev yek îspata herî girîng e ku li dijî dagirkeriya biyanî û hevkariya herêmî li ser bingehê azadiya jinê têkoşîneke rizgariyê ya civakî destpê kiriye. Êdî ti hêzeke derve nikare Rojhilata Navîn a hatî vê rewşê yanî jin û keçên ciwan lê hişyar bûne û têkoşîna azadiyê lê dimeşînin, di bin desthilatdariya xwe de bigire û ti hevkarî nikare temenê xwe lê dirêj bike.

Ya sêyem, taybetmendiya esas a pêvajoya ku civîn lê hate lidarxistin e. Di encama mudaxeleya emperyalîst a sîstema modernîteya kapîtalîst û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a pêş xistî de, herêm veguheriye gola xwînê. Sîstema kapîtalîst bi avakirina rêyên enerjiyê yên nû ji bo hîn zêdetir mêtingeriyê bike, Rojhilata Navîn a ku hêzên berjewendiyê yên dijber bi xurtî şer lê dimeşînin û civakbûn û hiyerarşî lê ava kirine, bi rengekî tam veguherandine kombûneke pirsgirêkan. Ev yek bi eşkere li holê ye. Eger mirov bîne ziman ku ‘Îsraîla bi piştevaniya DYE’yê Xezeyê tune dike û dîsa dewleta Tirk a bi piştevaniya DYE û NATO’yê li Kurdistanê dagirkerî û qirkirineke eşkere dimeşîne’, ev jî ji bo fêmkirina rewşê têrker e. Li holeke bi vî rengî ciwanên Rojhilata Navîn û welatên Efrîqaya Bakur li Beyrûtê kom dibin, ji pirsgirêkên navborî re li çareseriyê digerin, dibêjin “em ê çareser bikin” û xwe weke hêza çareseriyê îlan dikin. Ev yek xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ciwan wê pêk bînin, eger carekê bi gotina ‘em ê pêk bînin’ derket qadê, ti tişt nîne ku ciwan pêk neyînin û bi ser nexînin.

Ya mayî, nîqaş û biryarên Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn jî hene. Bi eşkere hem mudaxeleya derve ya sîstema modernîteya kapîtalîst û hem jî şerê berjewendiyê yê hêzên netew-dewletê hatiye redkirin û mehkûmkirin. Bi eşkere hatiye nîşandan ku çiqas giran be bila bibe hemû pirsgirêk wê bi îrade û piştevaniya gelên herêmê bên çareserkirin. Bi eşkere nerazîbûn nîşanî êrîşa Îsraîlê ya li ser Fîlîstînê û êrîşa dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, dan. Bi eşkere hatiye diyarkirin ku wê azadiya gelên Fîlîstîn û Kurdistanê were esasgirtin. Hîn girîngtir, hatiye gotin ku wê li dijî zayendperestiya civakî rabin û bi rengekî tam bi têkoşîna azadiya jinê re di nava yekîtî û piştevaniyê de bin. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi eşkere nîşan da ku wê li dijî netewperestî, olperestî, zayendperestî û zanistiya pozîtîf ku çar tîrên êrîşê yên lîberalîzma modernîteya kapîtalîst in, têbikoşe. Diyar e ku ev rewş dibe sekin û têkoşîneke îdeolojîk a pir saxlem.

Ji van hîn wêdetir, ji bo gelan li dijî hev rakin li Rojhilata Navîn her cure hîle û provokasyon tên kirin. Li Rojhilata Navîn ciwanên ji hemû gelan, tên ba hev, qasî du rojan pirsgirêkan datînin holê û li çareseriyê digerin, di asta herêmî de rêxistinbûneke ciwan û çalakiya hevpar pêşbînî dikin, bi kurtasî dibin xwişk-bira û hevrê. Ev yek bi serê xwe xwedî girîngiyeke mezin e. Ev rewş îspata vekirî ya wê yekê ye ku gelên Rojhilata Navîn wê bi xwişk-biratî bibin yek, li dijî mudaxeleya emperyalîst û faşîzma netew-dewletê têkoşîna hevpar bimeşînin û li ser rêya yekîtiya Rojhilata Navîn a demokratîk bimeşe. Yanî ‘Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk’ a ku ji aliyê Rêber Apo ve weke çareserî tê pêşniyarkirin ne xeyal e, sîstema Rojhilata Navîn a nû ye ku wê bi pêşengiya ciwanan bê pêkanîn. Jixwe ev armanc jî bi eşkere li biryarên konferansê hatiye bicihkirin.

Weke encam, em gotinên xwe yên têkildarî koferansa navborî ya diyarî Rêber Apo hatî kirin, dîsa li ser bingehê girêdana bi rastiya Rêber Apo re bi dawî bikin. Weke tê zanîn, di havîna 1979’an de yanî beriya 45 salan Rêber Apo çû Beyrûtê, li wir bi nûnerên gelên Fîlîstîn û Lubnanê re têkîlî danî û bi hevrêtiyê xebatên hevpar dabû destpêkirin. Li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gerîlayên Kurd xwe li ser vê bingehê perwerde û amade kirin. Di tevahiya 45 salên borî de, têkoşîna azadiyê ya dîrokî ya li Kurdistanê û şerê gerîla ya ku pêşî li her tiştê vekir, li ser vê bingehê hate pêşxistin û encamên dîrokî yên roja îro derxist holê.

Niha piştî 45 salan nûnerên ciwanên Rojhilata Navîn ku ciwanên Kurd jî di nav de ne, dîsa li Beyrûtê hatin ba hev û bi hev re nîqaş kirin û ji pirsgirêkên giran ên herêmê re li çareseriyê geriyan. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a ku di rojên 8-9’ê Hezîranê de hatî kirin, vê yekê îfade dike. Em bawer dikin ku ev civîn jî wê bibe destpêkek nû û wê li hemû Rojhilata Navîn têkoşîna azadiyê pêş bixe, wê ji hemû pirsgirêkên civakî yên ji aliyê desthilatdariyê û hêzên dewletê ve hatine afirandin, çareserî bibîne.

Em ji bîr nekin ku Rêber Apo jî ciwanekî şoreşger, ciwanekî Kurd ê bi wêrek û piştevan bû, dema ku ketî lêgerîneke wiha û destpêkeke nû ya wiha pêk anî. Di destpêkê de tenê bû û ti amadekarî û derfetên wî nebûn. Tevî van hemûyan jî ji sifrê destpê kir û karî pêşketinên mezin ên roja îro ava bike. Eşkere ye ku Konferansa Ciwanan a heyî, xwedî derfet û holên hîn mezintir e. Wê demê ti sedem nîne ku destpêkeke nû ya şoreşger pêk neyîne û şerê demokrasiyê yê Rojhilata Navîn pêş nexîne. Eger tarz, uslub û tempoya Apoyî di xwe de ava bike, li ser xeta Apoyî xwe perwerde û rêxistin bike, teqez wê îradeya konferansê bi ser bikeve. Divê mirov ji vê bawer bike, ji xwe bawer bike û teqez bi ser bikeve. Em car din Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn pîroz dikin û ji her kesê ku wê biryarên xwe derbasî pratîkê bike re serketinê dixwazin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka