Her Newroz destpêkeke nû ye

Newroz tê wateya destpêka nû. Vejîn û berxwedana di nava şert û mercên herî giran de nîşan dide. Roja têkoşîna hevpar û serketinê ya gelan e. Bi vê Newrozê re agirê têkoşîneke nû û serketinê tê dadan.

Kurd û bindest hemû di Newrozeke nû de ne. Jin coş û biryardariya 8'ê Adarê digihînin Newrozê. Ji bo Kurdan û bindestan Newroz destpêkeke nû ye. Ev Newroz ku wê ji bo faşîzma AKP-MHP'ê pêvajoya hilweşandina pratîkî bide destpêkirin, ji bo gelan û bindestan diayr e ku destpêkeke gelekî girîng e.

Du dirûşmên bingehîn ên vê Newrozê hene. Ya yekemîn, 'Her der Newroz, her dem azadî' ye. Bi rastî jî bi Rêber Apo û PKK'ê re her der bûye qada Newrozê û her kêlî jî veguheriye jiyana azad û têkoşîna ji bo azadiyê. Li ser vê bingehê Newroz hîn bêhtir bedew bûne û bûne xwedî wateyeke kûr. Ya din jî dirûşma 'Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin'. Bi rastî jî agirê Newrozê sembola herî xurt a azadiyê ye.

Bi vê Newrozê re meşa azadiyê ya rêxistinbûyî ya Rêber Apo sala pênciyemîn temam dike. Em dikevin sala pêncîûyekemîn a Rêbertî. Bi rastî jî pîrozbahiyên li sala pênciyemîn tên, pêk tên. Me êşa kûr a erdhejê di 8'ê Adarê de veguherand hişmendî û çalakiyeke bi bandor a azadiyê. Em ê pêvajoya hilweşandina rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bidin destpêkirin.

Em wateya mezin û girîngiya Meşa Rêbertî ya bênavber a pêncî salî ji bo Kurdan û bindestan destnîşan bikin. Diyar e mînakeke bi heman rengî nîne. Ev meşa pêncî salî welê bi hêsanî nebû. Meşê li paytexta mêtingeriyê destpê kir, nîvê pêncî salî bi têkoşîna li hemberî komploya navneteweyî û li nava sîstema qirkirin û êşkenceyê ya Îmrailyê derbas bûn. Xweragirtina li pêvajoyeke welê ya zext û êrîşê bêguman karekî hêsan nîne. Bi gotina Rêber Apo, eger ne ji bo armancên bilind bûya, pêncî sal li aliyekî mirov nikare pêncî deqeyan jî îdare bike. Diyar e ku her tişt ji bo armanca azadiyê ya bilind bûye. û ev pêncî salên derbasbûyî gelek tişt tevlî meşa azadiyê ya Kurdan û mirovahiyê kiriye.

Eşkere ye ku sala 51'emîn a Newrozê wê bibe sala têkoşîna azadiyê û destketiyên herî bi wate yên dîrokê. Kurd û dostên wan wê li ser xeta Apoyî bi Newrozbûyînê bimeşin û têbikoşin. Wê rastiya Kurd a Newrozbûyî nîşanî tevahiya mirovahiyê bidin. Bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê, wê azadiya Kurdan û Rojhilata Navîn a Demokratîk biafirîne. Newroz wê pêvajoyeke bi vî rengî ya pratîkî bide destpêkirin.

Ev kar bêguman wê hêsan û ji ber xwe ve nebe. Pêwîstî bi têkoşîneke mezin a rêxistinbûyî û bi plan heye. Têkoşîneke bi vî rengî wê bi pêşengiya gelê Kurd ê Newrozbûyî ji aliyê gel û jinên Tirkiyeyê ve bê meşandin. Wê rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ya ku bûye belayê serê Tirkiyeyê û mirovahiyê têk bibin. Çawa ku faşîzma DAÎŞ'ê ya ku bûbû bela têk birin, wê faşîzma AKP-MHP'ê ya ku hevkarê DAÎŞ'ê ye, têk bibin. Bi vî rengî wê li ser bingeha azadiya Kurdan pêşî li Rojhilata Navîn a Demokratîk û mirovahiya azad vekin.

Dema ku em vê nivîsê dinivîsînin em ne di wê baweriyê de ne ku gelekî rewşê dinepixînin û faşîzma AKP-MHP'ê ji rastiya xwe mezintir nîşan didin. Bi taybetî bi şerê qirkirina Kurdan ê heyşt salên dawî vê tifaqê meşand re Tirkiye ber bi felaketê ve birin û em dibînin ku pêşî li demokratîkbûna li Rojhilata Navîn û bihara Ereban girtiye. Niha gel êşa vê yekê dikişînin. Şerê qirkirinê yê li Kurdistanê hemû pêşketinên demokratîk dixitimîne.

Tunekirina vê astengiyê, yanî têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê wê pêşî li pêşketinên demokratîk veke. Wê Kurdistanê ji dagirkerî û qirkirinê rizgar bike û biek keleha azadî û demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn. Wê Tirkiyeyê ji teror û zexta faşîst rizgar bike û bike pêşengê demokratîkbûna li Rojhilata Navîn. Wê li Rojhilata Navîn pêvajoya hilweşandina serweriya paşverû ya xwe dispêre siyaset û mejiyê serwer ê mêr bide destpêkirin. Bi vî rengî wê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêvajoya jiyana alternatîf a ji bo mirovahiyê bide destpêkirin.

Bêguman ne tenê Kurd pêwîstiya gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bi pêşketineke bi vî rengî heye. Bi taybetî pêwîstiya jinan pê heye ku beşa herî bindest e. Encamên erdheja li Rojavayê Kurdistanê û Çûkûrovayê nîşan da ku pêwîstiya xwezayê û hemû zindiyên li xwezayê bi vê yekê heye. Ji ber ku faşîzma netewe dewletê ku rûyê esasî yê sîstema modernîteya kapîtalîst e, veguheriye wê yekê ku gefê li hemû zindiyan bixwe. Wê demê divê mirovahî ji vê gefê bê rizgarkirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi azadiya jinê, bi civaka demokratîk ekolojîk heye.

Hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê wê pêşketineke bi vî rengî ya civakî biafirîne. Wê pêşî li her cûre pêşketinên demokratîk û şoreşger veke. Bêguman wê demokrasî û azadiyê yekser bi xwe re nîne, ku pêwîstiya gelan û bindestan pê heye. Lê belê bi têkşoîna her timî û rêxistinbûyî wê pêşî li her cûre destketiyên demokrasî û azadiyê veke. Pêşengên wê pêvajoyê û hêzên gel wê encamê diyar bikin. Eger têkoşîneke rast û her timî bidin destpêkirin hingî wê karibin xwe bigihînin hemû pêşketinên navborî.

Newroza 2635'an ji destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî re namzet e. Newroz ji xwe tê wateya destpêka nû. Di nava her şert û mercên giran de nîşaneya vejîn û berxwedanê ye. Roja têkoşîna hevpar û serketinê ya gelan e. Bi vê Newrozê re agirê têkoşîn û serketineke nû tê dadan. Ya mayî jî ji wê yekê re dimîne ku her rojê û her derê bikin Newroza rasteqîn. Ev jî ji xwe dirûşma bingehîn a Newrozê ye. Diyar e ku Newroza îsal meşeke nû ya serketinê dide destpêkirin.

Tu jî tevlî vê meşa serketinê bibe, dakeve qadên Newrozê!

Li ser vê bingehê em Newrozê li gelê Kurd û dostan pîroz dikin, di saleke nû ya Newrozê de em serketinên mezin hêvî dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de şehîdên Newrozê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Newroz pîroz be!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka