Helwesta raya giştî girîng e

Bend û astenga li pêşiya qirkirina gelê Kurd PKK û gerîlayên azadiyê ne. Her kî ji xwe re dibêje ez welatparêz im, ez dostê Kurda me, di vê demê de ku dewleta Tirk bi dijwarî êriş dike, divê welatparêzî û dostaniya xwe nîşan bide û bikeve tevgerê.

Kurd di demekî dîrokî de ne. Îhtîmala derfetên serkeftina mezin û windakirina mezin di zikhev de ne. Ya esas ew e, berê me li serkeftina mezin be. Lê eger xetayên mezin bên kirin, Kurd dê winda bikin. Xetaya mezin jî ew e, rêxistin û hêzên Kurd yên siyasî bikevin nava şerek navxweyî. Ji vî alî de polîtîka û helwêstên PDK’ê rîska xetayeke wisa mezin, heta sûcekî dîrokî derxistiye holê. Lewma destê Kurdan li ser dilê wa ye. Tirs û fikara ji şerê navxweyî zêdetir bûye. Ji bo PDK dest ji vê helwestê berde raya giştî ya Kurd çêbûye û ketiye tevgerê. Ev pêşketin cihê kêfxweşî û hêviyê ye. Komeke mezin ya welatparêzên Kurd û dostên Kurd bi armanca li dijî dagirkirina Başûr ya dewleta Tirk rawestin, pêşî li şerê di navbera hêzên çekdar yên PDK û gerîlayan de bigirin çûn Hewlêrê. Ev hewldaneke gelekî giring bû. Her çiqas Elmanyayê çûyîn asteng jî kir, PDKʼê nexwest bikevin Hewlêrê jî, vê hewldana aştiyê roleke giring lîstiye. Vê hewldanê di mijara dijberiya dagirkirina Başûr û şerê navxweyî de bandoreke mezin li raya giştî ya Kurd kir. PDK bi zextan ragihandinê bêdeng dike, zextê li hêzên siyasî dike. Ji ber vê dagirkerî û dorpêça hêzên çekdar yên PDKʼê li herêmên gerîla têra xwe nedibû rojev. Bi çûyîna înîsiyatîfa parastina Kurdistanê ya Hewlêrê re ev astengî û benda PDK’ê kêm be jî qels bû. Ya rastî PDK bi polîtîkaya li dijî vê înîsiyatîfê pêk anî, hişt ev rewş çêbe. Êdî yek ji rojevên sereke yên Başûrê Kurdistanê jî dagirkerî ye, di nava rewşa dagirkeriyê de jî dorpêça PDK’yê ya herêmên gerîla ye.

Banga fermandarê NPG’ê Murat Karayilan ya li partî û gelê Başûr hatiye pêşwazîkirin. Hunermendên Kurd jixwe ji destpêkê ve li dijî dagirkeriyê û polîtîkayên PDK’ê rabûn. Niha rayeke giştî ya wisa çêbûye; PDK’ya ku li pêşberî vê raya giştî, saziyên sivîl, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, ciwan û jinan xwe kerr dike û di ya xwe de israr dike ketiye tengasiyê. Bandorbûna PDK’ê ya ji raya giştî pêşketineke giring e. Jixwe ji raya giştî ya Kurd bandor nebe, nikare bibe partiyek siyasî ya Kurd. Heke PDK dê bibe partiyekî siyasî ya Kurd, divê bala xwe bide raya giştî ya Kurd ya daxwaz û hesasiyetên gelê Kurd e. Rêya nîşandana vê jî ew e, dorpêça li ser qadên gerîla rake û çûyînûhatina di navbera qadên gerîla de asteng neke. Bêguman dorpêça li ser Mexmûrê jî divê rake. 

Heke PDK bala xwe bide raya giştî û daxwazên wê pêk bîne, dikare bibe partiyeke Kurd ya rast û dirust. Ji vê helwêstê PDK dê qezenceke mezin bidest bixe. Ê elbet heke bi nêrîna neteweyî tevbigere. Rola herî mezin û bibandor ya têkoşîna azadiya Kurdistanê ku PKK pêşengiya wê dike, di netewebûna demokratîk de lîstiye. Ger ji bo Başûrê Kurdistanê li 4 beşên Kurdistanê hişyariyek çêbûye, di vê de rola têkoşîna ku PKK jê re pêşengiyê dike diyarker e. Ev rastî îro têra xwe nayê vegotin; lê paşerojê ev rewş dê zêdetir bê teqdîrkirin. Jixwe nasname, kesayet û karaktera jina Kurd bi vê têkoşînê qezenc kirî ji îro de derbasî dîrokê bûye. Ev jî rûmeteke mezin e ji bo Kurdan. Berê Kurd tenê enstrumanên taktîk yên hinekan bûn. Niha Kurd bi fikir, rêxistin, hêza xwe ya civakî û siyasî bandorê li stratejî û taktîkên gelek hêzan dikin. Kurd êdî bûne gelê herî bi vîn û xwediyê hêza siyasî ya dinyayê. Niha ne tenê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hêzên demokrasiyê yên cîhanê jî berxwedan û têkoşîna gerîla ya li dijî faşîzma tirk bi heyranî dişopînin. Niha di mala her Kurdekî de ev berxwedan bûye rojeva esasî. Îro gelê Başûrê Kurdistanê bawer dike PKK ji bo wan li ber xwe dide. Ji ber têkoşîna dehan salan ya gerîla feraseta PKK ji Kurdan hemûyî re têdikoşe kamil kiriye. Pir girîng e ku civak ewqas ji hêzeke berxwedêr bawer bike. Gelê Kurd ji ber rastiyên di dîrokê de bi serî de hatî herdem dudil û bi guman e. Lê heman gel îro bi baweriyeke mezin li PKK’ê xwedî derdikeve, wekî hêza vîn, bawerî û hêviyê dibîne. Ev tenê têrê dike, bê fêmkirin ka PKK ji bo gelê Kurd tê çi wateyê.  

Dema em vê rastiyê li pêş çavan digirin, divê têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk zêdetir bê destekkirin. PKK siberoja gelê Kurd, gelên Rojhilata navîn û mirovahiyê hemûyî ye. Di kesayeta PKK’ê de di kesayeta gerîla de êriş li ser hebûna gelê Kurd pêk tê. Êrişa li dijî PKKʼê; yekser êrişa li dijî gelê Kurd e. Bend û astenga li pêşiya qirkirina gelê Kurd PKK û gerîlayên azadiyê ne. Her kî ji xwe re dibêje ez welatparêz im, kî ji xwe re dibêje ez dostê Kurda me, di vê demê de ku dewleta Tirk bi dijwarî êriş dike, divê welatparêzî û dostaniya xwe nîşan bide û bikeve tevgerê. Bi hêviya dagirkeriya dewleta tirk têk biçe, PDK di eniya welatparêz ya demokratîk de cihê xwe bigire.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA