Eger Fransa dixwaze gavekê biavêje -Selahattîn Erdem

Bêguman nayê zanîn ku rêveberiya Macron wê heta kîjan radeyê li ber polîtîkayên heyî yên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê rabe. Lê belê nakokiya bi rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê re ji bo Rêveberiya Fransayê ya heyî girîng e.

Serokdewletê Fransayê Macron bû serokdewletê destpêkê ku piştî teqîna felaketa mezin serdana Lubnanê kir û bi gotina 'Em ê piştgiriyê bidin jinûve avabûna Lubnanê' hewl da moralê bide Lubnaniyan. Piştre jî çû paytexta Iraq Bexdayê ku nakokiyên kûr lê hene û bi muxataban re rûnişt. Macron got, ew alîgirê yekbûn û serweriya Iraqê ne û di vir de xwest moralê bide Iraqiyan. Piştî helwesta çalak a li ser Lîbya û Rojhilatê Derya Spî, serdanên Serokdewletê Fransayê Macron ên li Lubnan û Iraqê weke lêgerîna Fransayê ya ji bo avêtina gaveke nû û çalakbûna li Rojhilata navîn hate nirxandin.

Bêguman di van serdanên navborî de rojevên xwe yên cuda hebin jî, ya esasî û hevpar ew e ku serdan hişyariya Fransayê ya li rêveberiya dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP-MHP'ê ye. Piştî rûdana aloziya li Lîbya û Rojhilatê Derya Spî, rêveberiya Fransayê dixwaze nakokî û têkoşîna xwe ya li dijî dewleta Tirk bi vî şêweyî derbasî qadên navîn ên Rojhilata Navîn bike. Bi vî rengî hewl dide ku di ser Iraqê re hişyariyê bide dewleta Tirk, zextê lê bike û dorpêç bike.

Bêguman nayê zanîn ku nakokiya navbera Fransayê û Tirkiyeyê vê gavê çiqasî kûr e û rêveberiya Macron wê heta kîjan radeyê li ber polîtîkayên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê rabe. Lê belê naokiya bi rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê re ku ev rêveberî li Kurdistanê qirker e, li Rojhilata Navîn jî dagirker e, ji bo rêveberiya heyî ya Fransayê girîng e. Bêguman girîng e ku pêwendiya vê rewşê bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê re danî û bal kişand ser daxwazên belavkariya li Rojhilata Navîn.

Lê belê divê rêveberiya Macron zanibe ku eger Fransa dixwaze bi vî rengî gaveke nû biavêje, eger dixwaze li Rojhilata Navîn bêhtir çalak bibe û li dijî polîtîkayên belavker û dagirker ên faşîzma Erdogan-Bahçelî têbikoşe, wê demê ji bo serketina vê rewşê hin wezîfeyên xwe hene ku pêwîste pêk bîne. Ya ku pêwendî bi Tevgera Kemalîst re danî, pê re peymana tifaqê çêkir û ew nas kir, dewleta Fransayê ye. Bi vî rengî yê ku deriyê pêvajoya polîtîk a înkarkirin û qirkirina Kurdan vekir Fransa ye. Eger niha dixwaze hevgirtî tevbigere û encamê werbigire, beriya her tiştî divê vî derî bigire. Ji bo vê jî divê bi betalkirina Peymana Enqereyê ya 1920'an dest bi kar bike.

Bêguman gaveke bi vî rengî wê ji bo sererastkirina xeteya sed salî ya Fransayê û naskirina îradeya gelê Kurd bibe gaveke gelekî girîng. Bêguman girîng e ku Fransa xwe ji sûcê qirkirina Kurdan ê sed salî derxîne û dema ku xwest li Rojhilata Navîn gaveke nû biavêje, naskirina îradeya Kurd bixe nava perspektîfa xwe ya polîtîk. Lê belê ev îradeya Kurd wê kî be û Rêveberiya Fransayê wê kîjan Kurdî ji xwe re bike esas? Bêguman bersiva vê pirsê gelekî girîng e.

Ji ber ku li holê hêzeke bi navê PDK'ê heye ku xwe weke 'îradeya Kurdan' dide naskirin, lê belê bi hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê û dewleta Tirk a qirker-dagirker re di her astê de têkilî û tifaq daniye. Vê hêzê li Şengalê, Mexmûrê û Kerkûkê li dijî DAÎŞ'ê şerekî cidî nekir, berevajî hema bêjin li her cihî pêşî li DAÎŞ'ê vekir. Bi rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê re tevgeriya ku Cerablûs, Bab û Efrîn dagir kiriye. Her wiha ji dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê re jî pêşengiyê dike. Lewma bi navê 'Îradeya Kurd' têkilîdanîna bi PDK'ê re nikare bibe rabûna li ber dagirkeriya faşîst a AKP-MHP'ê. Pêwîste Rêveberiya Macron beriya her tiştî vê rastiyê baş bibîne û pê zanibe.

Baş e di vê çarçoveyê de helwesta rast a polîtîk divê çi be? Divê Fransa Kurdên welatparêz, ên xwedî îradeya azad û ji bo azadiyê li ber xwe didin weke îradeya Kurdan ji xwe re bike esas. Divê pêwendiyê bi wan Kurdan re deyne ku li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê li dijî DAÎŞ'ê bi hezaran şehîd da, bi vî rengî çetetiya DAÎŞ'ê ku belayê serê mirovahiyê bû têk birin. Ji bo vê jî bi jinûve destpêkirina lêpirsîna Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an dikare dest bi kar bike. Divê kesayetên Tayyîp Erdogan û Hakan Fîdan ku 3 jinên şoreşger ên Kurd bi namerdî qetil kirin weke sûcdar bibînin, darizînin û bi vî rengî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê helwesteke rast nîşan bide. Dema ku ev kir wê bi Kurdan re tifaqeke rast kiribe û îradeya Kurdan a rast pejirandibe.

Heta ku rastiya Komkujiya Parîsê ranexe pêş çavan, nepêkane ku karibe li dijî rêveberiya faşîst-dagirker a AKP-MHP'ê û dewleta Tirk a faşîst helwesteke rast û encamgir nîşan bide. Fransayê ku bi Peymana Enqereyê ya 1920'an re pêşî li avabûna dewleta Tirk a faşîst-qirker vekir, bi parastina van hemûyan re teqe nikare hewldana xwe ya li dijî zîhniyet û siyaseta dewleta Tirk bi ser bixîne. Fransaya ku bi navê 'Îradeya Kurd' bi PDK'ê re tifaq û têkiliyê deyne, li Rojhilata Navîn nikare li pêşiya mêtingeriya Tİrk bi ser bikeve. Berevajî, helwesteke bi vî rengî wê di dawiya dawî de bi kêrî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ku serkêşiyê jê re dike, bê.

Ji xwe eşkere ye, ku hêzên navborî ji bo karibin bandoreke bi vî rengî ya polîtîk bikin li herêmê dek û dolabên çawa digerînin û li dijî tevgera azadiyê ya Kurd PKK'ê bi çi rengî di nava êrişkariyeke hevgirtî de ne. Ji Heftanînê heta Xakurkê eşkere ye ku tifaqa AKP-MHP-PDK bi çi rengî li dijî PKK'ê û ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrişan dikin. Dixwazin van êrişan ji aliyekî ve bigihînin heta Qendîlê û dawî li qadên bicihbûnê yên PKK'ê bîne, li aliyê din jî bi xwegihandina Şengalê dixwazin ku qirkirina ku DAÎŞ'ê nekarî bike, ew bi xwe bikin.

Li pêş çavan e ku li xeta Şengal, Mûsil û Telaferê amadekariyeke mezin a dagirkeriyê tê kirin û bazariyeke dagirkeriyê heye. Hevdîtinên dawî yên DYE, Iraq, dewleta Tirk û PDK'ê pêvajoyek bazariyê ya li ser vê bingehê ye. Lê belê tê dîtin ku her hêz xwedî hesabên cuda yên polîtîk in û ji ber vê yekê jî zehmetiyan dikişînin ku li hev bikin. Ji ber vê yekê hin rêveberên DYE'yî li pêşberî çapemeniyê banga yekÎtiyê kirin û hewl didin vê yekê jî bi navê 'li dijî terorê' binixumînin. Bang li wan hêzan dike ku 'nakokiyên nava xwe bi dawî bikin û di polîtîkaya DYE'yê de bibin yek'.

Eşkere ye ku Rêveberiya DYE dixwaze li qada navborî korîdoreke Sûnî çêbike û 'Heyva Şîa' ya ku Rêveberiya Îranê dixwaze lê bi rêxistin bike, qut bike. Rêveberiya Iraqê ya heyî jî xeyalê wê yekê dike ku li rêveberiya berê vegere, li sîstema berê ya Iraqê vegerge. Xewn û hesabên Rêveberiya PDK'ê jî gelekî cuda ne. PDK hesabê wê dike ku di ser Şengalê re xwe bigihîne Dêrik û Qamişloyê û serweriyê li ser beşek ji Rojavayê Kurdistanê çêbike. Dewleta Tirk jî bi şêweyekî ku dişibe polîtîkayên DYE'yê dixwaze ji Zaxoê heta Şengalê û Mûsil-Kerkûkê avaniyekê ava bike û bixe bin kontrola xwe. Bi vî rengî dixwaze Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bi her awayî ji hev qut bike û têkiliya navbera wan bibire.

Eger hêzên navborî tavilê nakevin nava liv û tevgerê, sedem ev nakokî û cudahiya berjewendî û hesabê wan e. Niha li ser banga DYE'yê di navbera van çar hêzan de bazariyeke mezin tê kirin û hewl didin ku li hev bikin. Bêguman dema ku li hev kirin wê bikevin nava liv û tevgerê. Eger Rêveberiya Fransayê vê rewşê nebîne û bi rengekî eşkere li ber vê plana metirsîdar ranebe hingî serdana xwe ya ji bo Iraqê wê bê wateya piştgiriya ji bo vê planê. Di dema nêz de wê bê dîtin ku Rêveberiya Macron ev rastî çiqasî fêhm kiriye û wê bi çi rengî nêzîk bibe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA