Dijberiya Êzidxanê şaşiya dîrokî ye

Ev xerabiya ku PDK li Êzidiyan dike wê li PDK’ê vegere. Êzidî berdêl didin. Êdî ne PDK ne Iraq û ne jî dewleta Tirk nikarin pêşî li xweseriya Şengalê bigirin. Êzidî wê teqez bigihîjin xweseriya xwe. Ev xweserî beriya her tiştî wê bi kêrî Iraqê were.

Dewleta Tirk a qirker û mêtinger ku ji dijminatiya Kurdan re serkêşiyê dike, Şengal dîsa bi dronên bi sîleh û balafirên şer bombe kir. Ji pêşengê siyasî û leşkerî yên Êzîdiyan Seîd Hesen û 9 Şengalî hatin qetilkirin. Dewleta Tirk tiştên ku DAIŞ’ê nekarî bike û nîvco hişt, dixwaze temam bike. Seîd Hesen dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir pêşengî kir ji Êzîdiyên li ber xwe dayî re. Bi gerîla û YPG’ê re li dijî DAIŞ’ê şer kir; Êzîdî ji komkujiyên mezintir rizgar kirin. Di wan şert û mercên dijwar de tevî gerîlayan wan karîbû ji deh hezarî zêdetir Êzîdî li Şengalê biparêzin û bi wan re gava yekem a ji bo rigzariya Şengalê biavêjin. Seîd Hesen bi vî awayî bû rêberê siyasî û leşkerî yê Êzîdiyan. Di wan şertên dijwar de bi desteka gerîla, YBŞ ava kirin. Êzîdî wê ti carî keda Seîd Hesen di rizgarkirina wan a ji qirkirinê û di parastina Şengalê de ji bîr nekin.

Dorênên bi sîleh û balafirên şer bi dehan caran Şengal bombe kirine. Çima Şengala ku meydana wê ya hewayî di kontrola Iraq û Emerîkayê de ye, tê bombekirin? Çima Iraq û PDK dengê xwe nakin li dijî vê? Ev rastî bi awayekî eşkere kişf dikin ku Emerîka, Iraq û PDK hevkarê van sûcan in. Aktorê herî aktîf ê van sûcan jî PDK ye. PDK timî dibêje; li wir hêzên deryasayî hene, û bi vî awayî Êzîdiyan hedef nîşan dide. Li gel ku dizane PKK ji wir derketiye jî dîsa wisa dibêje. Bi awayekî eşkere ji Êzîdiyan re dibêje; yan hûn ê Şengalê teslîmî me bikin yan jî ez ê bikim ku balafirên şer ên Tirkan li we bixin. Li ser vî esasî di mijara Şengalê de ya ku were rexnekirin PDK ye. Lazim e Iraq jî û Emerîka jî werin rexnekirin lê di rexneyan de heke mirov Iraqê esas bigire, ev ê bibe derketina ji sûreta meselê, yan jî wê were wateya nixumandina rola PDK’ê ya di êrişan de.

Ragihandina PDK’ê di van demên dawîn de Şengal pirr dianîn rojevê. Bi eşkereyî hedef nîşan didan. Bi taybetî dixwestin ku peymana PDK û Iraqê ku îradeya Êzîdiyan nas nake, bikeve meriyetê. Li ser Iraqê zext dikirin û digotin; peymanê bi cih bîne. Wan dixwest Iraq û Êzîdî şerê hev bikin. Tekane derdê PDK’ê ew e ku rêveberiya xweser û xweparastina li wir ji hev belav bike. Ji bo vê jî dewleta Tirk ji bo êrişan sor dike. Êzîdiyên li Şengalê weke Heşdî Şabî nîşan dide û bi vî awayî dixwaze Emerîka jî êriş bike. Iraq li Şengalê bi Êzîdiyan re li rêyeke lihevkirinê digere, PDK li ber vê jî radibe. Li ser vî esasî divê were dîtin û zanîn ku çavkaniya êrişên li dijî Şengalê, PDK ye. Dewleta Tirk tiştên ku PDK dibêje, ji xwe re dike hinceta êrişan.

Li gorî îdîayên Şengaliyan, Parastinê xwe li Şengalê bi rêxistin kiriye û agahiyên xwe dide MÎT’a Tirk. Endamên rêveberiya xweser a Şengalê û fermandarên YBŞ’ê di encama îstîxbarata ku Parastin dide wan, yanî PDK dide, hedef tên girtin. Ev îdîaya Êzîdiyan e. Heke Parastin ne di nava vî karî de be, Êzîdiyek ne mimkûn e ku di vê astê de di nav xiyanetê de be ku wesaîtan, mal û nuqteyan ji bo lêdana bi balefiran destnîşan bike. Ji lew re jî ev îdîaya Êzîdiyan rast e. Ji ber ku tê dîtin toreke îstîxbaratê hatiye danîn û kêlî bi kêlî îstîxbarat tê dayîn.

PDK şaşiyeke dîrokî dike. Gotinek heye, dibêje; nifira mazluman li erdê namîne, taliya talî ji zaliman re namîne. Ev xerabiya ku PDK li Êzîdiyan dike wê li PDK’ê vegere. Êzîdî berdêl didin. Êdî ne PDK ne Iraq û ne jî dewleta Tirk nikarin pêşî li xweseriya Şengalê bigirin. Êzidî wê teqez bigihîjin xweseriya xwe. Ev xweserî beriya her tiştî wê bi kêrî Iraqê were. Esas, niha aliyê ku xweseriyê qebûl nake, ne Iraq e, PDK û dewleta Tirk in. Ev hêz bi zexta ku li Iraqê dikin, dixwazin xwerêveberî û xweparastina Şengalê tine bikin. Bêguman di nava Iraqê de de jî hin kes û derdorên ku xweseriya Şengalê naxwazin, hene. Lê belê, ew kêm in. Ev derdor jî di bin tesîra PDK û dewleta Tirk de ne.

Ev êriş weke êrişên DAIŞ’ê hedefa xwe şikandina îradeya Êzîdiyan e. Gelekî ku îradeya xwe hatibe şikandin, nikare xwe ji pencê qirkirinê rizgar bike. Lê em ji sekn û helwêsta jinên Êzîdî dibînin ku ne mumkin e îradeya Êzîdiyan were şikandin, ji lew re jî ne mumkin e têkoşîna xweseriyê were tefandin. Berovajî, ev êriş xweseriya Êzîdxanê nêztir dikin. Êzîdxan berdêlê jî bide, wê teqez xweser bibe. Ji ber ku Êzîdî di serî de li Şengalê li seranserê cîhanê rabûne ser piyan. Ji bo xweseriya Êzîdxanê têdikoşin û dixebitin. Piştî ku xelqek, civakek li armancekê asê bû, ew ê teqez bigihîje meqseda xwe. Bi vî awayî, hemû karên PDK’ê ku dixwaze xweseriyê asteng bike jî wê weke xerabiyeke PDK’ê bikevin nav rûpelên dîrokê. PDK li şûna ku destekê bide xweseriya Şengalê û bi vî awayî xwe ji wê rewşa ku di 3’yê Tebaxê de ketiyê, derxe, radibe bi vî awayî bela xwe li Êzîdiyên Şengalê dide. Ev ji bo PDK’ê şaşiyeke dîrokî ye. Hêviya me ew e ku PDK dev ji vê şaşiya xwe berde. 

Em hêvî dikin, gelê kurd hemû, tevî dostên xwe wê ji bo xweseriya Êzîdxanê bixebite û têbikoşe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA