Di sala nû de destpêkirinên nû

Di sala 2021’an de wê ‘Pêngava Dem Dema Azadiyê ye’ bi ser bikeve û hemû dîktatorî hilweşin biçin. Ji bo vê jî divê mirov pergala modernîteya kapîtalîst ya serwer baş fêm bike û li hemberî wê wekî gerîlayên Kurd û jinan têbikoşe.

Êdî sala 2021’an dest pê kir. Di dawiya dawîn de sala 2020’an qediya û em ketin sala 2021’an. Em dibînin ku hinek kes dibêjin ‘Gelekî baş e’. Ji ber ku hin alî hene ku bi awayekî reşbîn nêzî sala 2020’an dibin. Dibêjin ku ‘Ji bo mirovayetiyê saleke gelekî giran û xerab bû’ Bêguman vî tiştî jî dispêrin mîkroba bi navê koronavîrusê.

Koronavîrus a ku kapîtalîzma global ew afirandiye, rast e ku sala 2020’an ji bo mirovatiyê kiriye jehr. Ji ber ku rê li ber vî tiştî vekiriye ku bi milyonan kes bimirin û bi sed milyonan kes jî nexweş bikevin. Mirovên ku di mal de mane jî gelekî tengijîne.

Gelo ev rewş çima wisa bûye? Bi rastî jî mirov çawa dikare li hemberî koronavîrusê derkeve? Garantî heye ku di salên pêş de wê nexweşiyên bi vî rengî pêk neyê?

Em dikarin pirsên wisa zêde bikin. Lê beriya her tiştî divê em vî tiştî diyar bikin, koronavîrus jixweber derneketiye holê, ew berhemeke modernîteya kapîtalîst e. Divê her kes bi vî tiştî bizanibe. Ji ber vê jî heta ku pergala modernîteya kapîtalîst hebe wê nexweşiyên wisa jî çêbibin. Ji ber jî heta ku mirov li dijî pergala modernîteya kapîtalîst dernekeve, bi tenê li dijî nexweşiya koronavîrusê derkeve, ev tê wateya xwexapandinê. Ango kesên li dijî pergala modernîteya kapîtalîst tênakoşin, dema ku koronavîrusê rexne bikin û jê gazinan bikin, boş û bêwate ye.

Li her qadê xuya dike ku, nêzikbûn û gazinên wisa hene. Gelo ev rewş çi diyar dike? Ev jî diyar dike ku kesên gazinan dikin çi qasî bi pergala kapîtalîst re bûne yek. Ev tişt diyar dike ku ew sedemê nabînin û bi tenê bi encamê eleqedar dibin. Ji ber jî derdikeve holê ku li dijî koronavîrusê bê amadekarî ne.

Gelo helwesta rast çi ye? Beriya her tiştî divê mirov bizanibe ku pergala modernîteya kapîtalîst şewba koronavîrusê afirandiye. Heta ku ev pergal hebe, wê şewbên koronavîrusa nû zêdetir derkeve holê. Ji ber vê jî ji bo ku mirov li dijî nexweşiyên kujende yên wekî koronavîrusê derkeve, divê li dijî pergala modernîteya kapîtalîst derkeve ya ku ew afirandiye. Heke pêkan be, divê mirov derkeve derveyî vê pergalê jî.

Gelo cihên wisa hene? Bêguman hene. Erdnîgariyên ku civak lê dijîn. Cihên ku pergala desthilatdarî û dewletê zêde nêzî wan nebûne. Qadên ku civaka çandinî û gundan. Ser mesele qadên di bin tesîra gerîla de ne. Mirov bala xwe bidiyê, herêmên gerîlayan ji ber ku alternatîda pergala modernîteya kapîtalîst e, vîrusê bandoreke mezin lê nekir. Her kes ji ber bandora vîrysê sekinî lê gerîla nesekinî, berxwedana xwe ya li dijî faşîzma AKP û MHP’ê domand. Li ser esasê ‘Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê’ ev kir û ‘Plana îmha û tasfiyekirina PKK’ê’ ya AKP û MHP’ê pûç kir. Piştre jî Konseya Rêveber a KCK’ê di 12’ê Îlonê de ‘Pêngava Dem Dema Azadiyê ye’ da destpêkirin. Nexwe hêzên li derveyî pergala kapîtalîst li derveyî koronavîrusê jî man û li dijî pergala modernîteya kapîtalîst jî têkoşiyan.

Ji bo van hêzan sala 2020’an ne saleke xerab û bi bobelat bû. Berevajî wê bû saleke mezin a hêvî û berxwedanê. Di vê salê de destkeftiyên mezin jî pêk hat. Sermesela gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yek ji berxwedana xwe ya girîng di sala 2020’an de bi rê ve bir û hêviya xwe ya serfiraziyê herî zêde di vê salê de mezin kir. Plana îmha û tasfiyeyê ya tifaqa DYE, TC û PDK’ê pûç kir û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ber bi pêngaveke din a serfiraziyê ve bir. Pîrozbahiya 8’ê Adarê ya ku dîrokê de herî xurt bû di sala 2020’an de hate kirin û vê rewşê bandor li ser têkoşîna jinan nava salê jî kir. Di encama vî tiştî de ketina Trûmp di serî de, li her dera dinyayê destkeftiyên mezin hatin bidestxistin.

Ev hemû çi diyar dikin? Pergala kapîtalîst heke di sala 2020’an de koronavîrus neafirandiba û xwe nespêrta wê, di sala 2020’an de wê hilweşandineke mezin pêk bihata. Di serî de faşîzma AKP û MHP’ê wê gelek rêveberiyên faşîst û paşverû bihatina rûxandin. Van hemûyan piçekî xwe spartin koronavîrusê, temenê xwe dirêj kirin û gihiştin sala 2021’an.

Di sala 2021’an de wê ‘Pêngava Dem Dema Azadiyê ye’ bi ser bikeve û hemû dîktatorî hilweşin biçin. Ji bo vê jî divê mirov pergala modernîteya kapîtalîst ya serwer baş fêm bike û li hemberî wê wekî gerîlayên Kurd û jinan têbikoşe. Ev jî wê guherîn, veguherîn û destpêkirinên bi sala nû re pêk were.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘PKKyî bûn ev e ku mirov her roj destpêkên nû bike’ û diyar dike ku guherîn, nûbûn û pêşketin karakterê wî ye. Ji bo ku em kapîtalîzmê baş fêm bikin a ku koronavîrus afirandiye û li dijî wê têkoşîneke xurt bike, divê mirov zêdetir bibe Apoyî. Divê mirov Rêber Apo zêde bixwîne, fêm bike û karibe zêdetir pêk b3ine.

Di sala 2021’an de Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd divê em hemû xwe biguherînin, nû bikin û bi despêkên nû re bi ser bikevin. Ji bo ku sala 2021’an bibe sala ku tecrîd hatiye şikandin, faşîzm hatiye hilweşandin, dagirkerî bi dawî bûye, Rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest xistiye, Kurdistan azad bûye, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bûye, divê em hemû li ser bingeha nûbûneke wisa, têkoşîneke bi bandor û encamgir bi rê ve bibin.

Lê em ê vî tiştî çawa bikin? Em ê çawa xwe biguherînin û nû bikin? Li ser kîjan bingehê em ê her roj destpêkek çawa bikin?

Bêguman beriya her tiştî em ê bi awayekî rast nêzî meseleya guherîn, veguherîn û destpêkirinan bibin. Di warê teorîk, felsefî, îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî de, em ê xeta azadiyê ango xeta Apoyî rast fêm bikin û ji bo ku bi serkeftî pêk bînin, bi tarz, islûb û tempoya Apoyî xwe bi pêş ve bibin. Divê mezinbûn li ser kokên xurt be û wekî şax û guliyan, rastiya jiyana azad û xeta azadiyê ji xwe re bikin esas û ji bo pêşketina vî tiştî divê em xwe nû bikin.

Nexwe divê em ji koka xwe neqetin û ji xwe re li kokeke din negerin. Yên ku ji ser koka xwe diqetin an jî dikevin bin bandora kokeke din, gelekî zelal e ku wê rastiya xwe winda bike. Wê nikaribe, xwe nû bike û veguherîne. Berevajî vî tiştî ew ê bişikê û bibe tiştekî din. Derdikeve holê ku dema guherîn, veguherîn û destpêkan divê em baldar bin. Em ê nebin yên ku dişikên, ji koka xwe vediqetin, em ê bibin yên ku li ser koka xwe, xwe nû dikin û zêdetir mezin dibin.

Heke em wisa nekin û baldariya pêwist nîşan nedin wê çi bibe? Wê demê em ê ji rastiya xwe bi dûr bikevin û bibin kesên din. Sermesele em ê ji xwe re bibêjin hunermendên Kurd, dev ji rengên Kurdan berdin û xwe bi rengên Cihûyan ve girêbidin. Gelo bûyerên wisa hene? Bêguman hene. Dema em bi çavekî rexneyî li derdorê binihêrin, em ê bi hêsanî bibînin ku tiştên wisa hene. Em ê bibînin ku rewşên wisa gelekî li nêzî me, belkî di nava me de pêk tê. Hûn ê bixwazin tiştekî biguherînin lê hûn ê bibînin ku hûn ji rengên xwe yên Kurdan jî qut bûne. Wekî kanala Medmuzîkê.

Bila şaş neyê fêmkirin, dema ku qala van tiştan dikim, dijminatiya Cihûyan nakim. Ez diyar dikim çawa Cihû dibe xwe, divê Kurd jî bibe xwe. Ji ber ku dema Cihû Cihû bimîne û Kurd jî Kurd bimîne wê her tişt watedar û xweş be. Nexwe neguherîn û nûnebûn mirovan xerab dike, bêyî ku fikirandin û lêkolînê mirov li gorî aqilê xwe, xwe biguherîne jî dibe ku mirov ji kokê veqetîne û mirovan bike tasfiyekar. Nexwe em hemû careke din li xwe binihêrin. Em helwesta şibandina hinek kesan û qurekirina zanatiyê derbas bikin, li ser xeta Apoyî em xwe nû bikin. Li ser vî esasî em sala 2021’an li ser mîrateya xurt a sala 2020’an bikin sala serfiraziyê.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA