Destkeftî encex bi hilweşandina faşîzmê têne parastin

Hemû têkoşînên antîfaşîst divê li dora armancên hevpar werin yekkirin û wan bikin yek tevgera demokrasiyê. Ango esas e ku çalakiyên antîfaşîst li ser armanc, rêgez, rêbaz û rêveberiyê de werin yekkirin û berê wê bikeve ser armanca hevpar.

Ji Efrînê heta bi Heftanînê, ji Xakurkê heta bi Serhedê, li hemû Kurdistanê li dijî dagirkeriya TC'ê û êrîşên faşîst ên AKP-MHP'ê çalakiyen berxwedaniya çekdar a Hêzên Azadiyê her roja ku diçe geştir dibe. Hêzên gerîla her roj derbên giran li êrîşkarên faşîst dixe. Berxwedana çekdar a antîfaşîst ji çiyayan ber bi bajaran, ji Kurdistanê ber bi Tirkiyê berbelav dibe. Li bara berxwedanai çekdarî ya şoreşger ku li çiyayan, li deşt û bajaran bi yekere geş dibe, hêzên faşîst rewşa têkçûnê dijîn. Ev rastî bi rengê xwe yê herî berbiçav pratîka Berxwedana Cenga Heftanînê nîşan dide.

Li Başûr, Bakur û li derveyî welat, li çar parçeyên Kurdistanê û ciwanên Kurd ên li derveyî welat li dijî êrîşên faşîst-qirker kampanyayeke berxwedanê didin destpêkirin. Kampanyaya ciwanan a navborî di serî de destekrina berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û geşkirina wê, li her qadê geşkirina serhildana antîfaşîst daye ber xwe. Tê dîtin ku di serî de bi ciwanên Tirkiyê re, bi tevgerên ciwanan ên gelen din re wê bibe yek û pêngava antîfaşîst a ciwanan a navborî wê pêvajoyeke nû bide destpêkirin.

Bêguman beşê herî dînamîk ê civakî yê Tirkiyeya berdest jin in. Li dijî tacîz, tecawûz û komkujiyan ku hişmendî û siyaseta faşîst pir geş kiriye jin gavekê jî kuçeyan bernadin. Tê fêhmkirin li ser hîmê 'parastina destkeftinnan' berxwedaniya jinan a li dijî êrîşkariya faşîst a mêren sewer wê bêhtir mezin bie û heta ku encam bistînê domdar bibe. Rêxistinîbûn û çalakbûna jinan a ji bo wekheviya li ser azadî û cihêtiyê ji aliyekî ve di avaniya civakî de rê li guherînên mezin vedike, ji aliyê dî ve jî têkoşîna azadî û demokrasiyê geş dike, ra û rîşalên xwe berdide û hem jî kezebê li hêzên desthilata faşîst diqetîne.

Divê mirov têkoşînên ji bo parastina destkeftiyên demokratîk ên karker, karmend, derdorên din ên kedkar jî lê zêde bike. Heke em bala xwe bidinê li Kurdistanê û Tirkiya berdest hemû derdorên civakî li dijî faşîzmê têkoşînekê didin. Heftiyên bihorî derketina kuçeyan û berxwedana parazêran a li djî qanûna ''Pir Baro' ya faşîzma AKP-MHP'ê jidil karîger bû û hemû derdorên civakî hejijand. 21'ê Tîrmehê rewşenbîrên ku ji xwe re '101 Rûspî' digotin danezaneke karîger weşandin û bang kirin ku Tifaqa Demokrasiyê were avakirin. Dawiyê, piştî yên bicibbe rewşenbîr jî bi têkoşîna dijî faşîzmê derketin kuçeyan.

Bêguman girîng e ku li welatekî yên bicibbe û rewşenbîr derkevin kuçeyan û têbikoşin. Weke rêgezeke giştî gavên wiha ji bo hilweşandina desthilata faşîst weke gavên dawî dikarin werin dîtin. Ango heke li dijî desthilatekê ên bicibbe jî derkevin kuçeyan ev tê maneya ku dawiya wê desthilatê nêz e. Li Tirkiyê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê helwesta civakî gihaştiye vî halî. Êdî mirov bi rehetî dikare bibêje ku ji bo faşîzma AKP-MHP'ê dawî hatiye. Mirov bi rengekî mîsoger dikare bibêje dawiya faşîzmê tê.

Lê di cihekî wiha de ji bo ku mirov dawiya faşîzmê bîne divê hin tişt werin kirin. Derdorên cuda yên civakî, sazî û dezgehên demokratîk li gorî hêza xwe li dijî faşîzmê têdikoşin û derbên karîger li faşîzmê ddin. Lê ji bo ku ev têkoşîn faşîzmê bişkînin hewceyî bi tiştên nû dibe. Mînak divê rewşa parçeyî were çareserkirin û têkoşînên heyî encamên wan werin yekkirin û berê xwe bide hilweşandina faşîzmê. Her wiha hemû têkoşînên antîfaşîst divê li dora armancên hevpar werin yekkirin û bibe yek tevgera demokrasiyê. Ango çalakiyên antîfaşîst di armanc, rêgez, rêbaz û rêveberiyê de divê werin yekkirin û berê wê bikeve ser armanca hevpar.

Bê şik û guman beşê civakî yên cihê, nikarin rêxistinên weke mamoste, sendîka û komle dîsa rêxistinên jin û ciwanan ava bikin. Ev tev tevlî bibin û rolên aktîf digirin, lê nikarin bibin yek û argûmanek giştî. Baş e kê erka bûna argûmanên giştî bi rê ve dibe? Pir vekirî qada polîtîk e, heman partiyên siyasî bi rê ve dibin. Hemû hêzên li dijî faşîzmê li blokekî demokrasî ya antîfaşîst a hevpar, dikare partiyên siyaseta demokratîk bîne ba hev bikevin çalakiyê. Her kes têkoşîn dike, di encama vê hemû têkoşînê de siyaseta demokratîk mayînde dibe. Li ser vî bingehî divê di serî de HDP hemû partiyên siyaseta demokratîk, hêzên demokratîk ên çepgir, divê bi erka xwe ya girîng a dîrokî rabin.

Divê di serî de HDP û hemû partiyên siyaseta demokratîk vê rastiyê bibînin, bi awayekî bi bandor bi erka xwe û berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin. Baş e li ser vî bingehî karê esasî bê kirin çi ne? Bê şik û guman a yekem; xwe ji bo namzetiya rêberiyên demokratîk ên civakî dîtine. Divê serî de rêveberiyên demokratîk ên bi vekirî ji bo desthilata faşîst alternatîf e bê nasandin û bi awayekî bi hêz xwedî lê derkevin. Bi taybet li gorî rêveberiya piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’ê kar bikin û ji encamên ji vê derketîn dersên cidî bên girtiin. Partiyeke ku nebe namzetê rêveberiyên demokratîk ên civakê wê komên girseyî hêvî nedin wan û vekiriye ku wê destekê jî nedin. Her çendî rewşa berê hinkî hatibe derbaskirin jî lê hê jî lewazî heye. Yanî vîna rêveberiya demokratîk a civakê yê alternatîfa desthilata AKP-MHP’ê bi awayekî pir bihêz nayê kirin, bi şêwazên bi qanekirin û dîsa bawerî nayê paraastin. Divê bi teqez ev bê derbas kirin.

A duyemîn Yekîtî û îtifaq e. Di vê mijarê de divê bi CHP’ê re tenê sînordar neyê mayîn. Girêdana yekîtiya demokratîk a li Tirkiyeyê tenê bi CHP’ê ne pir girîng e. Heta niha li ser bingehekî saxlem nehatiye kirin, di encamê de CHP’ê her demê yekîtiya demokratîk asteng kiriye û ji bo bihêzbûna faşîzmê ximzet kiriye. Wê demê divê teqez ji vê helwestê devê jê bê berdan. Ji bo li Tirkiyeyê rêveberiyên demokratîk bê pêşxistin, avakirina yekîtiya demokratîk a HDP’ê û partiyên demokratîk ên çep ên din di warê dîrokî de pêwîstî û neçariyeke. Divê di serî de HDP û hemû partiyên siyaseta demokratîk ên din vê ratiyê baş bibînin, heman demê hêz û cesaretekî pêkanîna Bloka Demokrasiyê ya bê CHP ku dişibe alternatîfa mîna desthilatê, pêş bixe.

Pir vekirî Bloka Demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bi partiyên siyaseta demokratîk a rast pêkan e. Lê divê hemû rêxistinên demokratîk sazî, hemû beşên civakî li dorî Bloka Demokrasiyê bibin yek. Li pêşberî îtifaqa ‘Cumhûr’ û ‘Mîllet’ a heyî divê ‘Îtifaqekî Demokrasiyê’ ya bi rêgez û pir saxlem divê bê avakirin. Xeta sêeymîn ev e. Ev jî enceq partiyên demokratîk ên çep dikare bike, divê hemû partî di vê mijarê de xwe erkdar bibînin. Weke hêza rêveberiya demokratîk an jî îtifaqa nû, derxistina blokekî wiha, wê li aliyekî tabana CHP’ê bandor bike bikişîne aliyê û li aliyê din jî li li gel partiyên li dijî desthilata AKP-MHP’ê divê di nava taktîk û lêgerînên îtifaqê de biin. Ev siyaset rast û bi bandor bê kirin wê teqez encamê bigire.

A sêyemîn jî; di têkoşînê de rêbaza bi bandor û helwestên rast e. Mînak têkoşîna bi çarçoweya parastina destkeftiyan, têkoşînan ji hev parçe dike û dike ku tenê li ya xwe bin Bi vî rengî parastina deskeftiyan jî ne mimkûn e. Ji ber vê sedemê divê di hemû têkoşînan de hehdefa hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê esas bê girtin. Ji ber ku dema faşîzim hilweşiyan wê demê destkeftî dikarin bên parastin yan jî bên avakirin. Yanî bê ku destkeftî bên avakirin, faşîzim neyên hilweşandin destkeftiyên berê ne mimkûne bên parastin. Di vê nuqteyê de girîng e ku guhertin bên kirin. Bi kinahî têkoşîneke xwe dispêre rêveberiyên demokratîk, wekhevî, edalet, azdiya Kurd, jin û çapemeniyê li ser bingehê azadiyê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne û parastina rêveberiyên demokratîk wê bi teqez serketinê bidest bixe. Divê ji vê bawer û bi xwe bawer be.