Derwêşê çiya û kolanan, heval Şukru…

Mam Şukru 40 salên xwe da Tevgera Azadiya Kurdan. Ew derwêşekî rastîn ê demê bû…

Derwêştî tarzeke jiyanê ye. Fikr, bawerî û îmanpêanîn e. Ji ber wê derwêş qîma xwe bi tiştên biçûk tînin. Heke hirqayekî wan û gezek nanê wan hebe, ji bo derwêşbûna wan bes e. Tê zanîn ku herî zêde gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku ji bo pêdiviyên xwe yên takekesî najîn û ne li pey mal û milkan in, li gorî vê pênaseyê ne. Ji ber ku ev jiyan bandorê li wan dike, gelek kes tevlî nav refên gerîlayan dibin.

Derwêştî tê wateya belavkirina bawerî, fikr û felsefeyekê. Li welatên ku ‘azadiya fikrê’ heye mirov ji bo pêkanîna vî tiştî dibin derwêş, wekî derwêşan dikarin bixebitin. Lê li Kurdistanê rewş ne wisa ye. Ji ber ku em dev ji azadiya fikrê berdin, peyveke ji bo Kurd û Kurdistanîbûnê dibe sedem ku mirov bi salan di zindan û girtîgehan de bimîne, bi ser de dibe ku ev tişt bibe sedema windakirina jiyanê jî. Ji ber vê jî zarok û ciwanên Kurd, ji bo nasname û çanda xwe, ji bo dîrok û nirxên xwe bi armanca şerî vî tiştî, dest bi rê kirin. Ji vana re tê gotin gerîlayên azadiya Kurdistanê. Gerîlayên azadiya Kurdistanê nûnertî û navê serdema nû ya derwêştiyê ye. Ji ber ku bi tenê ji bo azadiyê canê xwe didin, şev û roj, bêyî westan û rawestan, di bin berf, baran û bahozê de her dem li ser rêyan bûn. Piraniya wan tî û birçî jiyan. Bi şev bi qasî xewa kîvroşkan, ev şer kirin. Bi tenê tiştekî wan hebû, dilê wan ê xwedî cesaret; fikr, îdeolojî, felsefeya azadiyê ya ku wan ji rêberê xwe stendine, û gezek nan û çeka wan a ku karibin xwe biparêzin… Ev serê çil salan e, ev fikr, îdeolojî û felsefeyê bi deh hezaran ciwan derketin holê. Hinek ji axê re bûn tov. Hinek jê ji roja pêşîn û heta niha bêyî ku bi qasî serê derziyê baweriya wan biguhere, rêya xwe domandin.

Yek ji van jî Mam Şukruyê me bû.

TEVÎ ŞEHÎD CEMŞÎT

Cara pêşîn di salên 1990’î de dema ez ji bo nûçeyê çûbûm çiyayên Amedê, min Mam Şukru dîtibû. Wê demê di bin fermandariya Şehîd Cemal (Mahmût Gul) de li Biryargeha Eniyê, di nav xebatên eniyê de bû. Min ew û şehîd Cemşît dîtibû. Şehîd Cemşît ji Bismilê bû û dema li Zanîngeha Dîcleyê xwendekar bû tevlî nav refên gerîlayan bûbû. Piştî salan dema min Mam Şukru dît, gotina wî pêşîn ev bû ‘Em û şehîd Cemşît bi hev re bûn, tê bîra te’. Li gundên Licê, Pasûr, Hênê, Dara Hênê, Farqîn û Bismilê hemû kesan Mam Şukru nas dikirin. Ji ber ku ew wekî derwêşê çiyayan, bi şev dema diket gundekî herî kêm diçû serdana çend malan. Ji ber vê her kesî ew nas dikir û jê hez dikirin.

HEMÛ MÎRATEYA WÎ

Mam Şukru bi qasî 40 salan wekî şervanekî Tevgera Azadiyê ya Kurdan têkoşîn didomand. Şehîdê rojiya mirinê Akîf Yilmaz ew rêxistin kiribû û ew emanetî milîtanên tevgera azadiyê kiribû. Ligel temenê xwe yê mezin, dibe ku di destê wî de kîsikekî reş ji nişka ve derketa pêşberî mirov. Mam Şukru gelek caran ji bo xweparastinê çekeke wî jî tunebû. Ji ber ku wî gêrikek jî nediêşand û belaya xwe bi tiştekî nedida. Lê kesên ku xisar didan rêxistin, partî û hevalên wî jî tu carî efû nedikir. Hemû mîrateya Mam Şukru ew tişt bûn ku ji hevalên wî mabûn. Piraniya alavên wî pê re bûn. Tiştê ku nedikarî bi xwe re bigerîne jî, dida kesên pê bawer û digot ez ê rojekê rahêlim. Li dereke çiyayan yan jî bi qasî 20 salan li qada Qendîlê dibe ku ji nişka ve derketa pêşberî mirov. Di destê wî de kîsikekî reş û xebatên ji bo şehîdan bi rê ve dibir. Di kîsikê reş de jî gelek caran tiştekî zêde tunebû. Yan çenteyekî biçûk yan jî hin malzemeyên ku derbarê şehîdan wî ji derekê stendibû. Ji xeynî cil û bergên wî, tiştekî wî yê din tunebû. Lê bi deh hezaran heval û rêhevalên wî hebûn ên ku gelekî jê hez dikirin û ji bo dîtina wî gelek caran ji rêyên dûr dihatin. Ev tiştan Mam Şukru bextewar dikir. Ma jixwe derwêştî ne ev e.

Wî nedigot ez vê xwarinê naxwim. Mirov çi dianiya ber wî, dengê xwe nedikir û dixwar. Dema mirov van tiştan tîne ber hev, kesekî ku mirov dikare jê re bibêje derwêşê demê derdikeve pêşiya me.

AHMETÊN MAM ŞUKRU

Dema mirov heval Şukru didît, li ser hev dipirsî tu çawa yî, çi dikî, diçî ku, heval çawa ne. Piştre dipirsî rewşa Ahmetan çawa ye.

Mam Şukru hevrêyên wî di serî de ji hemû mirovan hez dikir û qîmet dida wan. Lê ji gelek kesan jî hez nedikir. Mam Şukru navekî giştî dîtibû. Zû bi zû navê mirovên ku lê dipirsî nedida, navê kesên ku ji wan hêrs bû jî nedida. Ji herduyan re jî digot, Ahmet. Herî dawîn dema hev dît, pirsî ‘Ahmet çawa ne’. Min jî got ‘Tu ji kesên jê hez nakî re dibêjî Ahmet. Te niha jî em xistin wê kategoriyê.’ Wî gotibû ‘ Na, Ahmedên baş û yên xerab hene. Tu ji yên baş î.’

Du roj şûnde kujeran ew kuşt. Bi kuştina wî, xwestin dilê me bikujin. Derwêşê me yê herî bedew, herî sade û dirust ji me stendin. Lê bawer bikin piştî wî bi hezaran kesan biryar dan ku wekî wî bibin derwêş. Ji ber ku ew bûbû derwêşê dilan.