Dema hilweşîna faşîzmê ye

Beriya her tiştî divê em bêjin, ku rewşeke welê ya ku çeteyan xwe berdane nava dewletê nîne. Ji xwe dewlet bi xwe çete ye, çeteyeke mêtinger û zordar e. Gelo li cîhanê dewletek heye ku ne çete be?

Daxuyaniyên serçete Sedat Peker li Tirkiyeyê deng veda. Dema dawî hema bêje her kes li ser van daxuyaniyan diaxive, nîqaş dike. Di serî de AKP, partiyên siyasî daxuyaniyê dide. Halbûkî tiştên ku Sedat Peker gotine tiştekî nû nîne. Me û yên mîna me bi salan heman tişt got, nivîsand. Lewma daxuyaniyên Sedat Peker eşkerekirina ya heyî ye. Bêguman di navberê de cudahiyeke bingehînî heye. Yên em dibêjin û dinivîsînin dibe îdîa, daxuyaniyên Sedat Peker jî dibe mikurhatin.

Diyar e daxuyaniyên navborî di nava hêzên heyî yên dewletê bûye sedema hejîneke cidî û panîkê. Derdorên ku piştgiriya van hêzan dikin jî şoq bûne. Bêguman piştî ewqas xapandinê ev bûyerên diqewimin asayî ne. Ya ku li Tirkiyeyê herî zêde bû sedema hejandinê jî ew e ku ev çetetiya li nava dewletê xwe bi navê 'Şerê li dijî PKK'ê' nixumandiye. Ev yek jî PKK'ê û Kurdan piştrast dike. Yanî gotinên têkildarî dewletê û rêveberiyê hemûyan piştrast dike.

Niha gelek derdor nîqaş dike ku çetetiyeke bi vî rengî xwe çawa berdaye nava dewletê, hewl didin fêhm bikin. Hinek jî gelekî aciz bûye, gelekî bi hêrs bûye. Hinek jî hewl didin sûcdarên esasî peyda bikin. Beriya her tiştî em bêjin, rewşeke welê nîne ku çetetiyê xwe berdaye nava dewletê. Dewlet bi xwe çete ye; çeteya mêtinger û zordar e. Li cîhanê gelo dewletek heye ku ne çete be? Fen û fûtên li Qesra Osmanî ne çetekarî bû? Sîxurtiya Abdulhamîd gelo ne çetetî bû? 'Teşkîlati Mahsûsa' ya Rêveberiya Îttîhat û Terakkî gelo ne çetetî bû? Topal Osman ê Kemalîzmê gelo ne çetetî bû?

Niha em van deynin aliyekî. Li nava Dewleta Komara Tirkiyeyê piştî ku tevlî nava NATO'yê bû, em binerin bê çetetî çawa bi pêş ket. Bêguman di salên 1970'î de Neteweperestiya MHP'ê ya ku êrişî hêzên şoreşger û demokratîk dikir, çetekarî bû. Vê çetekariyê ji Mehmet Alî Agca heta Alaattîn Çakici bi sedan kujer afirand. Destwerdana sala 1993'an ku bû sedema mirina Tûrgût Ozal, ji bo Suleyman Demîrel û partiya wî DYP'ê operasyoneke çetebûyînê bû. Demîrel kirin serçete, di nava DYP'ê de jî serçeteyên weke Mehmet Agar û Suleyman Soylu çêkir. Bi vî rengî MHP'yeke duyemîn û jê metirsîdartir afirandin.

Em baş zanin ku di destpêka salên 1990'î de navê çetebûyîna li Kurdistanê Hîzbûllah bû. Gelê Kurd ji vê re got, 'Hîzbul kontra'. Ev çetebûyîn ji sala 1987'an û pê ve ji aliyê JÎTEM'ê ve hate avakirin û kontrolkirin. Ev pêvajoya navborî di nava rêveberiya AKP'ê de dewam kir û Sedat Peker û yên mîna wî bûn para AKP'ê. Ji xwe niha nava AKP'ê tevlîhev dike. Ev yek nîşan dide ku Sedat Peker çetekariya nava AKP'ê ye.

Ev bûyerên ku me bi kurtasî qalê kir, bi du tiştan dikare pêwendiya wan bê danîn. Ya yekemîn, ev bûyerên çetekariyê ku ji MHP'ê û vir ve di bin partiyên cuda de ava bû, ji aliyê 'Gladyoya Tirk' a ser bi NATO'yê ve hatiye birêxistinkirin û kontrolkirin. Yanî ev çetebûyî bûyereke ku ji ber xwe ve ava bûye, nîne. Berevajî, ji aliyê hêzên ku jê re 'Dewleta kûr' tê gotin û ji aliyê gladiyoyê ve hatiye birêxistinkirin. Navê destpêkê yê vê gladiyoya li nava artêşa Tirk hatiye birêxistnkirin 'Desteya Lêkolînkirinê ya Seferberiyê' bû. Navê xwe yê duyemîn 'Daîreya Şerê Taybet' bû. Navê sêyemîn û yê herî dawî jî 'Fermandariya Hêzên Taybet' e. Li Kurdistanê JÎTEM ji aliyê vê desteyê ve hatiye kontrolkirin.

Xusûsa duyemîn a girîng ew e ku AKP a heyî ya ev dewleta îllegal bi dest xistiye, ya jî ji aliyê wan ve hatiye kontrolkirin. Weke ku tê zanîn, Fethûllahiyan jî xwest hêza navborî bi dest bixe, lê belê bi ser neket. Bi tasfiyekirina Fethûllahiyan re yekîtiya vê hêzê û AKP'ê çêbû. Yanî di rewşa heyî de di nava tifaqa AKP-MHP'ê de û bi koordîneya Tayyîp Erdogan çetekariya li Tirkiyeyê bûne yek. Çetekariya jê re 'Ergenekon' tê gotin jî di nava vê de ye. Ev çetekariya 'Ergenekonê' ku çarçoveya wê baş nehatiye diyarkirin, qet nebe Dogû Perînçek û yên mîna wan di nav vê çetekariya faşîst de ne.

Ev çetekariya li Tirkiyeyê hemû di bin navê 'Têkoşîna li dijî îrtîca, komunîzm û cihêkariyê' xwe bi rêxistin kirine û nixumandine. Piştî sala 1990'î herdu hincetên destpêkê, yanî 'îrtîca û komunîzm' bêbandor bûn; yanî ev ji bo dewleta bûye çete êdî ne metirsî bûn. 'Cihêkarî' jî di nava dîrokê de ji bo Ermen, Suryan û Ruman dihate gotin jî dawiyê giranî da ser Kurdan. Lewma piştî sala 1990'î çetetiya li Tirkiyeyê bi giranî li dijî Kurdan, li ser bingeha dijminatiya li Kurdan hatiye birêxistin. Ji bo şerê li dijî hebûna Kurdan û tevgera azadiyê, li Tirkiyeyê her tişt guncaw hatiye dîtin. Destûra Bingehîn, hiqûq, edalet, exlaq, wijdan hemû ji holê hatin rakirin. Ev yek dejenerebûn, qirêjî, rizandin û genîbûneke piralî bû.

Mikurhatinên Sedat Peker ev rastî hemû raxist pêş çavan. Ya yekemîn; çetekarî hemû bi tifaqa AKP-MHP'ê re bûn yek. Ya duyemîn; çetebûyîna navborî bi dijminatiya li Kurdan a bi navê 'pirsgirêka mayindebûnê' xwe nixumand. Ya sêyemîn, çetekariya navborî dûrî hiqûq û pîvanên exlaqî hatiye hiştin. Ya çaremîn, çetebûyîn gihîşt asta herî bilind û veguherî rizandin, dejenerebûn, gemarîbûn û genîbûnê. Ya pêncemîn û ya dawî jî Sedat Peker êdî cixiziyê dike û yekîtiy açetekariya navborî ji hin aliyan ve parçe bûye.

Bêguman girîng e û divê bê nîqaşkirin ku Sedat Peker çima niha ev daxuyanî da û hewl dide xizmetê ji çi re bike. Yekîtiya çetetiyê ya bi koordîneya Tayyîp Erdogan çima û çawa parçe dibe û rewşeke gengaz wê çawa be? Bersiva vê pirsê û pirsên mîna wê divê bên lêkolîn. ji bo siyaseteke serketî bê meşandin, divê bersivên rast û têrker ji van re bê peydakirin. Lê belê em ê li vir li ser van mijaran nesekinin. Helwesta Sedat Peker tê wateya parçebûna yekîtiya çete ya heyî û em ê li ser encamên gengaz ên vê yekê rawestin.

Em ê destnîşan bikin ku parçebûna navborî êdî dawiya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê nîşan dide û tê wateya hilweşîna faşîzmê. Bêguman ji deh paran parek ji van bûyeran li welatekî cuda biqewimiya, hikumet wê yekser ji wezîfeyê vekişiya. Lê belê ev der Tirkiye ye, dîktatoriyeke faşîst-qirker heye, lewma vekişîna ji wezîfeyê nabe. Baş e wê çi bibe? Eşkere ye ku wê hilweşe, dîktatoriya faşîst wê hilweşe. Diyar e ku mikurhatinên Sedat Peker wê xizmetê ji vê hilweşînê re bike û pêvajoya hilweşînê bilezîne.

Baş e, hilweşîna faşîzmê eger ji ber xwe ve nabe, wê demê wê çawa faşîzm bê hilweşandin? Ji bo vê jî pêwîstî bi du tiştan heye: yekîtî û têkoşîna hêzên antî faşîst. Bêguman em gelekî li ser van herdu mijarn radiwestin. Lê belê mikurhatinên Sedat Peker girîngiya herdu mijaran careke din raxistiye pêş çavan. Tevgera demokratîk û şoreşger a Tirkiyeyê nikare tam bibe yek. Çima? Ji ber ku li holê CHP heye. CHP xwe weke muxalefet û demokratîk dibîne, lê belê ji aliyê ferasetê ve nikare ji zîhniyet û siyaseta AKP-MHP'ê wêdetir biçe. Ji ber ku hebûn û mafên demokratîk ên gelê Kurd qebûl nake. Halbûkî ji daxuyaniyên Sedat Peker baştir tê dîtin ku dijberiya li AKP-MHP'ê, her wiha pîvana sereke û bingehîn a demokratbûnê, qebûlkirina hebûn û mafên demokratîk ên gelê Kurd e. Divê mirov vê yekê ji xwe re bike esas û yekîtiya antîfaşîst a berfireh pêk bîne.

Dema em bên ser têkoşînê; em di salvegera heyştemîn a Berxwedana Gezî ya dîrokî de ne. Di rewşekê de ku pratîka mîna Berxwedana Gezî li holê ye, gelo çê dibe ku pirsa 'Divê em çawa têbikoşin?' bê kirin? Bersiv eşkere ye: Mîna Gezî! Bi hêviya ku beriya heyşt salan ya qewimî prova bû û Geziyên nû rû bide, Berxwedana Gezî careke din silav dikin û şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA