Bûn ruhê dema nû yê PKK'ê

Bi qasî têkoşîna wan her wiha şehadeta du lehengên Kurdistanê Şêxmûs Milazgir û Aso Ferzad jî bi rûmet bû. Teslîm nebûn, dilê dijmin xweş nekirin. Bi sekna xwe bûn nûnerê rêya azadiyê, bûn nîşaneya serketinê.

ŞEHÎD ŞÊXMÛS MILAZGIR Û ASO FERZAD

Hindek kêlî hene ku jiyanê diguherînin. Tiştên ku hûn dizanin dibin raboriyê û hûn careke din dibin cahilê jiyanê. We çiqas jiyan kiribe jî têrî fêmkirina hindek kêliyan nake. Lewra ew giştî jiyana we ser û bin dikin, we dihejînin, agirê dilê we gur û geş dikin. Kelecaneke şêt we digire û hûn mîna atoma li ber kêliya teqînê bi enerjiya kozmosê ve tên barkirin. Hindek kêlî hene jiyana kevn li ber pêlên xwe dibin û hûn xwe di despêka dîrokeke nû de dibînîn.

Navê wan Delal, Leyla, Yaşar, Şêxmûs e, Aso ye lê rihê wan Xeyrî û Kemal, Zîlan û Berîtan e. Di demên cûda de bi heman armancê, li ser rihekî wan got; ‘’An Azadî, an azadî, an serkeftin, an serkeftin’’. Wan azadî wiha bi dest xist, wiha ji mirovahiya kerr û lal re bûn bersiv. 

Wêneyên Şehîd Aso û kêliyên dawîn yên Şehîd Şexmûs Mîlazgîrt yek ji wan kêliyane ku min ber bi rastiya jiyana sotîner re birin. Jiyana ku wan hembêz kiribû di dilê min de êş û coşa jiyanê vejandin. Ez bûm evîndarê doza wan, aşiqê heqîqeta ku ew li pey meşiyan. Wan careke din rastiya dijminê namerd, heqîqeta PKK’ê raxistin ber çavên min. Ew kêlî bûn ku ez ji nûve bi xwe hesiyam, lewra ji xwe ji bo Kurdên bi neyar hesiyaye re xew heram e, lê dibe di nobedariya demdirêj de çav xilmaşê xewê bibin. Lê wesiyeta wan şehîdane ku heta dagirkerî li Kurdistanê bijî, ne xew, ne xwarin, ne jî kêlîkî rehetî neyê bîra min. Peyama jiyana wan ew bû, bi dijmin re nayê jiyîn, dijminekî ku her roj heqaretê li hebûna te bike, dijminekî her roj te bixe heps û zîndanan, dijminekî dayika te bi erdê re bixişikîne, xwîşka te birevîne û îşkence lê bike, dijminekî te di asta koletiyê de jî qebûl neke, statuya dagirkeriyê jî nede welatê te û bi giştî te tine bihesibîne re jiyan kirin bê exlakî ye, heram e, bê rûmetî ye. Wan wekî di jiyana xwe de dan ber çavan, di kêliyên şehadeta xwe de jî rêya rûmetê hilbijartin. Teslîm nebûn, kêfa dijminê xwe li xwe neanîn, bi sekna xwe bûn temsîlkarên rêya azadiyê, bûn îspata serkeftinê. Wan dan nîşan dan ji bo mirov bikaribe bi rûmet bijî canê xwe dayîn îbadeta serkeftinê ye. Her çiqas zimanê min têrî rastiya wan pekrewanên Kurdistane neke jî lê ez ê bi qasî bikaribin behsa kêliyên wan yên min ser û bin kirin û hejandin di hêstên min de çêkirin; bikim da ku ji xwe ew kêlî îfadeya giştî jiyana wan jî dike.

HÊRSA WAN A BINKETINÊ LI HEMBER HEVRÊ ŞÊXMÛS

Şêxmus Milazgîrt ew şervanê 32 salan yê tevgera Apoyî bû. Ew fermandarê mezin yê ji doza heqîqetê bû. Bê westan di her bihûstekî çiyayên Kurdistanê de rêçên xwe xêz kiribû. Ji zor û zehmetiyan re sînga xwe kiribû mertal da ku di siberojan de kenên li ser rûçikên zarokan neçîlmisin. Ji bo zarokên Kurdan li kolanan di bin panzerên de neyên perçiqandin, li pey panzeran neyên kaş kirin, ji helîkopteran neyên avêtin, termê wan neyê parçe kirin, ji bo di welatekî azad de bijîn Şêxmus bi cîwantî derket rê, ciwantiya xwe fedayê ciwanên Kurdistanê kir. Wî kêlî bi kêlî xwe di doza azadiyê de heland, her bû fermandarê zor û zehmetiyan. Di 32 salên jiyana xwe ya şoreşgerî de derveyî kedê jiyan kirinê laîqê xwe nedît, her di nava keda pîroz de bû mîmarê jiyana azad. Sekna fermadariya demê di kesayeta xwe de afirand û ew ê jiyan û mirin çawa be nîşanî herkesî da. Bi taybetî 8 salên dawî yên şerê dijwar de Fermandar Şêxmûs her li sengerê pêşîn bû. Ew qadên ku ti caran jê qut nebîbû dîsa bûn wargehên wî û li Bakur di şerê hebûn azadiyê de pêşengtiya demê kir. Dagirkeriya faşîst a Tirk her ku digot; ‘’Li Bakur gerîla nemaye’’, gerîla derdiket, di kêliyên ku ew qet ne li bendê de ye lê dida. Şervanên di bin fermandariya Şehîd Şêxmûs Milazgîrt de dagirkeran tar û mar dikirin. Derewên wan ên şerê taybet vala derdixistin, hemû plansaziyên wan ên xapandinê ser û bin dikirin. Lewra yên wekî rêheval Şêxmûs Milazgîrt di hedefa wan de bûn. Xwîna wî bimiçiqandina jî ew ê têr nebana. Lewra ji bo yên wekî wî reng bi reng lîsteyên kuştinê amade kiribûn, lê çi dikirin jî nikaribûn ew îradeya Apoyî bîşkînîn. Nikaribûn şervan û fermandarên doza azadî û heqîqetê bitirsînîn. Lîstekî diçû ya din dihat, mangeyekî kuştinê dixistin meriyetê, bê encam dima, dest bi ava kirina yekî din dikirin. Tîm, yeke, yekîne, alay û tabûrên qatilan ava dikirin da ku bikaribin yek ji wan lehengan bidest bixin. Bi trîlyonan pereyan xerc dikirin, her wiha nanê gel ji qirika wan digirtin ji bo ajan û sîxûrên li pey van lehengan têr bikin. Lê dîsa bê encam man, bi şehîd xistina wan lehengan ve doza azadiyê neqediya, berovajî wî ew bûn rihê serdema nû yê PKK’ê. 

BI ÇEKA XWE BANGA AZADIYÊ KIR

Heval Şexmûs bû Heqî, Kemal, Xeyrî, Mazlûmê hemdem. Ji teslîmiyetê re got; ‘’NA!’’. Ji hebûna azad re, ji jiyana bi rûmet re got; ‘’ERÊ!’’. Wî jî got; ‘’Teslîmiyet dibe xiyanetê, berxwedan rêya jiyana bi rûmet e, berxwedan dibe zaferê’’. Wî bi dengê çeka xwe di nava lat û çiyayen Serhedê de banga azadiyê kir, mîna gelê Serhedê wî jî şahiya serî tewandinê bi dijminê xwe re neda jiyandin. Yên bûn şahîdê kêliyên wî yê dawîn wiha gotin; ‘’Tiliya Fermandar Şêxmûs li ser tetîkê mabû, dema dagirkerî hat ser termî wî ji hêrsa xwestin cenazeyê parçe parçe bikin’’. Ji ber Fermandandarê mezin rêya Heqî, Mezlûm, Kemal û Xeyriyan hilbijart dagirkerî ji termî wî jî tirsiya. Ji ber wan jî dizanî ew êdî ne tenê termekî ye, ew rumeta gelekî ye, ew keda 32 salan e. Ji bo wî jî xwestin ew term parçe parçe bikin, xwestin di şexsî wî termî de êrîşê rûmeta Kurdistanê bikin. Lê dost jî, dijmin jî baş dizanin, bi parçe kirina termê gerîlayekî ve, bi  parçe kirina termê fermandarekî PKK’ê ve nikarin gelê Kurd bê rûmet bikin. Ew fermandarê hêja heta kêliya xwe ya dawîn çawa şer kir û çawa destê xwe ji ser tetîkê ranekir, wiha jî rûmeta Kurdistanê bi şer û sekna xwe rizgar kir. Lewra ew kêliye ku niha dibe fikir û di mêjiyan de tê kolandin, ew kêlî ye ku dibe hest û evîndarî diherike dilan, ew kêlî ye ku dibe azadiya gelekî û hêviya paşerojê mezintir dike. Ew kêlî ne ku dibe dem, dibe dîrok, dibe xilasiya gelekî bindest. 

ASO BI XWE BÛ KELEHA SERKETINÊ

Şehîdên Kurdistanê, bi xwîna xwe, bi sekna xwe dinivîsînin roja nû. Her wiha Aso Ferzad jî yek ji wan lehengan e ku gotin li hember wî lal dibe, bê dengî ji quncikan derdikeve meydanê. Lewra ew kêlî ye ku ti helbestvan, ti nivîskar nikare binivîse, nikare ew rastiya bi heybet vebêje. Aso Ferzad gerîlayekî profesyonel yê serdema nû bû. Di nava hewildana jiyana azad de her li pey heqîqeta kesayeta xwe beziya. Enerjiya wî ya ciwantiyê li hember neyarê xwînmij mîna volkanekî di dilê wî de keliya. Ma gengaze ku em bêjin ew tenê bi enerjiya ciwantiyê bi rê ketibû? Na! Yê di Asoyên çiyayan de şênber dibû rastiya hezaran salan a xaka pîroz, çanda jin-dayik a Rojhilatê Kurdistanê bû. Rastiya ku wî li ser têşe girtibû, rastiya Kela Dimdimê bû, ew çanda jin-dayikên ku ti caran teslîm nabin, li hember neyaran xwe ji lat û zinaran davêjin, bombeya xwe di dilê xwe de diteqînin, rastiya Aso Ferzadan bû.  Dîrok xwe careke din bi Asoyên çiyayan ve zindî kir, careke din a bi ser ket rastiya jiyana azad, israra di rûmeta mirovbûnê de bû. Asoyê delal wekî her hevalekî Rojhilatî bi eşqeke mezin li hember metingeriya Kurdistanê, li hember êrîşên li ser ava Mûnzûrî berê xwe da Dêrsimê. Ji bo tola Atakanan, ji bo tola Zînan rabike, ji bo li hember dagirkeriyê şer bike li ser himên hevaltiya rast ya PKK’ê derket rêyeke dirêj a bi talûke. Talûke pir bûn, ji ber dagirkerî bi teknîka xwe, bi sîxûr û torên xwe yên îstîxbaratê şerê taybet ê li ser Kurdistanê kûr kiribû. Li her derê qerekol, kalekolan danîbûn, rêk bi qontra, ajan, polîsan ve dagirtibûn. Lê Aso çavê xwe netirsand, carekê jî dudil nebû. Ew torên dagirkeriyê yek bi yek derbas kir, yek bi yek wan polîs û cerdevanan bê bandor kir, da nîşandan ku PKK dema bixwaze ti tiştekî li hemberî wê nabe asteng. 

LI HEMBER AZADIYÊ ÇÛ SICDÊ

Dema gihîşt Mûşê, bi xiyaneteke mîna Alîşer lê rast hat bû re rû be rû ma. Kurmê darê dîsa xwe berdabûn nava kokê, lê ev ne darekî rizî bû, ev ne darekî bê kok bû. Ti kurmekî wê nekariba wî hilweşîne, ew ê bi zîndîbûn û enerjiya xwe ya jiyanê ve kurm bikuştina, li ser pelên dîrokê navê wî binivisandina da ku herkes bi xiyanetkaran bizanibe. Xiyaneta çavkor qêmîşê ew bejna mîna rihanê dikir, lê ew bejna rihanê ew ê tolekî dîrokî ji xiyanetê rakiriba û gotiba; ‘’PKK bi xayinan destpê nekir, bi xayinan jî xilas nabe’’. Ew xayin çav berdabû jiyana kêrî di quruşan nayê û xwe difiroşt celladê bav û kalan lewra cihê Asoyê delal ji dagirkeran re îxbar dikir. Lê Asoyê ser berzî çi kir, çi sekin raberî xiyanetkarê serdemê dikir, ya girîng ew bû. 

AMADEKARIYÊN JIYANA BI RÛMET

Dît ku dagirkeran ew dorpêç kiriye bi xwînsarî bombeya xwe li xwe pêçand, tableta li gel xwe parçe parçe kir da ku dagirker li ser wî ti agahiyekî negirin. Meteryalên rêxistinî giştî îmha kir, di kêliya herî dawî de partiya xwe, keda ku li ser hatiye dayin, baweriya li hemberî wî  hatiye raber kirin di asteke pîroz de parast. Bi sekneke ku mirov gotin jê re peyda nake re di 18’e Mijdara 2022’an de ket nava şerê hebûn û rûmetê.

DÎWARÊN KERR Û LAL JÎ HATIN ZIMAN

Lê beriya wî li diwaran nivisand; ‘’ PKK’î bûn rûmet e, di pirtûka wê de teslîmiyet tine ye, ez PKK me, Alçaklar’’. Nivisand; ‘’PKK bi xiyanetê ava nebûye, bi xiyanetê jî bi dawî nabe’’. Nivisand; ‘’ Heqîqeta mirinê jiyan e, jiyan jî bê mirin nabe, ew ê mirina min jî bi azadî bibe’’. Gotinên wî di bin gulebarana fîşekan de mîna gulekî nazenîn yek ji xêzekî xwe kêm nekirin. Ew diwar mîna ku dizanibû ew ê bibin zimanê Asoyê delal li hember fîşekan xwe parastin, nîvîsên li ser xwe li hember barut, agir û teqemeniyan mîna ku zarokekî veşêre veşartin, nehêştin ku zirar bibîne. Di wê kêliyê de kevir bi dev û ziman bûn, li hember rastiya lehengê welat rêz girtin û bi şanazî ew nîvîs heta roja me anîn.