Bozan Tekîn: Ruhê Apoyî wê dewam bike
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Bozan Tekîn bal kişand ser girîngiya rêxistiniya nû ya li gorî pêwîstî û ruhê demê û got, "Apoyî ruhek e; ev ruh wê bijî."
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Bozan Tekîn bal kişand ser girîngiya rêxistiniya nû ya li gorî pêwîstî û ruhê demê û got, "Apoyî ruhek e; ev ruh wê bijî."
Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li du qadên cuda bi hemwextî pêk hat.
Bozan Tekîn li kongreyê ev nirxandin kir:
"Ji bo qezenckirina peyva yekem, çalakiya yekem, însanê yekem û her tiştî keda Rêber Apo esas e. Li ser vî esasî berxwedana Rêber Apo silav dikim. Rêz û hurmetê xwe pêşkêş dikim.
Sosyalîzma rast çi ye? Sosyalîzm li ser xakê çêdibe, di nav civakê de çêdibe. Eger xaka te ya rizgarkirî û parastî tune be, sosyalîzm çîrok e, utopyayek e, bi taybetî ku ji bo Kurdistanê ev yek çîrok e. Jixwe çi dibêjin, ‘PKK aştî û aramî rakir’. Gelo beriya PKK’ê aştiyek hebû! Gelo ew aştî çi bû? Aştiya dagirkeriya Tirk bû. Ji wê re dibêjin aştî. Ji perçiqandin û bê îradekirina te re dibêjin aştî.
Niha jî çi dibêjin, ‘em xwe ji laneta 50 salî rizgar dikin’. Navê lê kirine jî ‘Tirkiyeya bêteror’. Divê mirov li ser hinek tiştan zirav bifikire. Rojên ku ev mesele ketin rojevê û şûnde Serok tiştek got, ‘eger derfet çêbin ez dikarim vî şerî veguherînim ser qada siyasî û hiqûqî’. Lê eger şert û mercên vê çêbibin.
Fesixkirin ji bo têkoşîna polîtîk gaveke cidî ye. Hîna operasyon li ser me hene, qaşo digotin Yekîtiya Ewropayê kelha demokrasiyê ye. Niha hemû rastgir dibin desthilat û li kêleka vê jî atmosfereke faşîzan belav dibe. Sedem ew e ku her kes tevlî şerê cîhanê dibe û ev jî amadekariya wê dike.
Cîhana ku em tê de ne, vaye. Ruxmê her tiştî yekîtî û parastin, girîng e. Bi keda Rêber Apo civakek hate avakirin û li gel wê ji bo pêşengiya wê jî kadroyek hate avakirin. Apoyîtî ruhek e. Ev ruh wisa hêsan ava nebû ku wisa bi hêsan jî winda bibe. Ev ruh wê bijî. Ji ber ku bi hezaran, bi deh hezaran navên şehîdên me hene. PKK ji hejmara şehîdan pir zêdetir dibe. Egîd, Zîlan, Bêrîtan, Delal, Hayrî hene. Lewma ne tirs û ne jî guman heye. Wê çaxê divê em li gorî ruh û pêwistiya demê, rêxistina ku Rêber Apo çarçoveya wê daniye pêşiya me, xwe jê re amade bikin."