Berxwedana global a ji bo şoreşa demokratîk

Êrîşên dagirker komkujiyên giran dikin, diêşînin û zorê didin me hemûyan. Lê belê pêşketin û rastiyên ku berxwedana li dijî vê yekê afirandine, nîşan dide ku hêjayî van hemûyane.

Salvegera pêncan a 'Roja Kobanê ya Cîhanê' ku di 1'ê Mijdara 2014'an de hate ragihandin, di serî de Kobanê, Bochûm û Romayê lig elek bajaran bi beşdariya bi deh hezaran kesî bi coş hate pîrozkirin. Berxwedana mezin a li dijî rastiya DAÎŞ'ê ya faşîst qirker û serketina global ji aliyê mirovahiyê ve hate pîrozkirin. Êrîşa dagirker a dewleta TC a bi rêveberiya AKP-MHP a faşîst hate şermezarkirin, berxwedana dîrokî ya li dijî dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî ku mamosteyên Bexdadî ne, hate silavkirin. Ev berxwedana li Kurdistanê bilind dibe berxwedaneke mirovahiyê ye, berxwedana şoreşa demokratîk û azadî ya global e. Ev rastî hate ragihandin.

Piştre çalakiyên 2'ê Mijdarê 'Roja Rojava ya Cîhanê' pêk hatin. Li dijî paşverûtiya global ku di şexsê faşîzma AKP-MHP'ê de berbiçav bûye, ji bo mezinkirin û hevparkirina têkoşînê hêzên demokratîk ên dinyayê îsal 2'ê Mijdarê weke 'Roja Berxwedana Global a ji bo Parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava' ragihandin. Bi vî rengî xwestin nîşanî serdestan û mirovên bê hêvî bidin ku dinyayeke din heye û pêkane. Bi rastî jî 2'ê Mijdara 2019'an mîladeke nû ye, destpêka ji nû ve hebûna di xeta demokrasî, azadî û civakî bûnê de ye ku di nava sîstema desthilatdarî û dewletê de li ber tinebûnê ne. Ev rewş nîşan dide ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêkane ku bên pêkanîn, her wiha hêza hebûna Kurdan û têkoşîna azadiyê ya ku bandorê li dinyayê dike û dikare biguherîne nîşan dide.

Çalakiyên bexwedanê yên di çarçoveya 'Roja Rojava ya Cîhanê' pêk hatin, bi rastî jî li tevahiya dinyayê û ji bo mirovahiyê pêvajoyeke nû, pêvajoya berxwedana global a ji bo şoreşa demokratîk dan destpêkirin. Li dijî komkujî û zextên paşverû yên li welatên cuda, çalakiyên pitşevaniya berxwedana şoreşgerî di demên cuda yên dîrokê de di astên cuda de hebûn, lê belê ne bi vî rengî bûn. Li pênc parzemînan û li zêdeyî pênc sed bajaran bi milyonan mirov di heman demê de daketin qadan û bi yekdengî gotin, 'Erdogan kujere' û 'Bijî berxwedana Rojava'. Yanî bi heman nêrîn û hestê tevgeriyan û çalakî kirin.

Ji Minbicê heta Dêrikê li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Silêmaniyeyê heta Şengalê li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, li hemû welatên Ewropayê û hemû bajarên wan, li sedan bajarên Rojhilata Navîn, Asya, Efrîka, Emerîka û Awûstralyayê herî kêm heft milyon mirovî bi coş çalakî kirin. Dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Bijî berxwedana Rojava' her bilind bûn û piştevaniya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate kirin. Ev çalakî di heman demê de lêgerîna li dinyayeke nû ya demokratîk a li dijî despotîmz, mêtingerî û zexta sîstema modernîteya kapîtalîst û sîstema dewlet û deshtilatdariyê bûn. Şoreşa azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya çirûska Rojava, mirovahî di meşeke wiha de ji nû ve bi hêvî kir û rakir ser piyan. Di gotinê de piştevanî bi berxwedana Rojava re dihate kirin, lê di rastiyê de meşa dinyaya nû ya demokratîk pêk dihat.

Di meşa şoreşê de asta global her demê hate dîtin. Xiristiyanî jî Misilmanî jî her tim xwestin global bibin. Her tevgereke azadiyê ya nû heta ku global bû bi ser ket û mayinde bû. Di utopyaya sosyalîst de jî şoreşa dinyayê heye. Nifşê me di nava agirê şerê gerîla yê serketî yê Vîetnam û Kubayê de mezin bû. Gotinên 'Ho ho ho Şhî Mînh/ yek du sê / Hîn bêhtir Vîetnam / ji Ernesto re hezar silav' timî dihate qîrîn. Bêguman têkoşîna herî mezin a ku di dîrokê de piştevanî ji mirovahiyê wergirt Şoreşa Rizgariya Neteweyî ya Vîetnamê bû ku dagirkeriya Japon, Fransa û DYE'ê têk bir. Lê belê berxwedana mirovahiya globa a 2'ê Mijdara 2019'an ku Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê afirand, çalakiyên piştevaniya li dora Şoreşa Vîetnamê qat bi qat derbas kir.

Di serî de Rêber Apo yek ji kana sereke ya hişmendî, wêrekî û fedekariyê ku şoreşgerên Kurdistanê yên ku geşedanên berdest afirandin, berxwedana Wîetnamê ya serfiraz e. Berxwedana Wîetnamê nîşanî Kurdan kiriye ku li ser xeta rêbertî û xeteke rast her carê mirov dikare li dijî dijmin li ber xwe bide. Yek ji rêberê berxwedana zindana Amedê Mehmet Xeyrî Durmuş dema ku gotî, ''Kurdistan dibe Wîetnam, van qêrînên mirovan ji bîr nekin'' berxwedana dîrokî ya li zindanên Saygonê destnîşan kiriye. Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an bi rengê ku çiyayê Kurdistanê bi gerîlayê serfiraz ê Wîetname bigihîne pêk hatiye. Xeta azadiya jinê ku şoreşa Kurdistanê li ser ediliye û berxwedana serfiraz a li dijî êrîşkariya qirker a DAÎŞ'ê jî hem gelê Kurd û têkoşîna azadiya Kurdistanê bi cîhanê daye naskirin û hem jî çalakiyeke bi desteka global ku ji şoreşa Wîetnamê jî bihuriye û rastiya şoreşa demokratîk a global ku şoreşa Wîetnamê bi ser nexistiye, derxistiye holê.

Li vir em li ser çend tiştan rawestin dibe ku sûdewar be. 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ya beriya bi 5 salan li dijî êrîşkariya DAÎŞ'ê ya dijminê mirovahiyê dibe giyan û berxwedaneke hevpar, ku faşîzma DAÎŞ'ê hem li dijî gelên Rojhilata Navîn û hem jî li dijî Ewropa û Emerîkayê jî gefek bû. Her wiha, her çendî bi rengekî dirû jî be, DYE û dewletên Ewroapyê jî weke ku li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin, xuya dikirin. Ji ber vê ew derfet zêde bûn ku li dijî DAÎŞ'ê destekeke global ji bo berxwedana Kurd çêbibe. Ango hinekî jî li dijî hêzeke terorê ku gef li her kesî dixwar li têkoşîneke hevpar giha hev û bi esasî ji bo xwe têkoşiya.

Niha çalalkiyên 2'yê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bi dîtbarî jî be hinekî cuda ye. Bi nêzîktêdayineke seresere dewleta TC'ê gefê li kesî naxwe. Jê bêhtir dewletên mîna DYE û Rûsyayê ku siyaseta global dikin bi rengekî zelal bi TC'ê re peyman danîne. Her wiha hêzên mîna NY û NATO'yê jî bi rewşeke wiha ne ku dagirkeriya TC'ê dipejirînin. Di rewşeke wiha de berxwedana mirovahiya global ku ji berxwedana azadiyê ya Kurdan a beriya 5 salan gelekî mezintir, li dijî dagirkeriya TC'ê ya ku li dora Rojava derketî holê, hem serkeftineke mezin e û hem jî dibe derxistina holê ya rasteqîniyeke dîrokû ronîkirina mirovahiyê. Ev rewşe nîşan dide ku ti cihêtiya hişmenidya qirker a DAÎŞ'ê û ya AKP-MHP'ê nîne, bi ser de, ya ku hişmendî û siyaseta DAÎŞ'ê afirandî dewleta TC'ê ya qirker û faşîst e. Li gel desteka berbiçav a DYE û Federasyona Rûsyayê jî ya li TC'ê, diyarbûna çalakiyeke wiha sîsika îdeolojîk ya rûdana berdest bêhtir beloq dike.

2'yê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê ev aşkere nîşanî me daye: Heta ku Kurdistan parçe be û talokeya qirkirinê li ser Kurdan hebe, li ti devera cîhanê azadî û demokrasî nabe. Ev rewş tam mîna pirsa azadiya jinê ye. Çawa ku asta azadiya civakî têkilî asta azadiya jinê be, asta azadî û demokratîkbûna mirovahiyê ya bi çarçoweya cîhanî jî têkilî bûnewerî û azadiya Kurdan û gelên mîna Kurdan e. Li dijî dagirkeriya TC'ê ya faşîst û qirker berxwedana bi lehengî ya gelê Kurd û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ev rastî şanî tevahiya mirovahiyê kiriye û ev hîn kiriye. Bi vê çarçoweyê dîsa her kes ji bo xwe, ji bo avakirina cîhaneke demokratîk têkoşiyaye.

Pir zelal e ku ji vê xweştir tiştek nabe. Belê, êrîşên dagirker komkujiyan dike, êşê dide, zorê li me hemûyan idke Lê geşedan û rastiyên ku berxwedana li dij vê danîye holê, bi rengekî zelal nîşanî me dide ku hêja ye mirov vê ragire. Li pênc parzemînan, li pênç sed cihî bi kêmanî 5 milyon mirov heman kêliyê derdikevin holê û bi hev re dibêjin, ''Bijî Serok Apo'', ''Bijî Berxwedana Kurdistanê''. Gel derdikevin kuçyan û demokrasiya xwe di azadiya Kurdistanê de dibînin. Jin derdikevin kuçeyan û azadiya xwe bi azadiya Kurdistanê re dikin yek. Berxwedana azadiyê ya Kurdan hêvî û wêrekiyê dide hemû gelan û jinan. Ji vê xweşiktir rûdan, ji vê meztir şoreş dibe?

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka