Şiyar Şevger: Em komployê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ji ber salvegera komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ji ANF'ê re gotarek nivîsî.

Li ser esaret û tecrîda Rêbertî 24 sal derbas bûn û ket 25 saliya xwe. Ger em di dîrokê de bigirin dest, li hember tevgera Kurd û gelê Kurd hertim kuştin, qetlîam û komplo pêk hatine. Ji ber gelê Kurd ew pergala dagirkeran qebûl nekiriye û her tim xwestiye xwe biparêze. Her tim gotiye, em jî hene, em jî gel in, li ser koka xwe dijîn, çand û dîrokek me heye. Di hebûna mirovatiyê de li ser axa, xeta Zagrosan û li Mezopotamyayê dijîm. Ji bo wê jî li hember dagirkeran her tim gotiye, ez heme. Têkoşînên xwe wisa  daye meşandin. Ew dijminê me yên hov ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye, xwe her li ser gelê Kurd û ya rastî jî li ser civaka Rojhilata Navîn ferz kiriye. Wisa xwestiye bide nîşandan ku Kurd tune ne, ger Kurd hebin jî pêwîst e xwe înkar bikin. Dagirkerî her gotiye ger hûn qewm, civak û dîroka xwe înkar bikin, hûn hebin. Ji bo wê jî li ser civaka Kurd, bi taybet jî di civaka Rojhilata Navîn de ew zext hatiye meşandin.

Lê belê gelê Kurd her tim di lêgerînekê de bûye. Di lêgerîna azadiyê, têkoşînê, hebûnê, li ser koka xwe sekinandinê û parastinê bûye. Li hember raperîn û têkoşînên ku pêk hatine gelê Kurd bêdeng nemaye. Gelê Kurd têkoşîn daye meşandin. Di wan têkoşînan de çiqas encam girtin û gihiştine serketinê ew girîng e. Têkoşîna gelê Kurd her tim li ser esasa ku rêxistinî tevgerandin û di bingeheke xurt danîn de dom kiriye. Gelê Kurd bê têkoşîn nemaye. Ji bo wê jî dijmin her tim berê xwe daye gelê Kurd, tune kiriye, şehîd xistiye, pêşengê wan qetil kiriye û ji holê rakiriye.

Di dîrokê de ev çi dide nîşandan? Di rêxistinbûn û bingeheke bîrdozî de yekitiya civak, gel û neteweyan çênebûye. Ji bo ku yekitiya gelê Rojhilata Navîn çênebû, hemû tasfiye bûn. Berxwadan û şehadetên ku di dîrokê de çêbûne li gorî ku hat xwestin negihiştine encamên xurt. Lê belê her derê komplo heye. Komplo her tim di dîrokê de li hember civaka Kurd û tevgera gelê Kurd heye û nesekiniye. Dijminê dagirker digot, me gelê Kurd tune kir, bi dek û dolaban ser gelê Kurd çîmento kir û danî wir. Tu kes nikare tiştek jî bibêje. Lê belê Rêber Apo dîrokê mêze kir, ew raperînên ku pêkhatine çawa li bin ketin, çawa têkoşînê nikarîn bibin encamê, kêmasî çibûn li ser wan lêhûrbûn kir û ji dîrokê ders derxist. Rêber Apo xwest ku di dîrokê de pêşengtiyekê çawa pêwîst e, li gor wê tevbigere. Rêber Apo xwest li ser esasên ku kêmasiyê dîrokê û wan tevgeran çi ye ders derbixe. Ya rast çi ye, ger li hember dijminê dagirker şer û têkoşîn bikin pêwîst e hûn bingehê wî rast biavêjin. Di wan têkoşînan de me çi winda kir?  Bingehên rast û bîrdozîk pêwîst in. Di têkoşîna Rêber Apo de bingehên bîrdozîk hene. Bingeh netewbûne. Têkoşîna Rêber Apo bi hevalên me yên Tirk re dest pê kir. Li ser bingeha yekgirtina gelan dest pê kir. Bi têkoşîna Kurdên her çar parçeyan û cîhanê dest pê kir. Ji bo pêwîstiya yekitiya civakê leşkertiyê heye û ji bo wê jî girîng e têkoşîna leşkertiyê hebe.

Rêber Apo di hemû pergal û dîsîplînan de bingeheke bîrdozîk çêkir. Dijmin di destpêkê de tevgerê cidî negirt. Dijmin digot, çawa ku me tevgerên din tune kir em ê vê tevgerê jî tune bikin. Tevger bi pêşengtiya Rêber Apo her ku çû mezin bû. Tevger bû cihê heviyê. Gelê Kurd bêbawer û bêhevî nema. Her bendê bû têkoşînek çêbibe, yek derkeve bi pê re bimeşe. Rêber Apo ji bakurê Kurdistanê derket û ji gelê Kurd re bû hêvî. Di dilê gelê me de ji bo dijmin her tim kînek heye. Gelê me tu caran dijmin hezim nekiriye. Ji ber dijmin tiştek nemaye ku neaniye serê me. Gundên me şewitandiye, gelê me daye koçberkirin û qetlîaman pêk aniye. Ev mînak di Helepçe û Enfal de berbiçav e. Ji bo wê jî ew kîna ku li hember dijmin heye teqez tine nabe.

Gelê me li ku derê derfet bibîne li hemberê dijminê hov têdikoşe. Dema Rêber Apo tevgereke wisa ava kir, gelê me her tim li gel bû. Gel da pey Rêbertî, têkoşîn da meşandin. Di dîrokê de komploya ku her li ser gele Kurd û Kurdistanê hebû, bi derketina PKK û Rêbertî re jî xilas nebû. Her tim wê hebe jî. Heya Kurdên azad, têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna Apoyiyan hebe ew komplo xelas nabe. Dijmin digot, em ê têkoşîna Rêber Apo bi komployan xilas bikin. Çawa ku me pêşengên Kurdan ên berê esîr girt, em ê Rêber Apo jî wisa esîr bigirin û bixin girtîgehê. Wek tevgerên berê em ê tevgera wan jî tasfiye bikin, yanî parçe parçe û zeîf bikin. Ji ber ku Rêber Apo di tevgera avakirî de kadroyên zana, aqil, fikir, siyasî, qehreman, dîplomasî çêkiribû û li ser bingeheke rast, vîn pala xwe dabû gelan û civakê, her tim li ser pêyan man.  Qet pala xwe nedabû pergel an jî tu hêzên cuda. Ji bo wê jî qet tasfiye nebû. 

Dibe ku di roja me ya îro de Rêbertî wek fîzîkî li gel me nebe lê belê bi fikrî û ruhî li gel me ye. Bi me re dijî û em jî pê re dijîn. Ger em wan nejîn, em nikarin rojekê jî têbikoşîn, em ê tasfiye bibin. Ji ber em li gor rastiyan dimeşin. Têkoşîna Rêber Apo jî li ser rastî, pîvan û mirovatiyê hatiye avakirin. Em û Rojhilata Navîn jî bi Rêber Apo re dimeşin. Li ser vê esasê têkoşîn her ku çû mezintir bû. Her ku têkoşîn mezin bû komplo jî vala derxist. Rêber Apo komplo zivirand berjewendiya civaka Kurd, tevgera azadiyê û têkoşîneke hîn mezintir çawa li Rojhilata Navîn bide meşandin. Têkoşîna Rêber Apo siyaseta wan a qirêj ku Îngilizan di dîrokê de didan meşandin, vala derxist. Bi dîlgirtina Rêber APO re hêzên heremî jî wekî PDK'ê xwestin PKK ji holê rabe. Fikirîn ku ger hêzeke Kurdî çêbe, nanê wan jî namîne. Ji ber siyaset wisa hatiye avakirin. Ji bo wê jî xwestin hem Rêbertî hem jî PKK’ê ji holê rabe. Ji bo wê jî xwestin zeîftiyeke PKK’ê bigerin. Lê belê tevgera PKK wisa nîne û naxwaze jî wisa bibe. 

Rêber Apo gelek caran bi wan re hevdîtin kiriye û gotiye “pêwîst e em yekitiya Kurdan çêbikin û têkoşînê wisa bimeşînin.” Lê belê wan di nav komployê de cihê xwe girtin. Heya roja me ya îro jî PDK bi dagirkeriyan re bûye yek û bi wan re dimeşe. Ya rastî ev ji bo jiholê rabûna PKK’ê ye. Ji bo wê jî di nava komployê de jî cihê xwe girt. Digotin, jixwe Rêbertî hat girtin, em ê birayê Rêbertî têxin şûna wî, bi vî awayî parçe bikin û tevgerê jî holê rakin. Ev planên Amerîkayê bû jî. Siyasetek wiha dihat meşandin. Di Rojhilata Navîn de siyaseteke li ser Tevgera Apoyî, Rêbertî wisa qirêj dihat meşandin. Lê belê hemû siyaset berevajî zivîrî. Bi dîlgirtina Rêber Apo li hemû parçeyên Kurdistanê yanî ji rojhilat, bakur, rojava û başûrê Kurdistanê raperîn, meş çêbûn. Li bakurê Kurdistanê di bajar, gund û metrepolan de çalakî çêbûn. Di hemû bajarên Kurdistanê de çalakiyên cuda cuda çêbûn. Ew dem cîhan bû ciheke ne aramî. Ev çi da nîşandan? Rêber Apo bi hemû hêz û têkoşîna xwe ve li bakurê Kurdistanê derketibû. Bandora xwe li ser civakê di asta jor de dabû çêkirin.

Di demek şûn de ji bakur derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Di wir de jî civaka me ya Kurd pêşxist û ji bo her rewşê amade kir. Gelê me yên rojavayê Kurdistanê bi Rêber Apo re girêdayî bûn. Wisa têkoşînek hatibû meşandin. Rêber Apo hemû bernameyên dagirkerî, pergal, NATO û Amerîkayê vala derxist. Di rojhilatê Kurdistanê de gelê me yê azadîxwaz, ji bo azadiyê bikaribin têkoşîn bimeşînin hêvî û bawerî li gel Rêber Apo dîtin. Bi tevgera PKK’ê re hêvî dîtin. Gelê Kurd got, “em bi Rêber Apo re hene.” Bi vî awayî têkoşîna Rêber Apo li Kurdistanê deng veda. Bi sedan kesan bedena xwe dane ber agir. Ne hêsan e ku mirovek bedena xwe bide ber agir. Nexwe hêviyek dîtine ku civak hemû bûye yek. Civak, Rêbertî, bîrdozî û pergal di nav hev de dimeşe. Tu nikarî ji hev qut bikî. Ji ber wê jî li bakur, rojava, rojhilatê Kurdistanê û Ewropayê ji bo Rêber Apo bedenê xwe dane ber agir. Ew kes hêvî, bawerî û vîn ji ku derê digirin? Gelê me di dilê dijminê dagirker, NATO, Ewropa û Kurdên hevkar de şoqeq ava kir û ew vala derxist.

Komplo bi têkoşîna gel û li Îmraliyê jî bi têkoşîna Rêber APO ber bi valatiyê re çû. Rêbertî komplo vala derxist, lê belê kompo xelas nebû. Çima ewqas bi ser tevgerê ve tên? Ji ber ku têkoşînek ji gelê Rojhilat re dibe hêvî û bawerî. Pergala kapîtalîzm, dagirkerî, têkoşîn û pergala Rêber Apo ji xwe re asteng dibînin. Ji bo wê jî dixwestin ji holê rabikin. Ji bo ku ji holê rabikin dest avêtin li serî. Yanî xwestin Rêber Apo ji holê rabikin. Kê bîrdozî ava kiriye, Rêber APO. Dagirkeran xwestin tevgerê tasfiye bikin ku bikaribin rehet Rêber APO ji holê rabikin. Dixwestin bi rihetî berjewendî û pergala xwe di Rojhilata Navîn de bidin rûniştandin. Ji bo wê jî dixwestin li gorî berjewendiyên xwe guhertinekê li Rojhilata Navîn çêbikin. Qaşo dixwestin azadiyê bînin. Pergala kapîtalîst dixwaze perperest, xwe fikrandin, civak parçekirin, bêexlaqî, bêçandî, her tim di nava tevlihevî de bûyîn û şer ava bikin. Lê belê pergal û têkoşîna Rêber Apo vê naxwaze. Çi dixwaze? Dixwaze hemû civak, gel bê şer li ser kokê xwe bi hev re, bi aştî, wekhevî, mirovatî hem xwe biparêze hem jî li ser wê têkoşîna xwe bimeşîne. Her civak bikaribe xwe bi xwe birêve bibe. Dijmin me pêşiya xwe asteng dibîne. Ji ber ku ew pergala me dijî bîrdoziya wan e. Bîrdoziya Rêber Apo dijî bîrdoziya wan e. Rêbertî di parêznameya xwe de dibêje, “pergala modernîteya kapîtalîst û demokratîk bila bi hev re bimeşe. Kîja bi ser ket dê ew bibe. Carnan dê bi hev re bimeşin, carnan jî li hemberî hev şer bikin.”

Niha pergala modernîteya kapîtalîst û demokratîk şereke di Rojhilata Navîn de bi hev re dimeşînin. Kîjan bi ser ket û encam girt ewê bîrdoziya xwe bide meşandin. Lê belê tune nabin. Yanî ne kapîtalîzm ne jî demokratîk tune nabe. Di Rojhilata Navîn de bi hev re bimeşin. Têkoşînek û siyaseteke bi vî rengê heye. Bîrdoziya Rêber Apo di salên 90’î de li rojhilatê Kurdistanê din av gel de xwe nişan da. Gel çi xwest bike? Têkoşîn û tevgerên di rojhilatê Kurdistanê de çêbûbûn, mînak Şêx Bedûlah, Simko Şîkakî, Pêşewan Qazî,  Doxtor Şev Erkendî, Kak Fuat derketin, têkoşîn kirin û bedel dan. Ji bo gel li hemberî pergala dagirkeriyê têkoşîn û pêşengtî kirin. Di encamê de ev hemû hatin sêdarekirin. Yanî şehîd xistin û ji holê rakirin. Ji bo wê jî gel hêvî geriya. Ew hêvî jî li ku derê dîtin? Li gel têkoşîna Rêber APO dîtin. Nexwe hêstên welatparêziyê, Kurdbûnê, li hemberî dagirkeriyê şer kirin, dijminê xwe naskirin, civaka Kurd, pêşengtiya Kurd û yekitiya wan bi germahî di dilên xwe de jiyan dikin. Ji bo wê tevlibûyînên têkoşîn û berxwedanên salê 99 bi zanebûn çêbûn. Bi vê munasebetê wê demê nezî heftê şehîdên me çêbûn. Wan şehîdan hemûyan bi bîr tînim. Wan ji bo azadiyê bedel dan. Dibe ku di nav wan de tu kes Rêber Apo nedîtibe. Ew gelê me yên medenî û feqîr bûn. Keçeke Kurd li Urmiyeyê bedena xwe da ber agir. Ev ne kêm bûn. Ev çi ne? Gel bi hêviyên azadiyê û baweriyê bi Serok Apo re têkoşîn dide meşandin. 

Pêşengtiyeke li ser rastiyê dimeşe bi Rêber APO re ne. Her tiştî didin ber çavan. Yanî ji canê me zêdetir çi heye, tiştek nîne. Ji bo vê em vî canê jî didin. Ji ber wê jî ew şehadetan çêbûn. Ya rastî berdawamiya şehadetan di dîrokê de têkoşînên Kurdan ê di rojhilatê Kurdistanê de hatiye meşandin ji bo wan bû. Çawa em heftê heft saliya komarê, Mahabadê pîroz dikin, em hemû şehîdan bi bîr tînin, em xwediyê vê têkoşînê wan şehîdên di komara Mahabadê, meydana Çarçirav de pêşiyê Qazî Mihemet bi bîr tînin û berdewamiya wan li rojhilatê Kurdistanê dimeşînin, ji bo wan jî berdewamî ye. Ji bo gelê Kurd û rojhilatê Kurdistanê li Îranê em pêşengtiyeke rast di vê astê de dimeşînin. Çi dibe bila bibe gel pir girêdayî tevgerê ye. Pêşengtiyek tê kirin. Beşeke sereke, danişgeh û xwendevan bûn. Di wan deman de em bi xwe jî bûn şahidên wan rewşan. Kesên ku dihatin tev li tevgerê dibûn deh, sêzde û bazdeh sal dibistan xwendibûn. Têgihiştinek wan hebû. Yê dibistan nexwendiye û gundî maye ez bi xwe bûm. Ji bo wê jî hat xuyakirin ku ev têkoşîne ne bêzanebûn e, bizanebûn tevger pêş dikeve. Di tevgera Kurdî de yekitiyek ruhî, zanebûn çêdibe. Ji bo wê jî gel hêviyeke pir mezin di têkoşîna Rêber Apo de dît. Li çiyayên Kurdistanê ji bo jiyaneke azad bi gerîlayên azadiyê re têkoşîn bimeşînin, beşdarî têkoşîna Rêber Apo bûn. Di nav têkoşînê de bi sedan şehîd hat dayîn. Ya rastî ew şehadetên çûbûne raperîna wan jî nîşan da. Gel li rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkoşiya ye. Ji bo azadiyê her tim bedel daye. Her tim pêşengên xwe geriyaye. Ji bo pêşengtiyê erk ket ser milê têkoşîna Rêber APO  û kadroyên wî.  Bi beşdarbûna wan ciwanan a têkoşîna Rêber Apo erka wan ê pêşengtiyê jî mezin bû. Pêwîstiya têkoşînek di dilê gel, civak û Kurdistanê de heye.

Ciwanên rojhilatê Kurdistanê bi fikir û felsefeya Rêber Apo re xwe perwerde kirin. Li gor vê tevgerek li rojhilatê Kurdistanê hat avakirin.  Bi navê Partiya Jiyana Azad ê Kurdistanê (PJAK). Xebatên xwe jî li rojhilatê Kurdistanê dane meşandin. Hin şehadetên ku wê demê çêbûne em nas dikin hene. Mînak, wek hevalê Hogir, Rizgar û Kanî di 99’an de tev li bûn û şehîd bûn. Simko Serhildan di wan deman de beşdarî tevgerê bû. Heval Simko Serhildan pêşengtiyek pir mezin ji bo civaka Kurd kir. Bi xwestek, zanebûn beşdarî têkoşînê û gihişt şehadetê. Raperînên 1998 heya 2022’yan jî bîst û çar sal pişt xwe hişt. Raperînên di salên 1999’an de çawa bûn, yên 2022’yan çawa bûn? Di salên 1999’an de di gel de hişyarbûnek çêkir. Di têkoşînê de yekitiya xwe çêkirin. Xwe bi rêxistin û amade kirin. Di sala 2022’yan de têkoşîna wan xwe nîşan da. Ger di Rojhilata Navîn de têkoşîn bimeşe û têkoşîn guhartinek çêbike ew dem tê wateya ku bi têkoşîna Rêber Apo re dimeşin. Paradîgma û bingeha felsefeya Rêber Apo çi ye, ev têkoşîn çawa tê meşandin? Di Rojhilata Navîn de çi heye? Desthilatdarî, dewlet, zilm, kuştin, qetlîam û koçberkirin heye. Yanî te teqez nas nake. Di nava pergalê de ya ku tê qetilkirin û deshilatdarî tê ser meşandin kî ye? Jin in. Di paradîgma û têkoşîna Rêber Apo de li ser bingeha azadiya jin têdikoşin. Ger civak azad bibe wê bi jin re azad bibe. Di têkoşîna Rêber Apo de çiqas qehramanên jin çêbûne? Guhartin di civakê de çêdibe. Li ku derê civak tune bû? Dema ku deshilatdarî  li ser jinê hat meşandin, tune bû. Nexwe civak li ser vê dimeşe. Dewleta Îranê dibêje, ez di pergaleke vî awayî de mirovan ava dikim. Lê belê di pergala Îranê de tu mafê jinê tuneye. Jin wek mirov nabînin. Lê belê PKK dibêje “ger azadî hebe, bi jinê re heye.” Guhartin û azadiya civaka Rojhilata Navîn bê jin nabe. Çêbe jî tu fedeya xwe nîne. Niha deshilatdariyek heye lê jin azad nîne. Zilma herî mezin deshilatdarî dike. Nexwe di dîrokê de edalet, wekhevî û mirovatî bi têkoşîna jin dest pê dike. Rêber Apo li ser vê têkoşînê xwe pêş xistiye. Ji sala 2022’yan ve li Îranê paradigmaya Rêbertî tê meşandin. Bi şehadeta jina Kurd a Seqizê Jîna Mahsa Emînî re raperîna gel dest pê kir. Bi van raperînan re têkoşîna Rêber Apo li rojhilatê Kurdistanê dest pê kir. Bi şîara çi dest pê kir? Bi JIN JIYAN AZADÎ dest pê kir. Bi wan têkoşînan re guhartin çêbû. Ew têkoşîn hîn zêdetir bû civakî. Kî dixwaze yan jî naxwaze rastiyek bi vî rengî heye ku bîrdozî, felsefe û têkoşîna Rêber Apo li ser wê civakê dimeşe. Pêwîstiyek bi guhartineke ezîm heye. Her ku ev têkoşîn diçe bi rêxistinî dibe û dibe cîhanî. Di vê têkoşînê de bedel û têkoşînên têne dayîn dijmin nabîne, dibîne. Dijmin jî vê têkoşînê ditirse. Pêwîst e dagirker guhartinek di xwe de çê bike. Pêwîstî bi guhartinekî sedî sed heye. Bi vî rengî nikare civakê bide meşandin.

Qaşo pergala dagirkeriyê NATO dibêje “em guhartinek çê dikin. Amerîka rejîman hildiweşîne.” Li ber çavan e li ku derê guhartinek çêkirin? Qeyran û aloziyan çêdikin. Qaşo behsa azadiyê dikin. Kîjan azadî? Lê belê azadî û bingeha Rêber Apo behs dike li ser paradîgmaya têkoşîna jin li rojhilatê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dimeşe. Ew ji bo civakê dermaneke. Pêwîst e dijminê me jî vê bibîne. Faşîst û dîktatorên Îranê xwînxwar in. Di Girtîgeha Evînê de heval Şîrîn çima çû ber sêdare. Ji ber ku ev hêvî û baweriyeke mezin bû. Ev têkoşîn ne têkoşîneke ji rêzê ye. Derdor jî dibêje, ev têkoşîn çawa tê meşandin. Ev têkoşîn bi zanebûn, aqil, fikir û pêşengtiya têkoşîna Rêber Apo tê meşandin. Ev ne tenê têkoşîna civaka Kurd e. Ev têkoşîn, paradîgma, azadî û şoreş bê gelê fars, belûc, ereb û azerî nabe. Pêwîst e civak, gel û ciwanên me bi vê re bibin yek. Ger wisa bû em ê şoreşê bikin. Tu pirsgirêka me bi gelê fars, belûc, ereb û azerî nîne, dijmin me parçe dike. Pirsgirêka me bi hikûmet û dagirkeriyê re ye. Pêwîst e em van raperînan wisa bigirin dest. Têkoşîn bi hev re dimeşe, ji hev qut nîne. Têkoşîn her ku diçe rêbazê xwe firehtir dike. Ji ber tevger, têkoşîn û erkê dikeve li ser milê me hîn zêdetir mezintir û firehtir dibe. Civak jî bi fikreke zanebûn nêzîk dibe. Pêwîst e em xwedî vê têkoşînê derbikevin. Wek tevgera rojhilatê Kurdistanê, hêza Kurdistanê, hêza parastinê û Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK em li cem gelê xwe ne. Bila gelê me hin kesên ku di derdor de vala diaxivin guhdar nekin. Em bi bawer in ji ber em pala xwe didin gelê xwe û wisa têdikoşin. Ji bo gelê me çi pêwîst bike em ê heya dawiyê bikin. Em bi serbilîndî canê xwe ji bo gelê xwe didin. Em bi gelê xwe hene. Mirinek hebe jî bila ji bo gelê me be. Ji bo şehadetên ku çêdibin bila gelê me morala xwe xirab neke. Parçeyek ji canê gelê me diçe, weke ku parçeyek ji me diçe ye. Em wan ji bîr nakin, ger em wan ji bîr bikin em xiyanet gel dikin. Ji bo wê jî gelê me bila gotinên hevkariyên ku xwe firotine, bûne dûvik û faşîstên tirkan guhdar neke. Tenê xiyanet ji destê wan tê. Ji bo wê jî nikarin tişteke cuda bikin. Dîroka wan em mêze bikin, kesên ku di Komara Mahabatê de xiyanet kirine û xwe firotine kî ne? Hevkariyên PDK’ê ne. Îro jî PDK bi tirkan re yek e. Hûn çi wan mêze bikin, çi MÎT’ê tirkan mêze bikin, eynî ne. Me pala xwe nedaye dagirkeriyan û dewletan. 

Pêwîst e rejîma Îranê gelê xwe guhdar bike. Ger gelê xwe guhdar neke nikare li ser text bimîne. Bi kuştinê çareserî ava nabe. Rêbertî di parêznameya xwe de dibêje, “ger dewleta Îranê guhertin çêbike, di Rojhilata Navîn de ji aliyê demokrasî, azadî, wekhevî û konfederalîzma demokratîk ve dewleta herî pêşketî dê Îran be. Lê belê ger guhertinek çêneke, dewleta Îranê parçe parçe bibe û hemû qeyrana Rojhilata Navîn dê di wir de kîlît bibe.” Bingeheke modernîteya demokratik li rojhilatê Kurdistan û Îranê de heye. Amerîka tu azadî ji bo gelê Îranê nayne. Pêwîst e gelê me bizanibe, tişta ku Amerîka dike hemû vala ne. Azadiya ku Amerîka dixwaze hemû vala ne. Amerîka li ser berjewendiyê xwe, tunekirinê pêş dixe. Em dikarin bi Îranê e bidin û bistînin, azadî, aştî, wekhevî û biratiyê ava bikin. Karê Amerîkayê di Rojhilata Navîn de çi ye? Pêwîst e Îran jî vê bizanibe. Qaşo gelê Îranê, Rojhilatê Navîn bê aqil dibînin. Wisa nîne. Em jî mirov in û bi aqil in, ew jî mirov û aqil in. Em dikarin xwe biparêzin ew jî dikarin xwe biparêzin. Amerîka di Rojhilata Navîn de tişta herî xirab û bêexlaq dike. Pêngaveke şoreşê destpêkiriye, ji bo wê jî çiqas sêdare û kuştin jî çêbibe pêwîst e gelê me nesekine. Bitenê di sala 2022’yan de ew raperîn dest pê nekir. Di salên 1999’an de raperîn destpêkiribûn û xwe birêxistin kiribû. Di sala 2022’yan de ew raperîn gihişt lûtkeyê. Wek gel û tevger em gav di pêş de diavêjin û xwe bi rêxistin dikin. Wek tevger em xwe amade dikin. Civaka Kurd, tevgera Kurd bi berxwadayînê heya roja me ya îro hatiye. Her tim jî dê wisa be. Civak bi berxwadayînê pêş dikeve. Pêwîst e ciwan li her derê xwe bi rêxistin bike û bimeşe. Em ji sekna gelê xwe hêz û moral digirin. Ji bo wê jî pêwîst e gelê me têkoşîna xwe xurt bike. Gav di paş de avêtin ne layîqê gelê me ye. Ji bo wê jî bi rêbazên cuda cuda xwe bi rêxistin û amade bikin. Em xwedî şehîdên xwe derbikevin. Dewleta îslamî çiqas îslamî ye diyar e. Li Ciwanroyê nehişt gelê me, di çil rojiya şehadetan de biçin li ser menzelan û şehîdan bi bîr bînin. Ev di qanûn û exlaqa Îslamê de nîne. Di tu dera Quranê de nenivîsandiye. Ev di pirtûka Xamneyî, rejîma Îranê ya dîktatorê xwînxwar de nivîsî ye. Gel pêwîst e şehîdên xwe bi bîr bîne. Ev çand, exlaq û pîvanekê civakî ye. Ger tu van qebûl nekî, dê gel çawa te qebûl bike. Ji bo wê jî pêwîst e gel van qebûl neke. Rejîma Îranê ji faşîsta tirkan xirabtir e. Pêwîst e ciwan xwe bi rêxistin bikin û biparêzin. Ji bo ku bikaribin li hemberî rejîmê çi pêwîst e bikin. Em civak û gel in. Em dixwazin bi raperînê re şoreşa xwe bigihînin encamê. Ji bo civakê çi lazim e, gerek em veşartî bikin. Erka parastina gel û civakê li ser pişta ciwanan e. Lê belê pêwîst e gelê me jî ciwanan biparêzin. Çawa ku Heyva Sor a Kurdistanê dest bi alîkariyê kiriye, pêwîst e civaka me jî xwedî li hev derbikevin. Kîjan gel, malbat di rewşa madî de zehmetî bikêşîne pêwîst e alîkarî bê dayîn. Çi pêwîst bike lazim e cîranên xwe bipirsin. Malê cîhanê çiqas hebe jî helbet em ê rojekê bimirin. Lê belê manewiyat, mirovatî, pirsîn û hurmet ji bo me dimîne. Dema rojekê em mirin bila hin kes nebêjin, ew mirov xirab bû. Bila bibêjin ew mirov baş, dilsoz bû, cîranê xwe dipirsiya û parveker bû. Ji bo birîndariyan alîkariyan kom bikin û tedawiya wan bikin. Pêwîst e doxtor ji bo birîndariyan çi lazim e erka xwe bi cih bînin. Bê pere û bê bedel bikin. Pêwîst e mamoste û mela li ser pêşengtiya şoreşê têbikoşin û yekîtiya xwe çêbikin. Kesên ku di raperînan de deşîfrebûne, derfedê wan dema çûbû xwe bigihînin gerîla. Dema nikarîn jî bila xwe biparêzin û dema derfet dîtin wê demê bêne nava tevgerê. Pir rêbaz hene. Pêwîst e em nekevin girtîgehên Îranê. 

Lazim e di girtîgehan de jî em berxwadanî ji bîr nekin. Berxwadaniyan Ferzadan, Şîrînan, Bahozan û Hêminan ji bîr nekin. Çiqas me îşkence jî bikin lazim e em yek gav jî di paş de neavêjin. Em poşman nîn in. Lazim e em xeta berxwadaniya Apociyan xurt bikin. Pêwîst e cihê xwe yê veşartî jî çêbikin. Pêwîst e em hemû tedbîran bigirin. Em di şexsê şehîdên Zap, Avaşîn û Metînayê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberê wan ditevînin. Qehremantiyeke bêhempa hat meşandin. Di serî de em hevala Melsa bi bîr tînin. Hevala Melsa li Şahoyê bi sekna fermandariyê û jina azad têkoşînekê pir mezin da. Hevaltî û mitawaziya wê di asta jor de bû. Heval Rojda û heval Nîrvana jî bi vê rengî bû. Têkoşîna wan em ê di Rojhilatê Kurdistanê de bilind bikin. Fedakarbûn û sekna heval Nîrvana em di Rojhilatê Kurdistan de bi bîr tînin. Heval Welat xelkê Kirmaşan bû. Bi pîvan, fedakarbûn, dilnizimbûna wî em carekê din bi bîr tînin. Heval Numan xelkê Merîwanê bû. Hevalê Fuat jî Merîwanî bû û birayê wî jî şehîdê Kurdistanê bû. Heval Simko û Ronî xelkê Banê bûn.  Heval Ronî û Simko ciwanên pêşketî bûn. Gencên ku li ser xeta Simko Serhildan dimeşiyan bûn.  Lazim e gelê me di xeta şehîdan de bimeşe. 15’ê Sibatê ji bo me rojeke reş û sekini ye. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Em bi vî îdiayê dane. Baweriya me di asta herî jor de ye. Em ê bibin hêvî, bawerî û xwedî têkoşîna şehîdên xwe derkevin. Em xwe bigihînin daxwaz û serkeftina azadiya Rêber APO.

Şiyar Şevger / Endamê Fermandariya YRK'ê